Li Diyarbekirê fînala herêmê ya "Pêşbaziya Aşpêjiyê û Mihrîcana Gastronomiyê ya Navneteweyî ya MEBê" hat lidarxistin

Diyarbakir
Li Diyarbekirê fînala herêmê ya "Pêşbaziya Aşpêjiyê û Mihrîcana Gastronomiyê ya Navneteweyî ya MEBê" hat lidarxistin.
Bername li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyî ya Uçkuyuyê ya li navçeya Yenîşehîrê ya navend bi mijara "Mitbexa Tirkan a Nûjen" hat lidarxistin û ji Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Sêrtê 14 dibistanan xwendekar beşdarî pêşbaziyê bûn.
Pêşbazî îsal cara duyemîn e ku tê lidarxistin û xwendekarên beşa gastronomiyê hunerên xwe yên mitbexê da nîşan dan.
Di encama pêşbaziyê da juriyê nirxandinek kir û Lîseya Anadoluyê ya Teknîkî û Pîşeyî ya Keçan a Qiziltepeyê bû yekemîn û maf bi dest xist ku beşdarî fînala Tirkiyeyê ya dê li Stenbolê bê lidarxistin bibe.
Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Keçan a Zubeyde Hanim a Navend a Batmanê bû duyemîn û Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Keçan a Yenîşehîrê jî bû sêyemîn.
- "Tecrubeyeke gelekî xweş e û kelecanê dide mirov"
Asli Yurtdaşa xwendekara Teknîkî û Pîşeyî ya Keçan a 500 Evlerê ya ku beşdarî pêşbaziyê bû jî got ku di pêşbaziyê da kadeyên Diyarbekirê, qeliya bi bih û qursik çêkirin.
Yurtdaş got ku "Tecrubeyeke gelekî xweş e û kelecanê dide mirov ku me li vir pêşberî juriyan xwarinên xwe çêkirin û pêşkêş kirin. Me nekarî bikevin dereceyê lê ez dê rexneyên juriyan binirxînim."
Ozlem Ateşa xwendekara Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Keçan a Yenîşehîrê jî diyar kir ku bi xwarinên herêmî yên Diyarbekirê beşdarî pêşbaziyê bûn û got ku "Em nebûn yekemîn lê tecrubeyeke xweş bû. Me îro xwarinên Diyarbekirê da nasandin û ev yek kêfxweşiyê dide me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.