2017 ж. 20 қаңтар•Rojanekirin: 2017 ж. 23 қаңтар
HAKKARİ
Fermandarê Parleşkera Asayî ya Cendermeyan a Wanê Korgeneral Arîf Çetîn û Fermandarê Lîvaya Hidûdê 2yemîn Tuggeneral Bahtiyar Ersay li Hekariyê qarne dan zarokan.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ji ber êrîşên terorê gelek dibistan zirar dîtine, merasima qarne dayînê hat kirin. Bi hezaran xwendekar qarneyên xwe ji destê fermandaran hildan û dest bi tetîla nîvesalê kirin.
Fermandarê Parleşkera Asayî ya Cendermeyan a Wanê Korgeneral Arîf Çetîn di axaftina xwe da diyar kir ku daxwaza wan ewe rûyê zarokan hertim bi ken be û ji wan bê hezkirin û wiha pê da çû: "Em dibînin ku malbat çiqas giringiyê didin perwerdehiyê. Malbata min jî ji bo xwendina min pir ked da. Hêk û şîr difirotin û ji min ra pê defter û qelem distendin. Ji bo serkeftinê xwestin lazime. Ez bi nanê dewletê mezin bûm. Dewleta me mezine."
Qeymeqamê navçeyê Mahmut Kaçikçi jî destnîşan kir hin kes hewl didin û dixwazin heş û mêjiyê zarokan tevlihev bikin û fatore û berdêla wê yekê jî li welêt tê birîn û wiha pê da çû: "Li vî welatî 15 tîrmehê belasebep neqewimî. Ji ber ku hin kesan heş û mêjiyê zarokên me dîl girtine ew bûyer qewimî û em îro rastî teroriya PKK û DEAŞê tên."
Li navçeya Çukurcayê jî Fermandarê Lîvaya Hidûdê 2yemîn Tuggeneral Bahtiyar Ersay qarne da zarokan.