Sefa Şahin
03 Tebax 2021•Rojanekirin: 04 Tebax 2021
ANKARA (AA) - Serlêdanên ji bo Ezmûna Destpêkirina Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES/2) ya ku di 19ê îlonê da bi destê Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) wê bê kirin, dest pê kir.
Li ser malpera înternetê ya OSYMê hat gotin ku kesên dixwazin bikevin ezmûnê ji îro û heta 11ê Tebaxê wê bikaribin serî lê bidin.
Namzedên dixwazin têkevin ezmûna ALESê wê ji ser malpera înternetê ya "https://ais.osym.gov.tr"ê ya Navendên Serlêdanên OSYMê û yan jî ji ser sepandina Mobîl a Karên Namzedan a OSYMê va wê heta 11ê Tebaxê bikaribin qeydên xwe çêbikin.
Di serlêdana ezmûnê da wê agahiya qoda HESê bê xwestin û ji ber vê jî kesên dixwazin ji bo ezmûnê serlêdanê bikin divê ewilî HESa xwe jî temîn bikin.
Namzedên ku wê têkevin ezmûna ALESê dikarin ji ser malpera înternetê ya OSYMê agahiyên berfirehtir hîn bibin.