Nûçeyên analîzê

ANALÎZ - Li Iraqê piştî hilbijartina serokomariyê pergala lihevkirina siyasî di çi rewşê da ye?

Li Iraqa ku Ebduletîf Reşîd di 13ê cotmehê da wek Serokomar hat hilbijartin da xitîmîna siyasî ya ku ji 2021a ku hilbijartinên giştî hat kirin va dewam dike ji bo niha helkirî xuya dike

Mahmut Geldi  | 20.10.2022 - Rojanekırın : 23.10.2022
ANALÎZ - Li Iraqê piştî hilbijartina serokomariyê pergala lihevkirina siyasî di çi rewşê da ye?

Baghdad

 Li Iraqa ku Ebduletîf Reşîd di 13ê cotmehê da wek Serokomar hat hilbijartin da xitîmîna siyasî ya ku ji 2021a ku hilbijartinên giştî hat kirin va dewam dike ji bo niha helkirî xuya dike.

Li welêt hilbijartina Serokomar pêşî vekir ku Mihemed Şiya Sûdaniyê namzedê Çarçoveya Hemanhengiya Şîeyan di nav 30 rojan da hikûmeta lihevkirinê ava bike.

Li Iraqa ku demek dirêj e hikûmet lê nayê avakirin Muqteda Sedrê serokê Tevgera Sedr a Şiî ya ku di hilbijartinên giştî yên cotmeha 2021î da yekemîn derket nexwestibû ku bi partiyên alîgirên Îranê ra hikûmetê ava bike û daxuyanî da ku ji siyasetê vekişiyaye û li ser vê yekê nediyariya siyasî zêde bû. Parlementerên di Tevgera Sedr da jî ji ber ku hewldanên avakirina hikûmeteke ekseriyeta neteweyî encam nedan di hezîrana 2022yan da îstifaya xwe ragihand.

Piştî îstifaya navborî piraniya di Meclisa Iraqê da herçiqas derbasî Çarçoveya Hemanhengiya Şîeyan bibe jî Tevgera Sedr a Şiî dijî derket ku Sûdanî wek namzedê serokwezîriyê bê nîşandan û di piştî hilbijartinên di 10ê cotmeha 2021î da bangewaziya hilbijartina pêşwext kir.

Piştî ku Muqteda Sedr ragihanf ku bi temamî ji siyasetê vekişiya şaxa eskerî ya Tevgera Sedr teşebûs kir ku navenda rêveberiyê ya li Herêma Kesk a Bexdayê cî digire bi dest bixe lêbelê bi ser neket. Herwiha teşebûsa navborî ya ku di 29-30yê tebaxê da qewimî herçiqas bibe sedemû pevçûnên çekdarî ya 20 saetan dewam kir jî ji bo Tevgera Sedr nebû sedema tu destkeftiyan.

Bandorên navborî û hin geşedanên din rastiya gelekî kêmkirina performansa Tevgera Sedr derxist holê. Ji ber wê jî Tevgera Sedr di mijara avakirina hikûmeta nû da çalakiyên aştiyane û şaxa xwe ya eskerî ya ku ji bo pêşîlêgirtina Çarçoveya Hemanhengiya Şîeyan diemiland encama hêvî dikir bi dest nexist.

- Tevgera Sedr rêyên di destê xwe da ceribandin

Tevgera Sedr li Parlementoyê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Koalîsyona Desthilatdariyê ra bi navê "Eniya Rizgarkirina Welêt" îtifaqeke sêalî ava kir û di serî da ev îtifaq gelek rê ceribandin û îhtimal nayê dayîn ku ji bo hikûmeta Sûdanî ya muhtemel e bê avakirin hilweşîne vegere çalakiyên kolanan.

Ya rast Tevgera Sedr şûna ku bangî parlementerên xwe bike ku îstifa bikin dikariya ku bi hebûna "Eniya Rizgarkirina Welêt" va li nav Parlementoyê bangewziya hilbijartina pêşwext û pêşnûmayên biryarên nû biemilîne lêbelê ew jî ji dest çû.

Herwiha ji ber helwesta Muqteda Sedr a der barê diyaloga neteweyî ya li welêt û di vê mijarê da şert û mercên ku hêzên siyasî yên din nepêkan dibînin ajotin pêş hêdî hêdî ji sehneya siyasî ya li welêt dûr ket. Tê payîn ku Tevgera Sedr ji niha pê va jî bandora xwe ya dirûvgirtina boçûna pergala siyasî ya li Iraqê da winda bike.

Tevgera Sedr a Şiî hê jî di wê hêzê da ye ku ji bo reqîbên xwe hin destkeftiyan bi dest bixe yan jî hin şertan li hêzên siyasî ferz bike serî li çalakiyên kolanan bide. Lêbelê rasera xwepêşandêrên aştiyane yên li ser Parlementoyê û rasera çekdar a li ser "Herêma Kesk" wek çalakiyên neplankirî hem di nav gel da hem jî li sehneya siaysetê gelek tişt ji Tevgera Sedr birin. Ji ber vê jî wisa tê nirxandin ku êdî serîlêdana çalakiyên kolanan a di destê Tevgera Sedr da dê wekî berê nebe.

- Teşebûsa Sedr ya ji bo derbeya li ser pergala siyasî bi ser neket

Li Iraqê hikûmetên ku piştî dagirkirina di sala 2003yan da bi serkêşiya DYAyê hatin avakirin pêş dibînin ku pêkhateyeke xwe dispûre lihevkirineke di navbera hêzên siyasî da bê pêkanîn ava bibe.

Pergala piraniya siyasî yan jî piraniya neteweyî herçiqas nêzî modela demokratîk xuya bike jî li Iraqê digel parçebûnên neteweyî ji ber ku saziyeke neteweyî ya pêkhêner tuneye û her kom berjewendiyên xwe ji berjewendiyên neteweyî pêştir dibîne pergala lihevkriina siyasî derket. Ev jî mecbûrî dike ku belavbûna birêvebiriyê û çavkaniyên dahatê, li gor pêkhateyên siyasî yên ku aliyên civakê di Parlementoyê da temsîl dikin bê kirin.

Ya rast Tevgera Sedr ji sala 2003yan vir va li Iraqê bûye hevkarê hemû hikûmetên hatine birêvebiriyê û yek ji parçeyên bingehîn ên pergala polîtîk e. Ev tevger digel ku hevkarê kabîneya Mistefa Kazimiyê pêvajoya berwext a berdest bi rê va dibe ye jî wekî "hikûmeta Tevgera Sedr" li vê birêvebiriyê dinêrin.

Muqteda Sedr ji ber ku nêzî Nurî Malikiyê Serokwezîrê berê yê ku di sakîn 2006-2014an da li ser peywirê ma ye naxwaze ku ji Tevgera Sedr tu kes tevî hikûmeta ku bi serokwezîrtiya Sûdanî bê avakirin da cî bigire.

Heta cihekî heq didin vê qeneata Sedr. Herwiha digel ku Sûdanî di heyama Nurî Malikî da du kabîneyan da peywirên wezîrtiyê kiriye û heta sala 2021î jî endamê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya bin serokatiya Malikî da bû.

- Gelo dê pergala lihevkirina siyasî ya li Iraqê hilweşe?

Ji hêla din va di qedemeyên giring ên saziyên dewletê da pozîsyonên girînd di dest Tevgera Sedr da ne.

Muhtemel e ku Muqteda Sedr wezîr, wal, balyoz, misteşar jî di nav da telîmatê bide nêzî 300î peywirdarê ku dev ji peywira xwe berdin û di heman demê da telîmatê bide Mihemed Salih Iraqiyê ku nêzî wî ye. Herwiha Iraqî li ser pirsa gelo kesên di van peywirên li saziyên dewletê da ne dê telîmata îstifayê bi cî bînin an na gotibû ku "Belê, dê demildest bi cî bînin".

Li welêt îhtimal nayê dayîn ku pergala lihevkirina siyasî hilweşe û teşebûsên Tevgera Sedr ên ji bo şehtlêxistina vê pergalê encax bi vîzyoneke ku rewş û demografiya civaka Iraqê rast fehm kiriye va dikariya bi ser biketa.

Ji ber vê jî Tevgera Sedr ê partiyên siyasî yên ku di Îtifaqa Eniya Rizgarkirina Welêt da cî digirin jî di nav da hemê partiyên sunî, şiî û Kurd ûn li welêt bawer nakin ku dê pergala lihevkirina siyasî biguhere.

Ji ber ku ev rastî heye partiyên siyasî hember hewldanên Sedr ên ji bo guhertina pergalê û şûna wî anîna pergaleke xwe dispêre piraniyê teslîmê Çarçoveya Hemanhengiya Şîeyan bûn.

Tevgera Sedr jî di nav da hemû pêkhateyên siyasî yên li welêt ji bo parastina berjewendî û destkeftiyên xwe girîngiyê didin nehilweşîna pergala siyasî. Ji bo destkeftiyên pêkhateyên siyasî yên berdest ji xeynî hilweşîna pergalê tehdîdeke din tune. Ji ber vê jî hêzên siyasî yên çalak ên li welêt wekî ku gelek qeyranên siyasî yên welêt hel kirin mecbûr in ku qeyranûn nû jî hel bikin.

Yek ji serkeftiyên herî mezin ên hêzên siyasî yên Iraqî jî ew bû ku bi şaxa çekdarî ya Tevgera Sedr ra pev neçû û welêt nexiste nav şereke navxweyî.

Geşedanên herî eşkere yên ku qeyrana berdest ên li welêt derxist holê jî ew e ku Çarçoveya Hemanhengiya Şîeyan bi PDK û Koalîsyona Desthilatdariyê ku hevkarên Tevgera Sedr in jî di nav da bi gelek pêkhateyên siyasî ra îtifaqeke nû ava kir. Ya rast ev îtifaqa nû jî eleqeya ji bo parastina pergala lihevkirina siyasî ya berdest a li Iraqê îspat dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.