Nûçeyên analîzê

YPG/PKK li Sûriyeyê berdana DEAŞiyan wek "keysa siyasî" bi kar tîne

YPG/PKKya rêxistina di nav salekê da endamên DEAŞê jî tev bi qasî 3 hezar kesî ji Kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye, berda.

28.11.2020 - Rojanekırın : 29.11.2020
YPG/PKK li Sûriyeyê berdana DEAŞiyan wek "keysa siyasî" bi kar tîne

Ankara

 Pispor dibêjin YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku endamên DEAŞî yên li Kampa Holê girtîne bi armanca "keysa siyasî" berdide û bi kar tîne, pispor vê yekê jî ji bo ewlehiya herêmî û gerdûnî wek tehdîd dinirxînin.

Li Kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê da ku kontrola wê di destê YPG/PKKê da ye ji 50 welatî endamên DEAŞê tevlî malbatên xwe û sivîlên ji şer û pevçûnan reviyane dijîn.

Rêxistin ev salek e ji kampê ku rewşa mirovahî her diçe xerabtir dibe awayek bê kontrol merivan berdide. Ji aliyekî va sivîlên qet tevlî şer nebûne tên berdan û ji aliyekî va jî gelek terorîstên tê zanîn ku bi DEAŞê ra têkiliya wan heye tên berdan.

Heta niha YPG/PKKyê awayek bê kontrol ji bo derketina nêzî 3 hezar kesî berda lê nayê zanîn ku ji wan kesan têkiliya çend kesan bi DEAŞê ra heye.

Pisporan daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û rewşa Kampa Holê ya di kontrola YPG/PKKyê da û wek "keysa siyasî" emilandinê jî nirxandin.

- Ji bo herêmên bi ewle talûke ne

Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Yedîtepeyê Prof. Dr. Mesûd Hakki Caşin bal kişand ser berdana endamên DEAŞê yên bi destê rêxistinê û got ku ew yek ji bo ewlehiya herêmî û gerdûnî jî talûkeyeke mezin e.

Caşin diyar kir ku rêxistin bi berdana endamên DEAŞê va dixwaze li herêmên Kaniya Aştiyê, Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê yên Tirkiyeyê ji terorê rizgar kiribû hizûr, aramî û ewlehiyê serobin bike û wiha dewam kir: "Endamên DEAŞê car caran ji bo Til Ebyad û Efrînê hewl didin. YPG/PKKya rêxistina terorê mehkûmên DEAŞî ji bo aramiya herêmên ku Tirkiyeyê rizgar kiriye xera bibe bi kar tîne."

- Çavkaniyeke fînansê ya YPG/PKKê: Bazirganiya li ser berdana dîl û hêsîran

Di berdewamiya axaftina xwe da Caşin destnîşan kir ku rêxistin mehkûmên DEAŞî wek malekî bazirganiyê bi kar tîne û di bergîdana pereya da berdide û vê yekê wek çavkaniyeke fînansê diemilîne.

Prof. Dr. Caşin destnîşan kir ku armanceke din a YPG/PKKê jî ew e ku bila şêniyên ji herêmê derketine venegerin û wiha domand: "Bi berdana endamên DEAŞê va tirs û xof a li herêmê wê zêdetir bibe. Bi vî awayî rêxistin wê rê li vegera şêniyên herêmên ku di bin kontrola wê da ne, bigire.

- YPG/PKK Kapma Holê wek keyseke siyasî bi kar tîne

Caşin ragihand rêxistin dixwaze nêrîneke wisa raxe pêş çavan ku mîna ew bi tenê kesên "xwîn bi destê wan nehatiye rijandin" berdide nîşan bide û çapemeniya biyanî jî bi piranî li ser vê yekê propagandayê dike.

Caşin diyar kir ku YPG/PKK bi vê hemleyê hewl dide ku hem li herêmê hem jî navneteweyî asta xwe hêzdar bike û wiha got: "Rêxistin mehkûmên siyasî yên DEAŞê wekî koz bi kar tîne û zorê dide saziyên navneteweyî ku pê ra hevkariyê bikin. Dibêjin bi peyama xwe bêjin, 'Heke hûn aliyê me nekin em ê mehkûman berdin'."

- "DEAŞ demeke dirêj e hewl dide vegere"

Dr. Can Kasapogluyê Direktorê Bernameya Lêkolînên Ewlekarî û Parastinê ya Navenda Lêkolînên Polîtîkayên Derva û Aboriyê (EDAM) jî diyar kir ku DEAŞa rêxistina terorê ji hêla bingeha îdeolojîk va hê li jiyanê ye û got, "DEAŞ demeke dirêj e hewl dide vegere û bingehek jî qezenc kir."

Kasapoglu destnîşan kir ku tehdîda DEAŞê hê ji holê ranebûye û di fermana rêxistinê da hê gelek milîtan hene, berpirsyarî dikeve ser milên welatên ku terorîstên hatin berdan welatiyên wan in.

Kasapoglu wiha axivî: "Di nav terorîst û şikbarên hatin berdan da welatiyên kîjan welatan hene ew nikarin ji berpirsyariyê hiqûqî birevin û jê xilas bibin. Dema pirsgirêk kurewî be dibê çareseriya wê jî kurewî be."

Can Kasapoglu got ji bo çareseriya pirsgirêka DEAŞê ya li Sûriyeyê dibê nexşerêyeke teze were çêkirin, kanalên îstixbaratê ji nû va werin serastkirin û rêxistinên wekî YPG/PKKyê ji mekanîzmayê werin derxistin.

- DEAŞiyên hatin berdan dibe ku di şiklê penaberan da birevin Ewropayê

Samîr Alabdullahê Pisporê Xebatên Levant a Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) jî got armanca valakirina Kampa Holê ya YPG/PKKyê ew e ku ji "Koalisyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DEAŞê"piştgiriya fînans, siyasî û eskerî bistîne.

Alabdullah piraniya texliyeyê ji jin û zarokên sivîl pêk tê, bi taybetî di demên dawîn da rêxistin bi protestoyên gelê heêmê va rûbirû dimîne ji bo li cem eşîrên Ereb nê li herêmê baş xanê bike van xebatan dike.

Alabdullah got DEAŞiyên tên berdan ji bo herêmên di kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriyê dide da tehdîdeke mezin in, di van demên dawîn da li van deran êrîşên DEAşê tên dîtin.

Alabdullah got hin endamên DEAŞê piştî ku ji kampan vedigetin dibe ku di şiklê penaberan da derbasî Ewropayê bibin, endamên rêxistina terorê dibe ku bi hucreyên veşartî ra têkiliyê daynin û ev rîsk e.

- Texliyeya Kampa Holê

YPG/PKKyê di nîsana 2017an a li bajaroka Holê kamp ava kir, endamên DEAŞa rêxistina terorê û sivîlên ji pevçûnên li Dêra Zorê revîn û hin DEAŞiyan û malbatên wan li kampê digre.

Li Kampa Holê ji 50 welatî çend hezar şervanên terorîst û gelek terorîstên ji Sûriye û Iraqê hene.

YPG/PKK di saleke dawîn da kêmzêde 3 hezar kesên di nav wan da endamên DEAŞê jî hene ji Kampa Holê texliye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın