Heyama nû ya perwerde û hîndekariyê îro dest pê kir

Ankara
Li saziyên perwerdeya seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an îro bi dersa ku mijara wê "Ji Çanakkaleyê heta Xezeyê Ruhê Serxwebûn û Evîna Welat"e va dest pê kir.
Piştî betlaneya havînê qasî 20 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste îro ji bo heyama nû ya xwendinê li nêzîkî 74 hezar dibistan û di nêzîkî 750 hezar polan da dest bi perwerdeyê kirin.
Ji bo xwendekarên ku dest bi perwerdeya pêşdibistanê kirin û xwendekarên pola yekem ên dibistana seretayî di navbera 2 û 3yê Îlonê da perwerdeya destpêkê hat lidarxistin.
Ji bo xwendekarên dest bi dibistana navîn kirin jî vê hefteyê xebatên rêberiyê wê bên kirin.
Di dersa ewil a hefteya destpêkê da di hemû polan da dersa "Ji Çanakkaleyê heta Xezeyê Ruhê Serxwebûn û Evîna Welat" hat dayîn.
- Mufredata nû wê dest pê bike
Îsal mufredata nû ya ku di çarçoveya Modela Perwerdeya Sedsalê ya Tirkiyeyê da hatiye amadekirin wê cara ewil di pêşdibistan û polên 1, 5 û 9an da bê hînkirin.
Bi mufredata nû va naveroka dersan ji sedî 35 hat hêsankirin.
Ji bo vê mufredatê mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersan bê pere gihîşt li ber destê xwendekaran.
- Navbera ewil wê di navbera 11-15yê Mijdarê da be
Di navbera 11 û 15yê Mijdara 2024yan da betlaneya ewil a salê wê bê kirin.
Serdema yekem a sala xwendinê ya nû wê di 17yê Çileya Paşîn a 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Navbera serdema yekem wê 20ê Çileya Paşîn a 2025an roja duşemê dest pê bike û di 31ê Çileya Paşîn a 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Serdema duyem jî wê di 3yê Sibata 2025an roja duşemê dest pê bike û wê di 20ê Hezîrana 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Navbera serdema duyem jî wê di 31ê Adara 2025an roja duşemê dest pê bike û wê di 4ê Nisana 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.