Perwerdehî

Ji bo 20 hezar namzedên mamostetiyê pêvajoya hilbijartinê îro diqede

Buğrahan Ayhan  | 20.11.2024 - Rojanekırın : 21.11.2024
Ji bo 20 hezar namzedên mamostetiyê pêvajoya hilbijartinê îro diqede

Ankara

 Ji bo 20 hezar namzedên mamostetiyê ku dê Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) wan bigire, pêvajoya hilbijartinê îro diqede.

Wezaretê 25ê cotmehê ji ser e-Devletê gihîştina puanên serkeftîbûna ezmûna devkî ji bo namzêdên mamostetiyê vekiribû. Her wiha Rêbernameya Hilbijartin û Tayînê ya Mamostetiya Bipeyman a Sala 2024an jî di heman demê da weşandibû.

Pêvajoya îtirazê ya ji bo encamên ezmûna devkî ya ku 28ê cotmehê dest pê kiribû, di 1ê mijdarê da hatibû bi dawîkirin, heta 11ê mijdarê jî îtirazên ku hatibûn kirin ji aliyê komîsyonên ezmûna devkî va hatibûn nirxandin.

Li gorî puanên ku hatin teqezkirin rêzbendî çêbû û bi vê jî namzedan li ser ekranê hilbijartinê cih girtin. Bi vî awayî hilgirtina 20 hezar mamosteyî dest pê kir.

Di pêvajoya hilbijartinê ya ku ewê îro saet 16.00an da biqede, namzedên ku di ezmûnê da 60 puan û zêdetir sitandibin, dikarin herî zêde 40 saziyên perwerdeyê ji ser pergala elektronîk hilbijêrin.

Li gorî rêbernameya MEBê ya tayînkirinê ewê encamên tayînê 23yê mijdarê roja şemiyê bên ragihandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın