Ji "herekata taybet" ber bi şerê dinyayê yê sêyemîn
Îlana seferberiyê bêguman heta îro di tevahiya vê pêvajoyê da geşedana herî girîng e ku gelê Rûsyayê aciz kir

Istanbul
Prof. Dr. Îlyas Kemaloglu ji bo AA Analîzê rûdanên li nav Rûsyayê û dervayî welêt a seferberiya qismî ya ku li Rûsyayê hat îlankirin nivîsand.
***
Digel ku ji ser belavbûna Yekîtiya Komarên Sosyalîs a Sovyetê (YKSS) ra 31 sal derbas bûye jî jimara pirsgirêkên di navbera komarên ku yekîtî pêk dianîn da kêm nabin. Êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbeycanê didomin, pevçûnên sînor ên di navbera Tacikistan û Qirxizistanê da car carna geş dibin, tiştên li Ukraynayê qewimîn hema bêje guheriye şerê Rûsya-Rojava û bi awayekî cidî behsa şerê dinyayê yê sêyemîn dikin û ev di serê van pirsgirêkan da tê.
- Mîrateya ji Sovyetan maye
Her dem îhtimal heye ku ji xeynî komarên Baltikê li komarên Sovyetê yên berê yên din da jî pirsgirêkên manend biqewimin. Sedema vê yekê ew e ku siyaseta hem di heyama Sovyetan da hem jî di heyama Rûsyaya Çarîtiyê da hat meşandin û dema ku YKSS belav bû, komar wekî mînak ji Yugoslavyayê cudatir bi awayekî "şarezatir" ji hev veqetiyan. Ango pirsgirêkên ku di salên 1990î da ji ber sedemên cuda û şert û mercên heyamê çareseriya wan hat taloqkirin ji serî sedsala 21emîn va dîsa derketin holê. Mijara girîng a ku dereceya pirsgirêkan bilind kir jî midaxeleya hêzên herêmî û navneteweyî ye. Her wiha tê nîqaşkirin ka kîjan pirsgirêk dibe bila bibe qeyraneke di navbera du welatan da, pevçûnek, şerek dê mezintir bibe yan na. Îro tiştên ku di xeta Rûsya-Ukraynayê da qewimîn jî ji bo vê mînakeke baş e.
Wekî tê zanîn Rûsya bûyerên li Ukraynayê diqewimin wekî "herekata taybet" bi nav dike. Digel vê ji serî va Rojava ji bo Ukraynayê piştgiriya xwe ya madî, îstixbarî û eskerî anî ziman ku welatên Rojavayê vê venaşêrin, heta diyar dikin ku dê piştgiriya xwe bidomînin. Siyaseta ku piştî parçebûna YKSSyê li Ukraynayê hat meşandin jî ji mijara Rûsya-Ukraynayê zêdetir her dem bû aliyekî têkoşîna Rûsya-Rojava. Di çarçoveya vê têkoşînê da jî Rojava "şoreşên rengîn" Rûsya jî "referanduman" bi kar tîne. Geşedanên ku di rojên dawîn da li herêmê qewimîn jî encam û mînakeke vî yekê ye.
- Referandumên "qoza" Rûsyayê
Hefteya borî Kremlînê du daxuyaniyên girîng dan. Ji vana ya ewil ew bû ku li qaşo komarên Donetsk û Luhanskê û herêmên Xerson û Zaporîjyayê referandumên tevlêbûna Rûsyayê pêş dibîne bên lidarxistin û Moskova jî dê encamên ku ji van referanduman derkevin qebûl bike. Tê payîn ku encamên referanduma ku dê 5 rojan bidome di 27ê îlonê da bê eşkerekirin. Tê payîn ku ji van referandûman encama tevlêbûna Rûsyayê derkeve û bi lez her du şaxên parlementoya Ûris jî ji bo vê biryarê deng bide, heta dawiya îlonê jî biryar ji hêla Vladimîr Putînê serokdewletê Rûsyayê va bê îmzekirin. Bi lez pêkanîna van pêvajoyan hemû ji hêla Kremlînê va girîng e.
- Sedema seferberiya qismî
Biryar û daxuyaniya duyemîn a girîng jî der barê seferberiya qismî ya ku li Rûsyayê hat îlankirin e. Çend sedemên îlankirina vê seferberiyê hene. Digel ku ji ser ra 7 meh derbas bûn jî Rûsyayê li Ukraynayê encama dixwest bi dest nexist, Rojava piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê domand û wisa tê fehmkirin ku Kremlîn piştî ku çar herêmên navborî tevî Rûsyayê bûn dibe ku siyaseta xwe ya Ukraynayê biguherîne. Ji bo Moskovayê pêşaniya muhtemel piştî referandumê parastina ewlehiya wan herêman e ku dê di nav Rûsyayê da cî bigirin. Ev hemû di eslê xwe da dê rewşeke nû derxîne holê. Ji ber ku Kremlîn dê van axan di nav sînorên Federasyona Rûsyayê da qebûl bike êrîşên dijî van axan jî dê rewşeke gelek cuda bigire. Di rojên dawîn da têkiliyên di navbera Rûsya û Rojava da bêtir xirab bûn û anîn ziman dibe ku çekên nukleer bên emilandin û sedema vê yekê jî ya rast ev e. Bi gotineke din muhtemel e ku Moskova îdia bike ku ji bo ku "cihên qezenc kiriye" di destê xwe da bigire, dibe ku çekên nukleer biemilîne û vê bi Rojava bide qebûlkirin heta belkê hewl bide ku peymanê çêbike.
Rayedarên Ûris anîn ziman ku di çarçoveya seferberiya qismî da dê 300 hezar kesî hildin esker, ev reqam tenê teqabûlî ji sedî 1ê dike ku dikarin seferber bikin. Îlana seferberiyê bêguman heta îro di tevahiya vê pêvajoyê da geşedana herî girîng e ku gelê Rûsyayê aciz kir. Ji dinyayê îzolekirina Rûsyayê jî, mueyideyên dijî welêt jî di nav gelê Rûsyayê da nebûbû sedema bertekeke evqas mezin. Her wiha ji aliyekî va pêvajoya seferberiyê didome, ji aliyê din va jî gelek welatî diçin welatên cîran û tê dîtin ku li sînorên bejê yên li welatên wekî Qazaxistan û Gurcistanê rêz çêbûne. Biletên Tirkiyeyê jî xilas bûne û bihayên bilêtan jî zêde bûne û ev yek jî bi vê mijarê tê îzahkirin.
Ji aliyê din va hikûmeta Ûris ji bo ku bertekên dijî îlana seferberiya qismî ya li Rûsyayê kêm bike hin tevdîran hildide. Di serî da cezayên ku didin kesên ji seferberiyê direvin û bi dilxwaz dîl dikevin hatin zêdekirin, wek mînak cezayê hepsê derxistin 10 sal û ji wê zêdetir. Pereyên îlawe didin kesên tevî seferberiyê dibin, mehaneyê didin wan, derfet tê dayîn ku di vegerê da bikarin vegerin kargehên xwe yên berê û îmtiyazên civakî yên din didin wan.
- Bertek û bersiva Rojava
Pêvajoyên seferberî û referandumê li Rojava jî ji nêz va tên şopandin. Di serî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên Rojava anîn ziman ku vê referandumê qebûl nakin û dê dijî Rûsyayê mueyideyên nû bidin destpêkirin. Hin welatên wekî Fînlandiyayê jî destûrê nadin ku welatiyên ji Rûsyayê reviyan bikevin welêt. Ji hêla din va divê bê diyarkirin ku mueyideyên ku ji sala 2008an vir va dijî Rûsyayê tên tetbîqkirin kêr nayên, Moskova siyaseta xwe naguherîne. Belkê jî qoza dawîn a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya di vê mijarê da hevkariya di qada vejenê da ye. Di sala 2022yan da hevkariya di vê mijarê da daket asta mînîmum, lêbelê ev jî nebû sedem ku Rûsya paşda gav biavêje. Bereksê wê bi saya zêdebûna bihayan û bazarên alternatîf Kremlînê kêmtir xaz firot û bêtir dahat bi dest xist. Wisa tê fehmkirin ku mueyideyên nû yên ku dê Rojava bide destpêkirin jî tenê bibe sedem ku Rûsya bêtir ji dinyayê îzole bibe. Her wiha li komarên Asyaya Navîn jî emilandina kartên bankayên Ûris hat sînordarkirin.
Her çiqas rayedarên Ûris dibêjin ku seferberiya qismî ya Rûsyayê ji bo parastina "axên di dest" xwe da îlan kirine jî rasteqîn xuya nake ku herêm di demek nêz da bigihêje îstiqrarê. Ji ber ku êdî mimkûn nîne ku bi taybetî piştî referanduma Rûsya bi daxwaza xwe ji van deran paş vekişe û digel ku serokên Rojavayî dibêjin ku aştî dê li ser masê çêbe wisa difikirin ku berî ku li ser masê rûnin divê pozîsyona Ukraynayê bê xurtkirin. Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê jî piştî referanduman anî ziman ku êdî mimkûn nîne ku bi Rûsyayê ra hevdîtinê bikin.
Di heyameke ku gotegotên emilandina çekê nukleer û şerê dinyayê yê sêyemîn belav bûn da Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav da rêxistinên navneteweyî bêdeng man û ev yek hem balkêş e hem jî tesîrê wan û rola wan a ku her diçe kêm dibe, nîşan dide. Ji hêla din va encameke din a neyinî ya vê jî ew e ku herkes hewl bide ku pirsgirêka xwe bi xwe çareser bike. Ev yek dê ji bilî zêdebûna qadên pevçûnê kêrî tiştekî din neyê.
- Girîngiya hewla Tirkiyeyê
Di çarçoveya van hemû geşedanan da hewldanên navbeynkariyê yên welatên sêyemîn jî girîngtir dibin. Di vê çarçoveyê da bêguman peywireke mezin dikeve ser milê Tirkiyeyê. Tirkiye di roja me da belkê jî tekane welat e ku bi hemû aliyan ra di nav têkiliyê da ye û pêbaweriyê dide. Enqereyê di çareseriya pirsgirêkên dexl û guherîna êsîran da roleke girîng lîst û ev yek jî destnîşan dike ku divê hewla Tirkiyeyê bidin dewamkirin.
Mijara pirsgirêka Ukraynayê jî di nav da rol û peywira ku Tirkiye di pirsgirêkên herêmî da hildide ser xwe prestîj û hêza Tirkiyeyê di qada navneteweyî da zêde dide û ev jî rastiyek e ku gelek welat ji vê yekê aciz dibin. Ji ber vê Enqere jî divê ji her demê zêdetir bi temkîn be.
[Prof. Dr. Îlyas Kemaloglu, endamê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Marmarayê]
*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.