Perwerdehî

Rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî ya KPSSyê bi dawî bû

- Ezmûnên Beşê jî wê di 13-14ê îlonê da wekî sê rûniştin were kirin.

Şeyma Güven  | 07.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî ya KPSSyê bi dawî bû

Ankara

Rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî ya Grûba Ayê ya Ezmûna Bijartina Personelê Qamûyê (2025-KPSS) kuta bû.

Ji bo rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî 402 hezar û 105 kesan serlêdan kir û ezmûna ku ji hêla Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va li 81 bajarên Tirkiyeyê û 135 navendên ezmûnê yên Lefkoşayê hat kirin, di saet 10.15an da dest pê kir û piştî saet 10.00î namzed hilnedan avahiyên ezmûnê.

Ezmûn bi tevahî li 1040 avahî û 17 hezar û 41 salonan hat kirin û 54 hezar û 168 wezîfedaran wezîfe pêk anî.

Ezmûnên Beşê yên Grûba Ayê ya KPSSya 2025an jî wê di 13-14ê îlonê da wekî sê rûniştin were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.