Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) hezar û 328 mamoste tayînî Şirnexê kir. Bi hatina van mamosteyan va ji sedî 90ê hewcedariya bajêr a bi mamosteyan hat dîtin.
MEBê 15 hezar mamoste tayîn kir. Ji wan mamosteyan hezar û 328 kes tayînî Şirnexê bûn û hejmara mamosteyên li Şirnexê xwe gihande 7 û 424an.
Ji ber ku hin caran bûyerên terorê derdikevin welatiyan wetrê bajar her tim wisa ne û mamosteyên ku tên jî di demeke kurt da ji bajêr diçin bajarên din. Bi pêvajoya çareseriyê va li herêmê aramî çêbû û êdî mamoste dixwazin ku li vê derê mamostetiyê bikin. Li bendê ne ku di saya vê da perwerdeya li bajêr baş bibe.
Beriya pêvajoya çareseriyê li bajêr 5 hezar û 212 mamoste hebûn û bi van tayînên dawiyê va hejmara mamosteyên li bajêr zêde bû.
- Herî zêde mamoste tayînî Şirnexê kirin
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Ahmet Alagoz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herî zêde mamoste tayînî Şirnexê kirin û welatî ji bo vê gelekî kêfxweş bûn.
Alagoz diyar kir ku hezar û 328 mamoste tayînî Şirnexê bûn û bi hatina van mamosteyan va ji sedî 90ê hewcedariya bajêr a bi mamosteyan hat dîtin û wiha got: "Ji sedî 90ê mamosteyan tayînî 80 bajarî bûn, ji sedî 9ê mamosteyan jî bi tenê tayînî Şirnexê bûn."
Alagoz destnîşan kir ku hewcedariya bajêr a bi mamosteyan qasî hezar û 5 kesî bû û heta niha ev hewcedarî bi mamosteyên bi pere va didîtin, bi van tayînên dawiyê va bawer dikin ku perwerdeya li bajêr jî yê rind bibe.
Alagoz eşkere kir ku li tevahiyê bajêr 160 hezar xwendekar di 604 xwendingehan da perwerdeyê dibînin.
Alagoz diyar kir ku di civîneke ku li Enqereyê hat kirin da dîtine ku di serkeftina perwerdeyê da pêş ketine û ji ber vê jî gelekî kêfxweş bûne.
Alagoz got ku ev serkeftin têra wan nake û ji bo ku zêdetir serkeftî bin ew ê hewla xwe bidomînin û wiha axivî:
"Bi pêvajoya çareseriyê va mamoste Şirnexê tercîh dikin. Heta mamoste di rêza ewil da Şirnexê tercîh dikin. Berê mamoste kêmzêde sal û nîvekê li bajarê me disekinîn. Di saya pêvajoyê da ev dema dirêj dibe. Heke ev pêvajoya dewam bike wê çaxê mamosteyên kêmzêde 5-6 salan li bajarê me bisekinin."