İbrahim Atmaca
17 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê tayîn kir, îsal cara duyemîn Fuara Pirtûkan a Wanê li dar xist û di nav 10 rojan da 250 hezar pirtûkhezan fuar ziyaret kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, eleqeya ku nîşanî fuarê dan ji ya ku dihat hêvîkirin zêdetir bû.
Fuar li Navenda Fuar û Kongreyê ya li Herêma Sanayiya Organîze di 7ê berfanbarê da dest pê kir, digel qisedan û panelan seba zarokan jî fealiyet hatin lidarxistin û nêzî 100 nivîskar bi xwendevanên xwe ra hatin bal hev.
150 weşanxane û 150 nivîskar beşdarî fuarê bûn û Şaredariya Bajarê Mezin seba çûyîna qada fuarê servîsên bêpere texsîs kirin. Bi kordîneya ku Midûriya Perwerdeya Neteweyî ra hat çêkirin va servîsên şaredariyê 25 hezar xwendekar birin qada fuarê.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Ulker Cem Kaplan diyar kir ku ew ê fealiyetên çandî bidomînin û eleqeya ku merivan nîşanî fuarê dan ji ya ku wan hêvî dikir zêdetir bû.
Serokê Yekîtiya Şair û Nivîskaran a Wanê Yaşar Adiyaman jî diyar kir, li fuarê eleqeya ser pirtûkan, ew kêfxweş kirin.
Berpirsê weşanxaneyê Ozgur Çelîkê ku ji Stenbolê hat û li qada fuarê stand vekir jî got ku fuar bi xêr û bereket derbas bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê par jî cara ewil fuar li dar xist û nêzî 150 hezar pirtûkhezan fuar ziyret kiribûn.