Nûçeyên analîzê

ANALÎZ - Piştî referandumên li Ukraynayê, yên bi ser ketin û yên winda kirin

Dr. Alî Semîn di çarçoveya boçûna şerê Rûsya-Ukraynayê ya referanduma ku Rûsyayê li Ukraynayê kir da ji bo AA analîz nivîsand.

Dr. Ali Semin  | 07.10.2022 - Rojanekırın : 08.10.2022
ANALÎZ - Piştî referandumên li Ukraynayê, yên bi ser ketin û yên winda kirin

Istanbul

***

Bûguman şerê ku Rûsyayê di 24ê sibata 2022yan da dijî Ukraynayê da destpêkirin di asta herêmî û navneteweyî da nêrîneke nû anî ser pergala navneteweyî û nîzama dinyayê ya pir alî. Bi taybetî heyama Şerê Sar û di sala 1991î da belavbûna Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (YKSS) rewşa hevkêşeya hêzan û rikaberiya navneteweyî guherand. Federasyona Rûsyayê bandora xwe ya li ser dewletên serbixwe yên ku li ser axên ji dest derketin hatin damezrandin doman û pergala dinyayê ya yek alî red kir. Bi taybetî piştî ku Vladimîr Pûtîn di gulana 2000î da bû Serokê Federasyona Rûsyayê pêşî dijî nîzama dinyayê ya pir alî derket paşê jî hemû nebe jî hewl da ku axên ku ji destê YKSSyê derketin ên giring paşva hilde. Ya rast civaka navneteweyî dema ku Pûtîn di tebaxa 2008an da Osêtyaya Başûr û Abxazyayê ji Gurcistanê veqetand stratejiya navborî ya Pûtîn ferq kir. Rûsyayê di vê çarçoveyê da bi îlhaqkirina Osêtyaya Başûr û Abazyayê û li ser axa xwe zêde kir û berteka Amerîka û aliyê Rojava pîva. Herwiha ji ber ku aliyê Rojava hember helwesta Pûtîn a li Gurcistanê bêdeng ma ev yek bû sedem ku di sala 2014an da Qirimê dagir bike.

Rûsyaya Pûtîn Nîvgirava Qirimê ya 27 hezar kîlomêtroyî ku ji hêla stratejîk va giring e pêşî dagir kir û paşê îlhak kir, di vê pêvajoyê da Amerîka û Rojava bêdeng ma û ev yek dibe ku wekî nîzama navneteweyî ya ku piştî Şerê Sar hat avakirin bi şerên wekaletê va bi awayekî bibe destpêka Şerê Sar. Ji ber vê yekê Rûsyayê Qirimê tevî axên xwe kir û li herêma Donbasê ji birêvebiriya ku piştgiriyê didê ava kir. Lewra pêkan e bê gotin ku Pûtîn pêşî şerê Ukraynayê da destpêkirin, di 24-27ê îlonê da li Donestk, Luhansk, Herson û Zaporîjyayê referanduma xeyrîmeşrû kir û îlhaqê Rûsyayû kir û van jî hevkêşeyên navneteweyî yekcar tevîhev kir. Lewra di navbera heytama ku Rûsyayê Qirimê îlhaq kir û referanduma dawîn a kir da ferqên mezin hene. Di sala 2014an da tehdîda herî giring a ku hêzên herêmî û navneteweyî li serê disekiniyan DEAŞa rêxistina terorê bû. Bi gotineke din çav û dêhna dinyayê di çarçoveya DEAŞa rêxistina terorê da li ser welatên wekî Iraq, Sûriye, Yêmen û Lîbyayê bû. Lêbelê di roja me da dinyayeke ku ji şewba Kovîd-19ê nû derketiye hêzên gerdûnî di çarçoveya dîplomatîk, aborî û ewlehiyê da dêhna xwe da ser şerê Rûsya-Ukraynayê û ji qewetxistina Rûsyayê. Di ser da jî di serî da Amerîka di hedefên sereke yên Amerîka û welatên Rojava da şikestina hêza aborî ya Çînê û ji hêla eskerî va zeîfkirina Rûsyayê ye.

- Referanduma Pûtîn û dahatûya şer

Dema mirov encamên referanduma ku Rûsyayû di 24-27ê îlonê da li axa Ukraynayê kir dinêre tê da feyde heye ku mirov balê bikşîne ser du faktoran. Faktora ewil ji hêla Rûsyayê va wek jeopolîtîk îlhaqkirina Qirimê û xurtkirina ewlehiyê ye. Ji ber ku bi referandumê rojhilat û başûrê Ukraynayê îlhaqê axa xwe bixwe kir. Ya duyem Donetsk, Luhansk, Zaporîjya û hersonê tevî axa xwe kir û hember civaka navneteweyî rêbaza lêferzkirinê şopand. Di pêvajoya piştî referandumê da li her çar herêmên navborî da qada parastina meşrû pêk anî.

Piştî ku encamên referandumê hatin eşkerekirin dinyayê bertekên der barê referandumê tesdîq nake hatin. Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku tu qîmeta qanûnî ya referandumên ku Rûsyayê kir tune. Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê di daxuyaniya xwe da referanduman wek sexte bi nav kir û got ku tu meşruiyeta wê tune û bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye. Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê diyar kir ku dê tu carî ji hêla Rûsyayê va îlhaqkirina axa Ukraynayê nas nekin. Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) eşkere kir ku ji bo Rûsyayû pakêta mueyideyê ya 8emîn amade kirin û destnîşan kir armanca wan qelskirina aboriya Rûsyayê ye. Tirkiyeyê ragihand ku biryara îlhaqa herêmên Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporîjyayê ya ji hêla Rûsyayê va red dikin. Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê jî eşkere kir ku girêdayî yekîtiya ax û desthilatdariya Ukraynayê ne û dê referandumê nas nekin.

Bi geşedanên ku li jorê hatin diyarkirin va Pûtîn di 30yê îlonê da biryarnameyên ku qaşo serxwebûna Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporîjyaya herêmên Ukraynayê nas dike îmze kir û li raya giştî ya welatê xwe pêvajoyê wekî serkeftinekî nîşan da. Divê balê bikşînin ser vê mijarê; wekî ku ji bertekên dijî referanduma Rûsyayê tên kirin tê fehmkirin Amerîka û Rojava ji destpêka şer vir va ji bilî alternatîfên eskerî hember birêvebiriya Moskowê du rêbazên cuda dipejirînin. Ya ewil bi mueyideyên aborî yên girankirî va ji qewet xistina Rûsyayê ye ya duyem jî digel Rûsyayê bi destpêkirina pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê domandina berfirehbûnê ye. Ji ber ku Amerîka û Rojava bi helwesta ku li Ukraynayê nîşan didin va şûna ku bibin aliyekî şerê navborî di pozîsyona piştgirê da tevdigerin. Ji ber vê di daxuyaniya ku Pûtîn piştî referandumê kir da destnîşan kir ku salên 1990î li paş man û Rûsya rabû ser piyan û ji Amerîka û Rojava ra peyameke giring şand. Ji hêla din va jî Ukraynayê vexwend ser maseya mizakereyê û ev yek hemleyeke stratejîk û taktîkî ye. Ji ber ku heke Volovimîr Zelenskiyê Serokê Ukraynayê li ser maseya mizakereyê rûnû ev yek dê bû wê meneyê qebûl kiriye ku her çar herêmên ku bi referandumê hatine îlhaqkirin girêdayî Rûsyayê ne.

Ji ber vê yekê pêkan e bê gotin ku Pûtîn rewşa şerê Ukraynayê guherand û şerê bi Kîevê ra xilas kir û kartê şerê nukleerê û vejenê ya dijî Rojava berfirehtir kir. Mimkûn e ku mirov rastiya Ewropa jî ji mueyideyên aborî yên dijî Rûsyayê tetbîq dike dê demek kurt da encamek hilnede. Lêbelê rastiyek e ku Pûtîn dê ji karta vejenê ya dijî Ewropayê encamek hilde. Ji hêla din va tevdîrên ku li Ewropayê dijî qeyrana vejenê hatin hildan jî zû yan dereng dê li raya giştî ya welatên Ewropayê bibe sedemê bertekên mezin. Heke rêyên tedarika vejenê yên alternatîf neyê dîtin dijwar xuya dike ku mueyideyên aborî yên ku YEyê tetbîq kirin ji hêla endaman va dijî Rûsyayê demek dirêj bê tetbîqkirin. Pûtîn ber bi zivistanê va referandum kir û di paşxaneya vê da jî Pûtîn dizaniya ku Ewropa dê bi telaşa vejenê ji bilî lojîstîka mirovî û eskerî nekare piştgiriyeke zêdetir bide Ukraynayê.

- Gelo Pûtîn şer qezenc kir?

Ya rast dema ku pêvajoya ji 24ê sibatê vir va tê nirxandin tê dîtin ku Pûtîn piraniya stratejiyên ku di şerû Ukraynayê da eşkereyî diyar kiribû pêk aniye. Encamên van stratejiyan di maweya navîn da rawestandina endamtiya NATOyê ya Kîevê, xirakirina yekîtiya axa Ukraynayê, piştî roijhilatê welêt li başûrê welît jî qezenckirin, zirar gihandina sazûmana eskerî, aborî û heta li hin herêman demografiya Ukraynayê ye. Wek mînak ji destpêka şer vir va binesaziya Ukraynayê ya 600 milyar dolarî bi destê Rûsyayê hat tunekirin û di heyama di navbera 24ê sibatê û 19ê îlonê da ji ber şer 8,4 milyon mirov mecbûr man ku koç bikin. Digel van ji ber ku mafê vetoyê yê Rûsyayê di Konseya Ewlehiyê ya NYyê da heye hêza wî heye ku pêşî li biryarên şermezarkirinê jî bigire. Ji hêla din va tê dîtin ku Pûtîn di şerê navborî da negihaştiye armanca Odessayê kontrol bike û Ukraynayê bike welatê bejayê tenê.

Ji hêla din va jî Ukrayna herçiqas di vê şerê da li ber xwe bide jî ji sedî 15ê axa xwe winda kir. Di ser da jî Ukrayna êdî di navbera Rûsya û Amerîka û Ewropayê da bû wek herêmeke tampon hem jî veguherî saheya pevçûnê ya Moskowê ya di rikaberiya bi Moskowê ra. Ji ber ku dibe ku bê hêvîkirin ku Rojava şûna ku rasterast bi Rûsyayê ra şer bike çek, cebilxane û şêwirmendiya eskerî bide Ukraynayê û dijî Moskowê bi şerê wekaletê dewam bike. Bi kurtasî wekî ku li jorê jî hat diyarkirin heke mueyideyên aborî yên Rojava daimî bibe dibe ku mimkun nebe ku Pûtîn destkeftiyên xwe yên di 7 mehên dawîn da maweyek dirêj bidomîne. Piştî referandumê li Ukraynayê bi qasî şer dibe ku jiyana siyasî ya Zelenskiy jî bê nîqaşkirin. Ji ber ku referandum li Ukraynayê aqubeta şer gelekî dijwar kir û xwedî wê potansiyeklê ye ku hevdîtinên mizakere û aştiyê yên di navbera herdu welatan da jî bixitimîne.

[Dr. Alî Semîn Hîndekarê Zanîngeha Nîşantaşê ye]

*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın