Türkan Tosun
17 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2019
Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) Prof. Dr. Halîs Aygun daxuyand encamên Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (2019-YKS) hatin eşkerekirin.
Aygun li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê ezmûna YKSyê ya di navbera 15-16 Hezîranê çêbûbû da peyamek weşand.
Serokê OSYMyê Aygun got serlêdanên YKS-2019ê di 12ê sibatê da hatibûn kirin, ezmûn jî di navbera 15-16 Hezîranê çêbûbû û wiha dewam kir: "Encam hatin eşkerekirin. Namzedên me dikarin li ser malpera me 'https://sonuc.osym.gov.tr'yê encamên xwe hîn bibin. Encam bila ji bo hemû namzedên me û malbatên wan li ser xêrê be.
Namzed dikarin bi şîfre û jimara nasnameya xwe ya TCyê bikevin malperê û encamên xwe hîn bibin.