12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
ANKARA
Ezmûna Derbasbûna Hîndekariya Bilind (YGS) ku di ketina zanîngehê da ezmûna qonaxa yekê ye, di saet 10.00î da dest pê kir.
Îsal 2 milyon û 265 hezar û 902 kesî serî li YGSê da. Ezmûn li 7 hezar û 646 avahiyan û bi 350 hezar wezîfedarên ezmûnê va tê kirin.
Di ezmûnê da ji tirkî 40, ji dîrokê 15, ji coxrafyayê 15, ji felsefeyê 8, ji çanda dîn û agahiyên exlaq an jî pirsên felsefeyê yên zêdekirî 5, ji matematîka bingeh 40, ji fîzîkê 14, ji kîmyayê 13, ji biyolojiyê jî 13 pirs tên pirsîn.
Ji bo 160 pirsî 160 deqîqe dem hat dayîn.