2016 ж. 09 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 10 наурыз
MALATYA
Kordînatoriya Azmûnên Navenda Hilbijartin û Bicihkirina Xwendekaran (OSYM) a Malatyayê beriya azmûnê hin pêşniyaz da xwendekarên ku dê bikevin Azmûna Hîndekariya Bilind (YGS).
Di daxuyaniya nivîskî ya kordînatoriyê da hat destnîşankirin ku seba trafîk asê nebe, xwendekarên ku dê bikevin azmûnê divê bi wesayîtên cîguhastina giştî biçin ciyê azmûnê, seba ku li ber avahiya azmûnê dor çênebe, xwendekar divê bi xwe ra alavên mîna çente, cuzdan û yên din neynin, divê bi kincên sade yên ku tê da aksesûarên hesinî nebin werin azmûnê, herî dereng divê saetek beriya azmûnê li ber avahiya ku dê bikevin azmûnê amade bin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku roja azmûnê wesayîtên cîguhastina giştî yên Serokatiya Şaredariya Mezin a Malatyayê di di navbera 07.00 û 14.00an da seba xwendekarên ku belgeya xwe ya azmûnê nîşan bidin, bêpere ye.
Herwisa di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li ser nasnameya namzedan divê Nimroya Nasnameyê ya T.C.yê û wêneya dexmekirî hebe.