Li Guroymak, Xelat û Mutkiya navçeyên Bidlîsê ji ber rewşa hewayê dibistan hatin tetîlkirin
Bitlis
Li Mutkiya navçeya Bidlîsê ji ber rewşa hewayê ya nebaş dibistan îro hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiya Mutkiyê ji ber rewşa hewayê ya nebaş hemû dibistanên fermî û yên taybet ên li navçeyê îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin jinên ducanî û kesên astengdar ên di saziyên kamuyê da dixebitin jî ji ber destûra îdarî wê neçin kar.
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Li Guroymaka navçeya Bidlîsê ji ber berfa ku zêde dibare dibistan îro hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiyê li navçeyê rewşa hewayê nebaş e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber berfa ku zêde dibare hemû dibistanên li navçeyê û yên gundan îro hatin tetîlkirin.
Ji bilî vê hat gotin jinên ducanî û kesên astengdar ên di saziyên kamuyê da dixebitin jî ji ber destûra îdarî wê neçin kar.
Li Xelata navçeya Bidlîsê ji ber berfa ku barî dibistan îro hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiyê, li navçeyê berf barî û hewa sar e.
Ji ber vê yekê hemû dibistanên fermî û taybet ên navçeyê îro hatin tetîlkirin, ducanî û personelên astengdar ên ku di saziyên qamuyê da dixebitin wê îro îzna îdarî bi kar bînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
