Nûçeyên analîzê

Şerê pismaman yê di nav YNKyê da bandoreke çawa li ser siyaseta Kurdan dike?

Mehmet Alaca, Mustafa Kerim  | 14.07.2021 - Rojanekırın : 15.07.2021
 Şerê pismaman yê di nav YNKyê da bandoreke çawa li ser siyaseta Kurdan dike?

Istanbul

 Rayedarên îstixbaratê û têkoşîna dijî terorê yên ku nêzî Lahur Talabaniyê Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn û li Silêmaniya wilayeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çalak e, ji hêla Bafel Talabaniyê Hevserokê din va hat guhertin, ev yek li Iraqê bû sedema qeyranê. Bafel Talabanî ji bo serokatiya Saziya Îstixbaratê (Zanyarî) ya ku girêdayî Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê ya ku Mihemed Tehsîn Talabaniyê birayê Ala Talabaniyê Serokê Koma YNKyê ya di Parlementioya Bexdayê da bi wekaletî berpirsyarê wê bû Ejî Emîn tayîn kir. Wahap Helebçe jî ji bo Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê ya ku Şêx Polat Cengiyê birayê Lahur Talabanî serokatiya wê dikir tayîn kir. Her wiha Bafel Talabanî kesên nêzî xwe tayînî yekîneyên cuda yên herdu saziyan kir.

Tê zanîn ku Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê pesend nake ku Mihemed Tehsîn Talabanî bi wekaletî berpirsyariya Zenyariyê bidomîne û Lahur Talabanî îtirazî guherînin di Zenyarî û Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê da kir. Hat ragihandin ji bo ku Mihemed Tehsîn Talabanî biguherin hêza eskerî şandin navenda Zenyariyê û li ser vê yekê hindik mabû ku di navbera aliyan da pevçûn derkeve. Qeyrana ku bi taybetî Berham Salihê Serokomarê Iraqê yê YNKyî û Şêx Cefer Mistefa û Kosret Resûlê endamên bitecrube yên partiyê midaxil bûn nelihevkirin û bendbendîbûnên ku piştî 2017an da wefata Celal Talabaniyê serokê damezrîner ê YNKyê zêde bûn derxist holê û hesasiyeta pergala hevserokatiyê jî teyîd kir. Ji hêla din va mirov dikare bibêje ku rageşiya navborî ji hêla têkiliyên bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî serokatiya wê dike û di salên dawîn da bi YNKyê ra pirsgirêkên wê hene û jihevçûna Hewlêr-Silêmaniyê va jî dê hin encaman derxîne holê.

- Hegemonyaya Talabanî ya di YNKyê da

YNKya ku Celal Talabanî di sala 1975an da ji PDKyê veqetiya û ava kir hem bi bi têkiliyên xwe yên reqabet û hevkariyê yên bi PDKya hêza serdest a herêmê ra hem jî ji ber qeyranên nevxweyî gelekî tê rojevê. Li herêma ku di sala 1991ê da statuya xweseriya fiîlî bi dest xist ji nîvê salên 1990î pê va di navbera YNKya ku navenda wê Silêmanî ye û PDKya ku navenda wê Hewlêr e da şerê navxweyî qewimî, bû sedema mirina bi sedan kesî û herêm bi awayekî fiîlî wek du bajêrdewlet parçe bibû. Piştî ku Amerîkayê di sala 2003yan da Iraq dagir kir herdu partiyan firsendê nirxandin û di sala 2005an da statuya fiîlî (de facto) derbasî bingeha hiqûqî (de jure) kirin û di çarçoveya peymana stratejîk a ku di navbera xwe da kirin birêvebirî û çavkaniyan parve kirin. Heta di navbera herdu partiyan da di pergala nû ya Iraqê da bi şertê ku Serokomarê Iraqê ji YNKyê, Serokê HKIyê jî ji PDKyê be mutabeqateke zimnî çêbû. Lêbelê herêm digel hevkariya ku hat tesîskirin û digel ku xwedî parlementoyeke tenê ye dîsa jî wekî du bajêrdewletên ku -îro hê jî wisa ye- xwedî pêşmerge, hêza îstixbarat û ewlehiyê ma.

Li Iraqê piştî pergala nû ya dagiriyê piştî ku Celal Talabanî wek serokomarê ewil çû Bexdayê nakokiyên di nav partiyê da zêde bûn. Her wiha Noşîrwan Mistefayê mirovê duyem ê YNKyê ji ber gendeliyên di nav partiyê da û pirsgirêkên di navbera wî û Hêro Talabaniya xanima Celal Talabanî di sala 2009an da ji partiyê veqetiya û Tevgera Goranê ava kir. YNKya ku di vê pêvajoyê da herku çû bê hêz bû di hilbijartinên 2009an da wesfê duyemîn partiya herî mezin da destê Goranê û reqabeta klîkên di nav partiyê da jî wek paralelê vê bêtir derketin holê. Bi taybetî piştî ku Celal Talabanî di sala 2012an da nexweş ket di partiyê da di navbera Berham Salih, Kosret Resûl, Mela Bextiyar û Hêro Talabaniyê xanima Talabanî da pirsgirêk derketin û navê Lahur Talabanî bêtir hat rojevê. Ji ber ku Bafelê kurê mezin ê Celal Talabnî yê ku berî dagiriyê ji Îngiltereyê vegeriya û Lahurê biraziyê Talabanî yê ku di navbera salên 1999-2002yan da Nûnertiya Enqereyê ya YNKyê kir bi piştgiriya Amerîkayê li Silêmaniyê yekîneya antî-torerê ava kiribûn. Dema mirov dide pêş çav ku li herêmê kes ku xwedî hêza aborî, eskerî û îstixbarî ye di siyasetê da jî çalak e bivê nevê dê Lahur û Bafel bigihiştana hêza diyarker. Her wiha di kongreya di kanûna pêşîn a 2019an a YNKya ku heta di sala 2017an da mirina Celal Talabanî bi awayekî fiîlî bi qasî 5 salan bêserok ma da pismamên Lahur-Bafel bûn hevserok û kesên wekî Kosret Resûl û Mela Bextiyar ên ku di nav partiyê da çalak bûn jî hember malbata Talabanî têk çûn. Ya rast di kongreya dawîn da şûna sekreteriya giştî derbasî pergala hevserokatiyê bûn û vê yekê jî encama hevkêşeya reqabetê bû ku di navbera Lahur-Bafel da bi demê ra guherî. Di hevkêşeya navborî da dihat payîn ku Bafel otorîteya darayî hilde ser xwe, Lahur jî bi siyaset û ewlehiyê ra eleqedar bibe lêbelê lêgerîna Lahur a ji bo xurtkirina hêza xwe rastî pêşîlêgirtina kurê Celal Talabanî Bafel û Qubad Talabaniyê Alîkarê Serokê HKIyê ku bi nêzbûna xwe ya malbata Barzanî ra tê zanîn hat. Ev pêşlêgirtin nîşan dide ku kurên Celal Talabnî naxwazin ku li YNKyê dev ji kontrola mutleq berdin û ji ber ku pergala hevserokatiyê ne li gor kevneşopiya çanda serokatiyê ya herêmê ye hesasiyetekê nîşan dide. Her wiha ji ser hesabên çapemeniya civakî yên fermî yên Bafel Talabaniyê ku piştî rageşiyê bi gelek serokan ra hevdîtin kirin û di danezana ku ji hêla YNKyê va hat weşandin da ji bo Bafel şûna "hevserok" gotina "serok" hat emilandin. Di vê çarçoveyê da heke rageşiyên manend dewam bikin dibe ku di YNKyê da paşda vegerin meqama sekreteriya giştî.

- Rageşiya di navbera PDK û YNKyê da

Peymana stratejîk a ku rayeyên di navbera PDK û YNKya da parve dikir di sala 2016an da qediya û di rageşiya ku piştî vê dest pê kir da navê Lahur Talabanî bêtir hat bihîstin. Bi taybetî piştî referanduma serxwebûnê ya HKIyê ya di sala 2017an da Kerkûk jî di nav da hema bêje temamiya herêmên binîqaş ket bin kontrola hêzên Iraqê û Lahur û Bafel Talabaniyê tê îdiakirin ku di paşvekişîna pêşmergeyan a ji Kerkûkê da roleke aktîf lîstine bi taybetî ji hêla Mesûd Barzanî va wekî "xaîn" hatibûn îlankirin. Wisa bû digel ku di nav Kurdan da sersaxî gelekî girîng e jî dema cêwiyê Nêçîrvan Barzanî wefat kir Mesûd Barzanî pêşwazî li Lahur Talabanî nekiribû. Ji hêla din va rageşiya di navbera herdu partiyan da di hilbijartinên Serokomariya Iraqê ya di sala 2018an da derketibû asta herî bilind û PDKyê guh nedabû teamûlê û ji PDKyê Fuad Huseyîn wek namzed nîşan dabû lêbelê ji YNKyê Berham Salih wek serokomar hatibû hilbijartin. Tê diyarkirin ku Lahur Talabanî û kekê wî Aras Cengî roleke aktîf lîstine ku Salihê ji ber rageşiya bi Hêro Talabaniyê ra ji YNKyê veqetiya û partiyek ava kir vegere partiyê û wek namzedê serokomar bê nîşandan. Her wiha hat diyarkirin ku Salih bi balafira taybet ji Bexdayê ji bo çareserkirina qeyrana dawîn çûye Silêmaniyê û bi aliyan ra hevdîtin kiriye û ev yek jî têkiliya Salih û Lahur nîşan dide.

Tê zanîn ku Lahur Talabanî ji ser dijberiya PDKyê û têkiliyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê û partiyên Iraqî ra qada bandora xwe berfireh dike, Bafel Talabanî jî bi PDK û partiyên din ên Kurdan ra têkiliyê datîne. Têkiliyên bi Bexda û Hewlêrê ra di kulwarên cuda da ji hêla hevserokên cuda va hat kirin ev yek ji bo maweyeke demkurt pêkan be jî hat dîtin ku di maweya dirêj da fonksiyonel nîne. Bi taybetî Lahur ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê bi Goranê ra piştgiriyê dide fikra îtifaqa nerasterast a bi hêzên alîgirên Îranê ra. Hember vê tê payîn ku PDK pozîsyoneke nêzî Muqteda es-Sadrê serokê şiî yê ku neteweperweriya Iraqê diparêze nîşan bide. Partiyên Kurdan dê bi parçebûn bikevin hilbijartinên navendî û îhtimala di heyama pêş me da ev yek dê zirarê bide HKIyê jî dixin stûyê Lahur Talabanî. Ji gulana 2020an vir va nîqaşên wekî bila Silêmanî ji HKIyê bê veqetandin û bikeve ser hikûmeta navendî heye û dema mirov dêhna xwe didê ku di çavkaniya van nîqaşan da kesên alîgirên Lahur Talabanî hene û ev yek jî nîşan dide çima berpirsyariyê dixin stûyê wî.

Ji hêla din va Lahur Talabaniyê ku bi nêzbûna xwe ya bi Îran û welatên Rojavayî va tê zanîn hewl dide ku bi qasî siyasetê di warê îstixbarat û ewlehiyê da jî kontrolê di destê xwe da bigre û ev yek jî destê birayên Talabanî qels dike. Navbera birayên Bafel û Qubad û Lahur xira bû û herdu bira bêtir nêzî PDKyê bûn û hewl didin ku têkiliyên xwe yên bi Goranê ra jî xurt bikin. Dema mirov bide pêş çav ku di rageşiya dawîn da bi daxwaza Qubad Talabanî guherîn hatin kirin wisa tê fehmkirin ku dê bandêriya Lahur bêtir bê hedef girtin. Lêbelê têkiliya bi PDKyê ra ya Befelê ku di rageşiya dawîn da bi malbata Barzanî ra têkiliyên xwe qismî baş kirin jî bû alîkar ku karîzamaya Lahur Talabanî ya di nav YNKyê da û dijberên PDKyê da dijwartir bike. Di vê çarçoveyê da îhtimal heye ku helwesta hişk a YNKyê ya dijî PDKyê nerm bibe. Bi taybetî di rageşiya di navbera Lahur û Bafel da Hêzên Zêrîn ên girêdayî Şêx Caferê Alîkarê Serokê HKIyê yê ku li YNKyê hatiye bêbandorkirin û yekîneya tumena taybet a girêdayî Kosret Resûlê Serokê Lijneya Siyasî ya Bilind a YNKyê li cem Bafel cî girtin û amade bûn, ev yek digel ku wekî kesên navborî dijî Lahur Talabanî li firsendê digeriyan hat fehmkirin. Dema mirov dide pêş çav ku ev kes nêzî Hewlêrê ne pêkan e bê gotin ku dê destê PDKyê xurt bibe. Lêbelê heke rageşî dewam bike û Lahur Talabanî bi ser bikeve Silêmaniya ku ji hêla derûnî va ji HKIyê dûr dikeve dibe ku di asta siyasî û stratejîk da jî dûr bikeve.

- Çi li benda herêmê ye?

Qeyrana ku li Silêmaniyê di navbera pismaman da derket heke bêyî ku biguhere pevçûneke eskerî bê hedandin jî nayê wê meneyê ku dê qeyraneke nû dernekeve. Di qeyrana ku Serokomar Salih jî ji bo çareseriyê midaxil bû da piştî ku heyetên taybet ên Îran û Amerîkayê bi hevserokên YNKyê ra kirin mutebeqatek çêbû ku guherîn bê pirsgirêk bên kirin. Dema ev yek tê nirxandin mirov dikare bibêje ku serdestê rageşiya heyî Bafel Talabanî ye, lewra birayê wî Qubad Talabanî ye. Bi xurtbûn dewamkirina serkeftina Bafel û Qubad ji hêla têkiliyên bi PDKyê ra û yekîtiya herêmê dê encameke di lehê da derxîne holê. Dîsa ev encama ku dê Amerîka jî piştgiriyê bidê dê hêza Berham Salih a di partiyê da qels bike û pêşî lê bigire ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji rageşiya herdu partiyên Kurdan bêtir sûd wergire û dibe ku qismî jî be hebûna Îranê ya li herêmê sînordar bike. Lewra tê zanîn ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşê (AMŞ) ya Îranê ya ku di rêbendana 2020an da di êrîşên asîmanî yên Amerîkayê da hat kuştin li Silêmaniyê bi hemû aktoran ra hevdîtin kiriye û nehiştiye ku bûyer mezin bibe. Dema mirov dêhna xwe didê tê dîtin ku Îsmaîl Qaaniyê xelefê Silêmanî bi qasî selefê xwe çalak nîne û îhtimala li YNKyê hêzdarbûna birayên Bafel-Qubad Talabanî dibe ku bi awayekî sînordarkirî bandorî guherîna hevkêşeyên hêzên herêmî bike.

Ji hela din va kesên wekî Şêx Ceferê Alîkarê Serokê HKIyê û Fermandarê Yekîneya 70emîn ku yek ji hêzên herî mezin ên pêşmergeyan, Mehmûd Sengawî û Kosret Elî Resûlê û Mela Bextiyarê ku bi taybetî li herêma Hewlêrê xurt in û û bi Lahur ra pirsgirêkên wan hene li cem Bafel cî girtin û ev yek jî dê destê Bafel ê di nav partiyê da xurt bike. Her çiqasî hêsan xuya nake ku têkiliyên YNKyê yên bi PDKyê ra wekî berê bibn jî wisa xuya dike ku dê Lahur bê edilandin û ji bo têkiliyên baştir ên bi Hewlêrê ra deriyek vebe. Ji hêla din va tê zanîn ku YNK ji hêla îdeolojîk va nêzî PKKya rêxistina terorê ye û endamên rêxistinê li gor Hewlêrê li Silêmaniyê bi hêsanî dikarin hereket bikin, di nav partiyê da sînordarkirina bandora Lahur Talabaniyê ku bi YPGyê ra, bi taybetî şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ra têkiliyên wî yên nêz hene dibe bibe sedem ku têkiliyên partiyê yên bi PKKyê ra nisbî jî be bên sînordarkirin. Lêbelê li YNKya ku di rabirdûyê da ji ber veqetînên di nav partiyê da ji hêzê ket vê carê cihêbûna ku di asta serokan da derket dibe ku partiyê bê parastin bihêle. Lewra her çi dibe bila bibe qutiya pandorayê vebû û têkoşîna herdu serokan li pişt deriyên girtî be jî dê dewam bike. Her çiqas Lahur Talabanî bêtir bi dezavantaj xuya bike jî îstiqameta polîtîkaya herêmî dibe ku firsendên nû derxîne holê. Wek encam ji bo niha her çiqas xuya nake ku dê rageşî biguherin pevçûna çekdarî divê neyê jibîrkirin ku şerê navxweyî yê ku di salên 1990î da di nav Kurdan da derketibû ji nişka ve geş bibe.

[Mustafa Kerîm Edîtorê Soranî yê TRT Kurdiyê ye]
​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.