Nûçeyên analîzê, Koronavîrus

Kronolojiya Kovîd-19ê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê: Nakokî, berpirsyarî, tevlihevî û faktora Amerîkayê

Baweriya bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ku sala 1948an di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat avakirin ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm bûye û rêxistin di dîroka xwe da demeke zor û dijwar derbas dike

Nihat Kavşut, Abdullah Tel, Haydar Şahin  | 18.04.2020 - Rojanekırın : 21.04.2020
Kronolojiya Kovîd-19ê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê: Nakokî, berpirsyarî, tevlihevî û faktora Amerîkayê

Geneve

Baweriya bi Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ku sala 1948an di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat avakirin ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm bûye û rêxistin di dîroka xwe da demeke zor û dijwar derbas dike.

RTDya di warê tenduristiya civakî da xebatên navneteweyî dike li dinyaya ku nifûsê wê qederê 7,7 milyar e platforma tenduristiyê ya tekane ya navneteweyî ye ku baweriyê pê tînin.

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir da Kovîd-19 bû qeyrana herî mezin ya tenduristiyê ku mirovahî pê ra rû bi rû ma û loma jî RTD bûye hedef.

Ji ber tirsa ku ji ber şewbê li dinyayê belav bû çavên her kesî li ser RTD û Çînê ye ku ev şewb lê belav bûye.

RTD tê sûcdarkirin ku "Di şewbê da rola Çînê veşartiye, heta teşwîq kiriye. Bûye piyonê Çînê û di warê îlankirina rewaş acîl û şewbê da bi derengî ketiye. Gelek caran bang li dewletan kiriye ku 'sînorên xwe yên bi Çînê ra negirin' û bi vî awayî di belavbûna şewbê ya gerdûnê da roleke mezin girtiye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rojan e ji xeynî Çînê RTD jî kiriye hedef û telîmat da ku fonên Amerîkayê yên dide rêxistinê bidin sekinandin.

- Ghebreyesus 4 sal berê bi pîrozbahiyeke mezin hatibû wezîfeyê

RTDya navenda wê li Cenevreya bajarê Swîsreyê ye di 7ê Nîsana 1948an da hatiye avakirin û li seranserê dinyayê 150 ofîsên wê û derdora 7 hezar xebatkarên wê hene.

Dîrektorê Giştî yê RTDyê Tedros Adhanom Ghebreyesus 23yê Gulana 2017an ji bona 5 salan hat hilbijartin û di 1ê Tîrmehê da dest bi wezîfeyê kir.

Ghebreyesus reqîbê xwe yê Îngiliz Davîd Nabarro bi ferqeke mezin derbas kir û piştî bi ser ket li Ofîsa Cenevreyê ya NYê pîrozbahiyeke mezin hat kirin.

Hin rojnamevanên navneteweyî ji bona Dîrektorê Giştî yê RTDyê yê nû wê demê pênaseya "Zilamê Bîll Gates" kirin.

Ghebreyesus beriya RTDyê salên 2005-2012an da li Wezareta Tenduristiyê ya Etiyopyayê û peyra salên 2012-2016an bûbû Wezîrê Karên Derva.

- Amerîka çiqas pereyî dide budçeya RTDyê?

194 dewletên endamên RTDyê û saziyên dildar bi navê "piştgiriyên bibac" û "piştgiriyên dildarî" bi du awayî feydeyê didin budçeya rêxistinê.

Dewletên endam li gor nifûs û aboriya xwe salane pere didin RTDyê û ev pere di rêjeya budçeya rêxistinê da ji sedî 17 ye.

Di budçeya ji bona 2 salan tê amadekirin da budçeya 2020-2021an li gor heyama berê ji sedî 9 zêde bû û wek qederê 4,5 milyar dolar hatiye destnîşankirin.

Amerîka qederê ji sedî 14.67 fonê dide budçeya salane ya RTDyê û alîkariya wê ya salane derdora 412 milyon dolarî da ye.

Ev alîkariya Amerîkayê ku hatiye destnîşankirin salane ji 118 milyon dolarî zêdetir e û qederê 300 milyon dolarê mayî jî bi alîkariya dildarî çêdibe.

- Dibe ku Bill Gates bibe fînansorê sereke yê RTDê

Di qada fînansoriyê (piştevaniya madî ya ji hêla pereyan va) ya ji bo RTDê da Amerîka di rêza sereke da bû. Amerîkayê di heyama pêşhesabê (budçe) xwe ya 2018-2019an da di dawiya 2019an da bi qasî 800 milyon dolar pere wek alîkarî da. Piştî Amerîkayê li gor rêzê herî zêde Weqfa Bill & Melinda Gates, Îngiltere û Almanyayê piştevanî dan RTDê.

Welatê Çînê yê niha herî zêde tê rexnekirin jî bi 43 milyon dolarî va piştevaniya rêxistinê kiriye û di nav piştevanan da bi rêjeya ji sedî 0,21î va di rêza 49an da cih digire û ji pereyê ku Çînê daye jî bi qasî 38 milyon dolar dayînên mecbûrî yên endamtiyê ne.

Heke Amerîka ji hêla madî va piştevaniya dida RTDê bibire tê payîn ku Bill Gates bibe fînansorê sereke yê RTDê.

- RTD Serokê Amerîkayê Trump bi "polîtîzekirina Kovîd-19ê" sûcdar dike

Rêveberiya Amerîkayê RTDê ji xwe ra wek hedef hilbijartiye lê Dîrektorê Giştî yê RTD Ghebreyesus digel sûcdarkirinên "giran" û "bênavber" ên Trump, zimanekî nerm bi kart îne û ji nîqaşê dûr disekine.

Ghebreyesus di şûna ku îdiayên Trump bibersivîne da dibêje ku lazime şewb neyê polîtîzekirin.

- Gelo Trump di sûcdarkirian da mafdar e?

Tevlî Amerîkayê Japonya û Tayvan jî di nav da gelek welat RTDê ji ber ku li hemberî qeyrana Kovîd-19ê "dereng" tevgeriya û biryarên "hevnegirtî" da, sûcdar dikin.

Pêvajoya ku RTDê li hemberî şewba Kovîd-19ê ya di 1ê Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, birêva bir wiha ne:

14ê rêbendanê: Di parvekirina ji ser hesabê RTDê yê Twîtterê da peyameke spartin rayedarên Çinî hat weşandin û hat gotin ku tu delîlekî berbiçav ê nîşan dide şewb ji mirov derbasî mirov dibe, tuneye.

20ê rêbendanê: Rêxistinê ragihand ku vîrus bi piranî ji heywanan derbasî bedena mirov dibe lê kêm car be jî ji ber têkilî danîna bedenî (destê hev girtin, hev maç kirin) ji mirovan derbasî mirovan dibe.

21ê rêbendanê: Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 6an. Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê Ging Şuang got ku ji roja şewb derketiye meydanê vir va wan RTD û welatên eleqedar agahdar kirine.

23 rêbendanê: Dîrektorê Giştî yê RTDê Ghebreyesus ji bo vîrusa ku li Çînê belavbûna wê bilez bû got ku bo "îlankirina rewşa acîl a tenduristiya raya giştî" zû ye û îdia kir ku "delîlên" têrê dikin hê jî tunene.

24ê rêbendanê: Ghebreyesus der barê mijarê da bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yî ra hevdîtin kir û got ku ji ber tewdîrên hikûmeta Çînê hildaye wan teqdîr kir û got: "RTD ji bo çareserkirina lazmatiyên Çîn bixwaze amade ye û dikare wan temîn bike. RTD bi temamî ji têkoşîna qabîliyeta hikûmeta Çînê ya ku wê li hemberî şewbê birêva bibe, bawer dike."

29ê rêbendanê: Ghebreyesus piştî serdana xwe ya Çînê demildest ragihad ku 6 hezar û 65 waqie hatine tespîtkirin û 132 kes jî mirine ji ber vê jî hişyarî da û got ku potansiyela belavbûna şewbê pir zêde ye.

30yê rêbendanê: RTDê ji bo şewba Kovîd-19ê "rewşa acîl a tenduristiya raya giştî" îlan kir û Ghebreyesus ji bo biryarê got: "Tiştên li Çînê diqewimin sedem nîne ew tiştên din ên ku li welatên din diqewimin sedema vê yekê ye. Tu hincetek tuneye ku têkiliyên bazirganî yên bi Çînê ra bên qutkirin û çûn û hatina ber bi Çînê va bê sînordarkirin. Îlankirina rewşa acîl a tenduristiya raya giştî li hemberî Çînê rayeke jêbaweriyê nîne û di têkoşîna li hemberî şewbê da Çîn hewleke ji bendewariyan zêdetir nîşan dide."

31ê rêbendanê: RTDê digel îlankirina rewşa acîl a tenduristiya raya giştî banga "Deriyên xwe li Çînê negirin" îlan kir.

3yê sibatê: Ghebreyesus dubare kir ku li dijî astengkirina seyahet û bazirganiyê bi Çînê ra derdikevin.

11ê sibatê: RTDyê diyar kir ku navê vîrusa koronayê ya tîpa nû (2019-nCoV) danîn Kovîd-19.

22yê sibatê: Ghebreyesus ji bo li dijî Kovîd-19ê têkoşîneke çalak bikin bangî civaka navneteweyî kir ku 675 milyon dolar lazim dike.

26ê sibatê: Direktorê Giştî yê RDTyê got ji ber nexweşiya bi lez li Îtalya, Îran û Koreya Başûr belav dibe di nav fikaran da ne lêbelê li dijî derdikevin ku ji Kovîd-19ê ra bêjin pandemî.

27ê sibatê: Ghebreyesus piştî ku Kovîd-19 li welatên din jî derket holê diyar kir ku vîrus "gihîşt asteke eşkere".

28ê sibatê: RTDyê asta rîska kurewî ya ji bo Kovîd-19ê ji "bilind" derxiste "zehf bilind"ê.

2yê adarê: Ghebreyesus diyar kir ku Kovîd-19 li welatên xêncî Çînê jî bi lez belav dibe û dinyayê vedigerîne "herêmeke nediyar".

6ê adarê: Ghebreyesus destnîşan kir ku hejmara nexweşan derkete 100 hezarî û got, "Dema waqieyên Kovîd-19ê zêde dibin em ji hemû welatan ra pêşniyaz dikin ku "astengkirinan" derxin asta herî bilind."

9ê adarê: Ghebreyesus diyar kir ku nexweşî li gelek welatan belav bû û got, "tehdîda pandemiyê derket holê".

11ê adarê: RTDyê nexweşiya kurewî wekî pandemî îlan kir.

12ê adarê: Ghebreyesus îdia kir ku Kovîd-19 "pandemiyeke wisa ye ku dikarin hildin bin kontrolê."

13ê adarê: Rêxistinê diyar kir ku êdî Ewropa navenda kirîza Kovîd-19ê ye.

18ê adarê: Ghebreyesus got betalkirina çalakiyên spor û konserê û civînên mezin ewê belavbûna Kovîd-19ê kêm bike.

20ê adarê: Ghebreyesus diyar kir ku li Çînê bi hin saziyên qebûl kirin ku ekîpmanên tibî tedarîk bikin ra têkilî danîn.

24ê adarê: Margaret Harrisa Berdevka RTDyê got dibe ku Amerîka bibe navenda teze ya nexweşiyê.

27ê adarê: Ghebreyesus Direktorê Giştî got ji bo çêkirina aşiya Kovîd-19ê herî kêm 12-18 meh dem lazim dike.

31ê adarê: Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê got ji ber Kovîd-19ê dinya ji Şerê Cîhanê yê 2yan vir da bi krîza herî dijwar ra rû bi rû ma.

1ê nîsanê: Ghebreyesus got, "Dinya berê bi pandemiyeke wiha ra rû bi rû nema. Vîruseke xeternak û nediyar e. Ji ber leza belavbûnê ez di nav fikaran da me."

8ê nîsanê: Ghebreyesus li ser daxuyaniyên Trump ên RTDyê di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da kêm dibîne got, "Vê vîrusê polîtîze nekin. Heke ku dixwazin ji vê zêdir torbeyên cesedan bibînin temam têxin mijara siyasetê." Ghebreyesus navê wî neda lê Trump îşaret kir got ku ji bo xweîsbatkirinê gelek mijar hene bira serok Kovîd-19ê nexin mijara siyasetê."

13ê nîsanê: Trump di mijara Kovîd-19ê da sûc avêt ser RTDyê ku alîgiriya Çînê dike û diyar kir ku alîkariya dide rêxistinê dibire.

15ê nîsanê: Ghebreyesus diyar kir ku Amerîka ji bo RTDyê dostekî qedîm û merd e, biryara Turmp a dibêje fona dide RTDyê dibire şermezar kir.

17ê nîsanê: Harrîsa Berdevka RTDyê bersiv neda sûcê Trump diavêje ser RTDyê û got, "Amerîka her tim bû şirîkê me yê fantastîk."

Dema li kronolojiya daxuyanyan mêze dikin tê dîtin ku RTD di hedefa rexne û sûcdarkirinan da ye.

Pisporên pandemiyê yên navneteweyî dibêjin heke RTDyê dema di 30ê rêbendanê da ji bo Kovîd-19ê "rewşa acil a kurewî" îlan kir ji Çînê ra bigota "sînorên xwe ji dinyayê ra bigrin" nexweşiya ewqasî belav nebûya.

Ji bo ku rêxistin dîsa pêbaweriya dinyayê bistînê dibê xwe îspat bike, lezê bide xebatên aşiyê, piştî ku dinya vegeriya halê xwe yê normal jî têkeve pêvajoya reformê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.