Selma Kasap
24 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Wezareta Perwerdeya Neteweyî encamên bicihkirina Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) li ser malpera înternetê ya "http://www.meb.gov.tr"yê eşkere kir.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, milyonek û 14 hezar û 675 xwendekarên ketibûn ezmûnên LGSyê yên di navbera 3-19yê tîrmehê da jê ji sedî 95 li gor tercîhên xwe di liseyan da hatin bicihkirin.
Ji bo xwendekaran di liseyan da 204 hezar û 812 kontenjan hatibû diyarkirin ku jê 200 hezar û 300 ji hêla xwendekaran va hatin hilbijartin, bi vî awayî ji sedî 97,80 rêjeya bicihkirinê derket holê.
Ji bo liseyên vala mane û xwendekarên ku nehatine bicihkirin serlêdan wê di navbera 8-16yê tebaxê da bên kirin.