İbrahim Atmaca
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
VAN
Li navçeya Çaldiranê dibistana navîn a Galatasaray, Alîkelle û Kuskunkiranê Fûara Zanistê ya 4006 TUBÎTAKê hat lidarxistin.
Hersê dibistanan bi hev ra fûar li dar xist û ji 13 şaxan 80 proje hatin pêşandan.
Fûar bi mebesta ku nifşên nû zanist û xebatên zanistî hîn bibin, bi jiyana rojane ra têkildar bikin, fêrî rê û rêbazên lêkolînê û pêşandana zanistî bibin hat lidarxistin û projeyên ku xwendekaran çêkir ji hev serkeftîtir in û rastî eleqeyeke mezin hatin.
Qaymeqamê Çaldiranê û Cîgirê Şaredar Tekîn Dundar di vekirina fûarê da axivî û got ku di paşerojê da merivên îlm û zanistê wê ji nav van xwendekaran derkevin û xwendekar pîroz kirin.
Fermandarê Cendirmeyên Navçeyê Serpel Serkan Koç, Alîkarê Midûrê Perwerdeya Millî yê Bajêr Yakup Aladag, Midûrê Perwerdeya Millî yê Navçeyê Omer Aslan, midûrên dibistanan, mamoste, xwendekar û dê û bavên xwendekaran beşdarî vekirina fûarê bûn.