Li Tunceliyê ji ber berfê dibistan 2 rojan hatin tetîlkirin
Tunceli
Hat ragihandin ku li Tunceliyê ji ber rewşa hewayê dibistan 2 rojan hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li gor nirxandinên meteorolojîk li bajêr berf wê zêde bibare û îhtimala çêbûna cemedê tê texmînkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di vê çarçoveyê da hin tevdîr hatin hildan û wiha hat gotin, "12ê Rêbendanê roja Duşemê û 13ê Rêbendanê roja Sêşemê hemû dibistanên fermî û taybet ên tevahiya bajêr (bi biryara senatoya zanîngehê hemû xwendekarêm zanîngehê jî tê da) ji bo perwerdeyê 2 rojan navber hat dayîn."
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo personelên ducanî û astengdar ên saziyên qamûyê, personelên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene û jinên ku zarokên wan diçin dibistana seretayî û kreşê destûra îdarî wê bê dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
