Perwerdehî

Gund gund digerin û dibistanan temîr dikin

Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê "Ekîbeke Temîrê ya Mobîl" ku ji 4 kesan pêk tê, ava kir û ev ekîb dibistanên gundan temîr dikin

İbrahim Atmaca  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 19.09.2019
Gund gund digerin û dibistanan temîr dikin

Muş

Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê "Ekîbeke Temîrê ya Mobîl" ku ji 4 kesan pêk tê, ava kir û ev ekîb dibistanên gundan temîr dikin.

Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr bi telîmata Walî Îlker Gunduzoz ekîba ku ji ceyrankar, tesîsatkar, mobîlyakar û qaynaxkar pêk tê, li gundan digere, pêdiviyan kifş dike û paşê temîratan dike.

Ekîb nêzî 2 meh û nîv berê hat avakirin û heta niha 250 dibistan temîr kirin û pêdiviyên wan pêk anîn.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî Emîn Engîn daxuyanî da û got ku li gor pêdiviyên dibistanan wan ji ekîbê ra alav peyda kirin.

Engîn got, "Li bajarê me 711 dibistan hene û ji ber ku piraniya van dibistanan yên gund in, pir zehmet e ku em ji bo temîrê ji navenda bajêr hosteyan bibin. Ji bo karekî piçûk jî ev qas rê diçin û tên û zehmetiyê dikşînin. Ji bo çareserkirina vê mijarê me ekîbeke mobîl ava kir. Ekîba me gund gund digere û ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanan dixebite. Mesaiya ekîbê tuneye. Li dibistanan digerin û kêmasiyan temam dikin."

Engîn diyar kir ku wan heta roja îro nêzî 3 milyon û nîvî teseruf kiriye, ekîb wê heta dawiya salê kêmasiyên dibistanan temîr bikin.

Berpirsê ekîbê Orhan Aras jî got ku ew rojê diçin 3-4 gundan û wiha dewam kir, "Hedefa me ew e, ji bo ku zarokên me di nav şertên baştir da perwerde bibin, em ê kêmasiya hemû dibistanên me temam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.