Perwerdehî

Serokomar Erdogan mizgîniya tayînkirinê ya 45 hezar mamosteyên nû da

Mehmet Tosun  | 20.03.2023 - Rojanekırın : 21.03.2023
Serokomar Erdogan mizgîniya tayînkirinê ya 45 hezar mamosteyên nû da

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ew ê tayîna 45 hezar mamosteyên nû bikin û got ji bo ku birînên erdhejê bên pêçan mamoste pêşdatir wê li herêmên afatê bên wezîfedarkirin.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got ew dixwaze mizgîniyekê bide.

Serokomar Erdogan wiha got: "Ji bo ku qalîteya pergala me ya perwerdeyê zêde bibe, kadroya me ya perwerdeyê bêtir xurt bibe em ê tayîna 45 hezar mamosteyên nû bikin. Em ê mamosteyên xwe ji bo ku birînên erdhejê bên pêçan pêşdatir li herêmên afatê wezîfedar bikin. Bila ji bo hemû mamosteyên me, malbatên wan, xwendekarên me û camîaya me ya perwerdeyê bi xêr be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın