Perwerdehî

Li Mêrdîn û Şirnexê ji bo 44 hezar û 417 xwendekarên mexdûrê terorê perwerdeya telafiyê

Li Nisêbîn, Qiziltepe û Artukluya navçeyên Mêrdînê û Cizîr, Silopî û Îdila navçeyên Şirnexê yên ku ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê dibistan hatibûn tetîlkirin sibê xwendekar wê dest bi dersên telafiyê bikin

17.11.2019 - Rojanekırın : 18.11.2019
Li Mêrdîn û Şirnexê ji bo 44 hezar û 417 xwendekarên mexdûrê terorê perwerdeya telafiyê

Mardin

Li Nisêbîn, Qiziltepe û Artukluya navçeyên Mêrdînê û Cizîr, Silopî û Îdila navçeyên Şirnexê yên ku ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li hemberî wargehên sivîlan di cotmehê da dibistan hatibûn tetîlkirin, 44 hezar û 417 xwendekar wê sibê dest bi dersên telafiyê bikin.

Li tevahiya Nisêbîn û Qiziltepeyê di 10ê Cotmehê da, li Artukluyê di 13ê Cotmehê da, li Cizîr, Silopî û Îdila navçeyên Şirnexê û 55 gund û mezrayên nêzîkî sînor jî di 13ê Cotmehê da dibistanên hatibûn tetîlkirin di 28ê cotmehê da car din dest bi perwerdeyê kiribûn.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Zîya Selçuk daxuyand li van dibistanan perwerdeya ku navber hatibû dayîn wê bê telafîkirin.

Li welêt dibistan hefteyekê tetîl bûn, lê xwendekarên li van navçeyan dijîn wê dersên jê mane telafî bikin.

- Li Mêrdînê di 156 dibistanan da 31 hezar û 500 xwendekar wê perwerdeyê bibînin

Li Nisêbîn, Qiziltepe û Artukluya navçeyên Mêrdînê di 156 dibistanan da dersên telefiyê wê sibê dest pê bikin

Bi serokatiya Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Yakup Sari va bernameyek hat amadekirin ku dersên nehatine dayîn bên telafîkirin.

Di vê çarçoveyê da li Nisêbînê di 108 dibistanan da 27 hezar û 541 xwendekar, li Artukluyê li 21 dibistanan da hezar û 203 xwendekar, li Qiziltepeyê jî di 27 dibistanan da 2 hezar û 756 xwendekar wê ji hezar û 750 mamosteyan dersên telafiyê hildin.

Xwendekarên ku wê perwerdeyê bibînin û malbatên wan ji ber vê rewşê kêfxweşin ku ewê perwerdeya telafiyê bibînin.

- "Xwedê ji mamosteyên me razî be"

Zekiye Demircana li navçeya Qiziltepeyê dijî ji nûçegihanê AAyê ra got ew kêfxweş e ku dersên telafiyê wê bên dayîn û wiha axivî: "Xwedê ji mamosteyên me razî be. Em kêfxweş in ku perwerde wê dewam bike. Dema bûyer qewimîn zarokên me neçûbûn dibistanê. Niha ewê vê kêmasiyê temam bikin, bila sax û silamet bin."

Li Nisêbînê jî Tayfur Algan got zarokên wan du hefte ji dersên xwe dereng man, lê ev telafî wê baş bibe û wiha axivî: "Em gelekî spas dikin. Ewê ji bo xwendekarên me baş be. Ez ji hemû xwendekaran ra serkeftinê dixwazim."

- Li Şirnexê 12 hezar û 917 xwendekar wê perwerdeyê bibînin

Li Cizîrê, Silopî û Îdila navçeyên Şirnexê û 55 gund û mezrayên nêzîkî sînor jî 12 hezar û 917 xwendekar wê bi telîmeta Wezaretê va dest bi perwerdeyê bikin.

Li Silopiyê di 15 dibistanan da 3 hezar û 674 xwendekar, li Cizîrê di 20 dibistanan da 4 hezar û 316 xwendekar, li Îdilê jî di 20 dibistanan da 4 hezar û 927 xwendekar wê di navbera 18-22ê Mijdarê da wê perwerdeyê bibînin.

- Li navçeyên Şanliurfayê dersên telafiyê hatibûn destpêkirin

Li Ceylanpinar, Akçaqele, Sirûc û Birecîka navçeyên Şanliurfayê yên ji ber êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê yên li hemberî wargehên sivîlan dibistan hatibûn tetîlkirin dersên telafiyê di 9ê Mijdarê da hatibûn destpêkirin. Perwerdeya telafiyê li van navçeyan dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.