Mehmet Tosun
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 05 Tebax 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ji ber bobelatên şewat û lehiyê dîrokên tercîhên Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) 2021î heta 20ê tebaxê hat dirêjkirin.
Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam parve kir û diyar kir biryar dan ku dîrokên tercîhên YKSyê dirêj bikin û ev gotin:
"Ji ber şewat û lehiyên ku li welatê me çêbûn me biryar da ku dîrokên tercîha YKSyê yên ku wekî 5-13ê tebaxê hatibûn diyarkirin dirêj bikin. Bi guherîna ku hat kirin da birayên me yên xwendekar dê ji 5ê tebaxê heta 20ê tebaxê saet 23.59an bikarin tercîhên xwe yên zanîngehê bikin. Ez ji bo hemû birayên xwe heyama tercîhê ya bi xêr û jiyana zanîngehê ya serkeftî dixwazim."