Nûçeyên analîzê

Serdana Papa Francîscus ya li Iraqê dibe ku feydeyê bide îstiqrara herêmê

Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan digel hemû zor û zehmetiyan vexwendina Iraqê qebûl kir û ev jî nîşan dide ku çiqas qîmetê dide vê ziyaretê

Nihat Kavşut, Haydar Şahin, Abdullah Tel  | 06.03.2021 - Rojanekırın : 07.03.2021
Serdana Papa Francîscus ya li Iraqê dibe ku feydeyê bide îstiqrara herêmê

Istanbul

Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan digel hemû zor û zehmetiyan vexwendina Iraqê qebûl kir û ev jî nîşan dide ku çiqas qîmetê dide vê ziyaretê. Ev ziyaret bi saya biryardariya Papa çêdibe.

Papa di rewşeke ku hê bandora vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) didome da cara ewil derdikeve dervayî welêt û cara ewil Papayek diçe serdana Iraqê. Wek mayîn Papa cara ewil e ku Ayetullah Uzmayekî ku di pozîsyona mercî-î teqlîdê da ye ziyaret dike.

Bernameya Papa qerebalix e. Iraq bi saya vê ziyaretê di salên dawîn da cara ewil bi bûyereke erênî tê rojevê. Ev ziyaret di her warî da wê bandoreke erênî li Iraqê bike. Ji ber ku Papa pêşengê rûhanî yê Katolîkan e helbet hêla dînî ya serdanê girîng e. Zehf girîng e ku Papa li Necefê bi Ayetullah Elî el-Huseynî es-Sîstanî ra bê bal hev. Papa cara ewil e bi pêşengê rûhanî yê Şiiyan ra tê bal hev. Bandora Es-Sîstanî ji sînorên Iraqê jî derbas dibe, di pozîsyona mercî-î teqlîdê da ye û alimekî girîng yê Şiî ye. Qîmetê dide îstiqrara Iraqê û yekî wisa ye ku di ser siyasetê da ye. Li Necefê hevdîtina Papa û Ayetullah es-Sîstanî bi gelemperî ji bona Îslam û Katolîkan û bi taybetî jî ji bona pêşvabirina pêwendiyên Şiî û Katolîkan qîmeteke wê ya dîrokî heye.

Papa Fransiscus dixwaze bi vê ziyareta xwe nîşan bide ku bi Xiristiyanên li Iraqê ra di piştgiriyê da ye. Li Iraqê xêncî Keldanî û Siryaniyan civatên Xiristiyan ên qedîm jî hene. Di sala 2003yan da ji 6 paran parekê serjimara Iraqê Xiristiyan bûn. Hejmara wan kêm zêde milyon û nîvek bû. Bêîstiqrarî û terorê Xiristiyan ji cî û warên xwe kirin. Hejmara Xiristiyanan dibêjin 200-300 hezar e. Rêveberiya Iraqê hewl dide ku malên hatin xespkirin werin dayîn û zirara wan were çareserkirin. Vatîkan girîngiyê dide vê hewlê. Papa dixwaze bi vê ziyaretê nîşan bide ku li cem Xiristiyanan e.

Serdana Papa Francîscus ya li Iraqê dibe ku feydeyê bide îstiqrara herêmê

Hema bêje piraniya pisrgirêkên Vatîkan jê aciz e ji ber bêîstiqrariyê derketine holê. Tirkiye di her firsendê da balê dikişîne ser îstiqrara herêmê. Valahiya otorîteyê dibe hêzdarbûna komên terorê. Mezhebgirî û teesub hizûrê nade tu kesî. Ziyareta Papa ya Iraqê ew ê bibe sedem ku carekî dîsa vê pirsgirêkê bîne bîrê.

Li erdnigariya me pirbûna ol û çandan wek dewlemendî tên hesibandin. Li Rojhilata navîn Misilman, Xiristiyan, Êzîdî û gelek komên din ên olî di nav hev da û bi hev ra jiyana xwe domandine. Lê li herêmê serobinbûna îstiqrarê li iraqê tesîr li ser herkesî kiriye. Mezhepperestî, korbawerî û bûyerên terorê hizûr ji gel ra nehîştiye.

Tirkiyeyê di vê heyama zor û zehmet da derê xwe ji her kesên ji cî û warê xwe bûne ra vekiriye. Di mijara nijad û olî da cihêkarî nekiriye. Meriv dikare bibêje ku Iraq niha dixwaze birînên xwe bipêçe û aramiya di nav gel da ji nû va bi cî bike û bo vê jî hewl dide. Ziyareta Papa ji bo vê pêvajoyê dibe bi kêr bê. Wek Tirkiye em li herêmê alîgirên hizûr û îstiqrarê ne. Ji ber vê ye ku em li herêmê DEAŞ û PKK di serî da li dijî rêxistinên terorê hewl didin û xwe ji vê dûr naxin. Em hêvî dikin serdana Papa bê pirsgirêk û bi serfirazî xilas bibe. Her gav û rûdanên ku bi kêrî hizûr û îstiqrara herêmê bê me kêfxweş dike."

[Lutfûllah Goktaş Balyozê Vatîkanê yê Tirkiyeyê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın