Heyama nû ya perwerde û hîndekariyê îro dest pê kir

Ankara
Li saziyên perwerdeya seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an îro bi dersa ku mijara wê "Ji Çanakkaleyê heta Xezeyê Ruhê Serxwebûn û Evîna Welat"e va dest pê kir.
Piştî betlaneya havînê qasî 20 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste wê ji bo heyama nû ya xwendinê li nêzîkî 74 hezar dibistan û di nêzîkî 750 hezar polan da dest bi perwerdeyê bikin.
Ji bo xwendekarên ku dest bi perwerdeya pêşdibistanê kirin û xwendekarên pola yekem ên dibistana seretayî di navbera 2 û 3yê Îlonê da perwerdeya destpêkê hat lidarxistin.
Ji bo xwendekarên ku wê dest bi dibistana navîn bikin jî vê hefteyê xebatên rêberiyê wê bên kirin.
Di dersa ewil a hefteya destpêkê da di hemû polan da dersa "Ji Çanakkaleyê heta Xezeyê Ruhê Serxwebûn û Evîna Welat" wê bê dayîn.
- Mufredata nû wê dest pê bike
Îsal mufredata nû ya ku di çarçoveya Modela Perwerdeya Sedsalê ya Tirkiyeyê da hatiye amadekirin wê cara ewil di pêşdibistan û polên 1, 5 û 9an da bê hînkirin.
Bi mufredata nû va naveroka dersan ji sedî 35 hat hêsankirin.
Ji bo vê mufredatê mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersan bê pere gihîşt li ber destê xwendekaran.
- Navbera ewil wê di navbera 11-15yê Mijdarê da be
Di navbera 11 û 15yê Mijdara 2024yan da betlaneya ewil a salê wê bê kirin.
Serdema yekem a sala xwendinê ya nû wê di 17yê Çileya Paşîn a 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Navbera serdema yekem wê 20ê Çileya Paşîn a 2025an roja duşemê dest pê bike û di 31ê Çileya Paşîn a 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Serdema duyem jî wê di 3yê Sibata 2025an roja duşemê dest pê bike û wê di 20ê Hezîrana 2025an da roja înê bi dawî bibe.
Navbera serdema duyem jî wê di 31ê Adara 2025an roja duşemê dest pê bike û wê di 4ê Nisana 2025an da roja înê bi dawî bibe.