Perwerdehî

OSYMyê dîrokên KPSSyê rojane kir

Serokê OSYMyê Halîs Aygun: "Dîrokên îmtihanan ji nû va hatin destnîşankirin. Wê li gor mufredat û destkeftiyên YSK û MEBê bin."

Nihat Kavşut  | 27.03.2020 - Rojanekırın : 28.03.2020
OSYMyê dîrokên KPSSyê rojane kir

Ankara

Serokê OSYMyê Halîs Aygun ragihand ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bernameya îmtihanan ya OSYMyê ya 2020an rojane kirine û wiha got: "Dîrokên îmtihanan ji nû va hatin destnîşankirin. Wê li gor mufredat û destkeftiyên YSK û MEBê bin."

Testa Agahiyên Beşê ya KPSSyê wê di 12-13yê Îlonê da û rûniştinên Zanistên Perwerdeyê-Çanda Giştî-Qabiliyeta Giştî di 6ê Îlonê da be.

Testa Agahiyên Beşê ya Mamostetiyê ya KPSSyê wê di 20ê Îlonê da û Îmtihana Derbasbûna Beşê di 9ê Tebaxê da be.

KPSSya pêşlîsansan di 25ê Cotmehê da û ya mezûnên lîseyan wê di 22yê Mijdarê da be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.