Perwerdehî

Wezîr Tekin: "Emê vê salê bi mottoya 'her zarokek me şitl e, dersa me yekem Welatê Şîn e' bidin destpêkirin"

Zeynep Rakipoğlu  | 05.09.2025 - Rojanekırın : 07.09.2025
Wezîr Tekin: "Emê vê salê bi mottoya 'her zarokek me şitl e, dersa me yekem Welatê Şîn e' bidin destpêkirin"

Istanbul

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekin got, Emê vê sala xwendinê bi mottoya 'her zarokek me şitl e, dersa me yekem Welatê Şîn e' bidin destpêkirin. Em ji hevalan xwest mijara Malbat û Welatê Şîn di rojevê da be."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekin li Maseya Edîtoran a AAyê bersiv da pirsên derbarê rojevê û nirxandin kirin.

Wezîr Tekin got, "Ji ber ku Serokomarê me ev sal weke 'Sala Malbatê' ragihand, em dixwazin mamoste û rêvberên perwerdeyê çalakiyên bi mijara malbatê zêde bikin."

Tekin bal kişand ser şewatên daristanan û got, "Digel Wezîrê me yê Çandinî û Daristanan me biryar da em bi hev ra li ser mijara dar û daristanan komelek çalakî li dar bixin. Emê vê salê bi mottoya 'her zarokek me şitl e, dersa me yekem Welatê Şîn e' bidin destpêkirin. Em ji hevalan xwest mijara Malbat û Welatê Şîn di rojevê da be."

Wezîr Tekin ji bo uniformayên dibistanê got, "Me go bila mamoste û rêveber her sal, di warê cilûbergên dibistanê da nekevin hilbijartina markayekî yan jî ti pênaseyekê. Em hemî pêdawistiyên dibistanan dabîn dikin. Em naxwazin bexşîneke neçarî ji weliyan bê sitandin. Heke sepanên wisa hebin bila me agahdar bikin. Qedemeyên pergala xwendinê 4 sal in. Ji bo seranserê 4 salan cilûberg neyên guhertin me ev sererastkirin kir, bila zarokên weliyan bi heman cilan 4 salan biçin dibistanê."

Tekin got, "Rayeke giştî çêbû ku perwerdeya neçarî ya 12 salane kêm bibe ewê baş bibe. Weke hikûmetê dibe ku em biryarekê bidin. Dema me ew biryar da, emê parve bikin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.