Nûçeyên analîzê

Li Lîbyayê heyama nû, stratejiyên nû

Bixwevehatina Lîbyayê û kûrbûna têkiliyên Tirkiye-Lîbyayê wekî du pêvajoyên ku hevdu mezin dikin pêş ket. Digel provokasyonên navneteweyî û aliyên sêyemîn ên di nav Lîbyayê da Lîbya çiqas bi ser xwe va hat têkilî bêtir pêş ketin.

Doç. Dr. Veysel Kurt  | 20.04.2021 - Rojanekırın : 21.04.2021
 Li Lîbyayê heyama nû, stratejiyên nû

Istanbul

 VEYSEL KURT - Li Lîbyayê hewla aktorên Lîbyayî yên ji bo parastina destkeftiyên şoreşa ku piştî şerê navxweyî yê dijwar hatin bidestxistin û bi piştgiriyên mezin ên Tirkiyeyê va êrîşên hêzên General Xelîfe Hefter ên dijî Trablusê hatin rawestandin. Bi vî awayî qada çalakiya hikûmeta Lîbyayê ya nav welêt da fireh bû û destê platforma navneteweyî jî xurt bû. Argumanên wî jî ji hêla aktorên midaxilê qeyrana Lîbyayê ne va jî bêtir hatin qebûlkirin û axirê bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li welêt hikûmeta berwext hat avakirin.

Piştî avakirina hikûmeta berwext ji bo siyaseta Lîbyayê heyameke nû dest pê kir. Ev yek nayê wê meneyê ku şerê navxweyî bi temamî li paş maye. Di vê çarçoveyê da di serî da çek berdana koman û welêt terikandina milîsên biyanî gelek tevdîrên divê bên hildan hene. Lêbelê mirov dikare bibêje ku hem aktorên navxweyî hem jî yên navneteweyî rewşa nû qebûl kirine û li gor şertê nû pozîsyona xwe ber çav ra derbas dikin. Her wiha hikûmet jî ji bo pêkanîna hewcehiyên acîl heta hilbijartinan di warên siyaset, ewlehî û aboriyê da ji bû ku xwe bide hev gelekî hewl dide.

Di serê mijarên ku dê hikûmetê bixin nav tengasiyê da ji holê rakirina parçebûyîna siyasî û civakî ya li welêt, yekkirina saziyan, der barê sûcên şer da avêtina pêngavan û pêşîlêgirtina pevçûnên muhtemel û pêkanîna hilbijartinên di 24ê kanûna pêşîn da tê. Mirov ji niha va dikare bibêje ku bi taybetî tesfiyekirina komên milîs, çekdanîna wan û entegrekirina wan dema ku mijar derxistina dervayî welêt a milîsên biyanî be dê Hefter û Wagner ango aliyê Rûsyayê peşk lê bixe.

Hikûmet ji bo ku serî bi van hemû zehmetiyan ra derxîne û welêt ji bo hilbijartinên dawiya salê amade bike li gel aktorên navneteweyî jî teşebûsan dike. Muxatab jî ji bo ku ji heyama nû îstifade bikin gelekî hewl didin.

- Hikûmeta berwext û helwesta aktorên navneteweyî

Mirov dikare bibêje ku piştî avakirina hikûmeta berwext bi taybetî nûnerên payebilind ên welatên Rojavayî li ser Lîbyayê da girtin. Em dibînin ku bi taybetî Fransa û Lîbya bi awayekî bi lez adapteyî rewşa nû bûn û piştgiriya xwe ya ji bo hikûmetê û nexşerêya wê eşkere kirin. Armanca wan helbet ew e ku çiqas ji destê wan tê ji dewlemendiyên binerd ên welêt û ji nû va avakirina welêt sûd wergirin. Ya rast Fransa yek ji wan aktoran bû ku piştgirî da Hefter û bandor kir ku şerê navxweyî ya li Lîbyayê giran bibe. Îtalyayê jî dualî dilîst. Yewnanistanê ji bo ku şehtê li peymana sînordarkirina qadên rayeya behrê ya ku di navbera Tirkiye û Lîbyayê da hat îmzekirin bide her cure piştgiriyê da Hefter û dîsa li pey vê armancê ye. Yewnanistanê dema ku Balyozê Atînayê yê Lîbyayê bû Mihemed Yunis el-Menfî wekî mirovê nayê xwestin (persona non grata) lê mecbûr ma ku Menfî wek Serokê Konseya Serokatiya Lîbyayê muxatab bigire.

Rayedarên payebilind ên Lîbyayî vê heyama nû wekî "cureyekî şerê aboriyê" dinirxînin. Bi gotineke din dibêjin ku gelek welat Lîbyayê wekî "paste"yekê dibînin û li pey wê ne ku ji vê pasteyê têra xwe parê hildin. Heta radigihînin ku hin welat hewl didin ku ev rewşa hesas a Lîbyayê dewam bike û berjewendiyên xwe bidomînin. Bi kurtasî haj pê hene ku hemû aktorên midaxilê qeyrana Lîbyayê dibin li pey wê yekê ne ku di şertên nû da jî berjewendiyên xwe bidomînin.

Hikûmeta Ebdulhemîn Dîbeybe jî hember vê yekê pêşanî dide pêvajoya berwext û hewlên ji nû ava avakirinê û li gor wê tevdigere. Ji bo tetbîqkirina nexşerêya ku dê normalbûna welêt pêk bîne bi hemû aliyan ra têkiliyên xwe xurt digire. Hikûmeta Lîbyayê di vê çarçoveyê da siyaseta hevkêşeyê ya çalak dişopîne û girîngiyeke taybet dide têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra.

- Pozîsyona Tirkiyeyê

Dîbeybeyê Serokwezîrê Lîbyayê bi heyeteke qerebalix va Tirkiye ziyaret kir û ev jî nîşaneya vê girîngiyê ye. Ev ziyaret nîşan dide ku pêngavên ku Tirkiyeyê li rojhilatê Behra Spî û Lîbyayê avêtin guherîn destkeftiyên stratejîk û mawedirêj. Bixwevehatina Lîbyayê û kûrbûna têkiliyên Tirkiye-Lîbyayê wekî du pêvajoyên ku hevdu mezin dikin pêş ket. Digel provokasyonên navneteweyî û aliyên sêyemîn ên di nav Lîbyayê da Lîbya çiqas bi ser xwe va hat têkilî bêtir pêş ketin û ji bo herdu aliyan jî bû qezenc.

Em ji bîr nekin ku ev hevkarî di heyamake ku herdu welat ji gelekî di bin zextê da bûn û bi tehdîdên mezin ra rû bi rû bûn hat pêkanîn. Tehdîda ji bo Lîbyayê ew bû ku dîktaya Hefter bibe serdestê hemû welêt û ji nû va pêleke tundiyê ya nû dest pê bike. Ji hêla Tirkiyeyê va jî ev tehdîd ew bû ku li Rojhilatê Behra Spî koalîsyona dijî wî hat avakirin ew xist nav rewşeke dijwar. Hevkariya di navbera Tirkiye û Lîbyayê da ji bo berterefkirina van tehdîdan bû û bi ser ket. Herdu welat jî dizanin dibe ku tehdîdên manend dîsa derkevin holê û gelekî girîngiyê didin têkiliyan.

Hikûmeta Lîbyayê di berterefkirina tehdîda Hefter da jî di avakirina hikûmeta berwext da jî û tetbîqkirina nexşerêyê da jî haj pê heye ka Tirkiye çiqas girîng e. Ango paşerojê ji bîr nake û berê xwe dide pêşerojê. Stratejî û giraniya li Lîbyayê ya welatên ku di heyama şerê navxweyî da alîgirên Hefter bûn dide pêş çav û li gor wê tevdigere. Hem ji hêla rola ku di demeke nêz da lîst hem jî ji ber rolên muhtemel ên dahatûyê da Tirkiye ji bo hikûmeta Lîbyayê xwedî cihekî bi îmtiyaz e.

Serokwezîrê Lîbyayê bi çar alîkarên xwe, 9 wezîr û burokratên ewlehiyê yên payebilind va Tirkiye ziyaret kir û ev yek nîşaneya herî berbiçav a vê rewşê ye. Wextê vê ziyaretê û cureyê îcrakirina wê nîşan dide ku têkiliyên Tirkiye û Lîbyayê dê ji niha pê va di kîjan astê da bên kirin. Pênc peymanên ku di dema vê ziyaretê da hatin îmzekirin jî vê rewşê teyîd dike. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan peymana sînordarkirina rayeya qada behrê ya ku di sermaweza 2019an da hat îmzekirin bi bîr xist û got ku "Parastina desthilatdarî, yekîtiya ax û yekîtiya siyasî ya Lîbyayê, gumrahiya gelê Lîbyayê hedefa me ya sereke ye." Ev yek dahatûya têkiliyên herdu welatan û rola ku dê di heyama pêş me da Tirkiye bilîze nîşan dide.

- Wek qadeke stratejîk herêma başûr

Bi taybetî herêma başûr a Lîbyayê ji ber pozîsyona xwe ya ku ji hêla stratejîk va girîng e dibe ku wekî pencereyeke vedibe Afrîkayê bê nirxandin. Bi navbeynkariya Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariê ya Tirkan (TÎKA), Heyva Sor a Tirkan û Serokatiya Civakên Eqreba û Tirkên Dervayî Welêt (YTB) piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo herêmê dê bibe destpêkeke baş.

Wek encam têkiliyên Enqere-Trablusê ku her diçe kûr dibin rol dilîze ku Tirkiye li Rojhilatê Behra Spî û Lîbyayê bibe aktorê sereke. Divê ev pêvajoya ku Tirkiyeyê hêdî hêdî pêk anî û guherand qezenceke stratîjk li gor şertên nû dewam bike.

[Doç. Dr. Veysel Kurt hîndekarê Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê ye û li ser mijarên li Rojhilata Navîn otorîteryenîzm, demokratîkbûn, têkiliyên esker-sivîlan dixebite û di heman demê da li Dîrektoriya Lêkolînên Stratejîk a SETAyê peywirdar e]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.