Perwerdehî

Serlêdana 15 hezar mamosteyên bipeyman di navbera 21ê Nîsanê-5ê Gulanê da ye

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 16.04.2025 - Rojanekırın : 17.04.2025
Serlêdana 15 hezar mamosteyên bipeyman di navbera 21ê Nîsanê-5ê Gulanê da ye

Ankara

 Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî (MEB) ragihand ku ji bo hildana 15 hezar mamosteyên bipeyman serlêdan wê di navbera 21ê Nîsanê-5ê Gulana 2025an da werin kirin.

Di daxuyaniya ku ji MEBê hat dayîn da hat bibîrxistin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê mizgîniya tayînkirina 25 hezar mamosteyan dabû. Ji 25 hezaran 10 hezar wê seba Akademiya Perwerdeya Neteweyî werin tayînkirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand, di çarçoveya hildana 15 hezar mamosteyan da serlêdan wê di navbera 21ê Nîsanê-5ê Gulana 2025an da werin kirin.

Di encama pêvajoyê da namzedên ku ketina ezmûna zarkî heq dikin, wê di 7ê Gulana 2025an da li ser navnîşana 'www.meb.gov.tr'yê werin îlankirin.

Ji bo hûrgiliyên teqwîma 10 hezar tayînên ku ji bo Akademiya Perwerdeya Neteweyî hatin kifşkirin jî wê piştî îlankirina encamên Ezmûna Ketina Akademiyê bi raya giştî ra were parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.