Nûçeyên analîzê

Li Iraqê serkeftina Sadr û Barzanî û têkçûna alîgirên Îranê

Mehmet Alaca  | 12.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
 Li Iraqê serkeftina Sadr û Barzanî û têkçûna alîgirên Îranê

Istanbul

 Li Iraqê hilbijartina pêşwext a ku ev demeke dirêj bû li bendê bûn di 10ê Cotmehê da hat kirin. Lê encamên hilbijartinê bendewariyên qet di hesaban da tunebûn derxistin meydanê.

Di gulana 2018an da ji hilbijartina hat kirin heta niha li welêt qeyrana aboriyê, pirsgirêka di navbera Amerîka û Îranê ya li ser axa Iraqê, qeyrana hikûmetê ya li welêt di 2019an da çêbû û pirsgirêkên siyasî ewlehî û civakî yên li welêt qewimîn li ser beşdarbûna rêjeya hilbijartinê bi tesîr bûn. Di hilbijartina pêşwext da beşdarî ji sedî 41 pêk hat. Ji sala 2003an vir va ku Amerîkayê Iraq dagir kiribû heta niha ev rêjeya herî kêm e ku milet beşdarî hilbijartinê bû. Ev rêje di heman demê da aciziya civakî ya gel û bêhêvîtiyê jî radixe pêş çavan û peyamên girîng dide.

Digel vê di hilbijartina giştî ya Iraqê da Koma Sadr a ku lîderê Şiî Muqteda es-Sadr piştevani dikir di Meclisa Iraqê da bû partiya yekemîn û li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi pêşengiya Mesûd Barzanî bû partiya yekemîn û partiyên alîgirên Îranê ne têk çûn û ev yek jî der heqê heyama nû da nîşaneyên girîng di nav xwe da dihewîne.

- Hêviya civakê ji siyasetê nema

Rêjeya beşdarbûna hilbijartinê di pênc hilbijartinên dawîn ên hatin kirin da di asta herî kêm da ma. Di hilbijartina sala 2005an da beşdarbûn ji sedî 78, di ya 2018an da ji sedî 44 û di vê hilbijartinê da jî ji sedî 41 çêbû. Li welatê ku 26 milyon hilbijêr hene li 83 herêmên hilbijartinê ji 9 milyonî zêdetir kesî ray avêtin. Hilbijartin ji ber ku bi pergala elektronîk hat kirin gorî yên berê ewletir bû lê ji ber rêjeya beşdarbûna hilbijartinê nîqaşên manîpulasyonê derketin pêş. Nivîskarê vê analîzê jî wek çavdêrekî navneteweyî hilbijartin şopand û li hin herêmên kifşkirî yên Bexdayê hema bêje hinek sandoq ji sedî 20î zêdetir kes nehatibûn û deng lê nedabûn.

Iraq li gor Endeksa Nêrîna Gendeliya Rêxistina Zelaliya Dinyayê di nav 80 welatî da di rêza 160î da cî digire. Pergala nû ya ku piştî 2003an li ser nijad û mezheban hat avakirin bû pergaleke gendeliya aborî û dijberiya siyasî ya nepotîzmê li pê dihêle. Lewra ji sala 2003an vir va nêzî 450 milyar dolar fona raya giştî (malê dewletê) ji holê hat windakirin.

Iraq li rûyê dinyayê di nav welatên ji hêla neftê va dewlemend da di rêza pêncemîn da ye û ev par jî li welêt di nav hin aliyan da li hev tê parvekirin. Emrê nifûsê welêt ji sedî 70yî di bin 35 saliyê da ye lê hejmara bêkariyê jî ji sedî 30yî derbas bûye. Gendelî di serî da bêkarî, tunebûn û birîna av û ceyranê jî tev kêmasiya xizmetên dewletê di nav gel da bûye sedema hêrsê ya li hemberî hikûmetê.

Piştî şerê li hemberî DEAŞê li welêt gendelî zêdetir bû û siyasetmedarên ji bo ji nû va înşakirina welêt bê dil in û bêhêz in jî vê hêrsê her tim li ser pê dihêlin û zêdetir dikin.

Tevlî vê ew serdestiya Îranê ya ku her diçe li welêt xwe zdetir dide hîskirin û zext û zordariya komên milîs û siyasetmedarên Îran li pişt wan e jî hêrsa welatiyan a li hemberî pergalê zêdetir dike. Tora berjewendiya siyaseta giregiran û mezhebparêz li welêt heke bi hemû civakê ra neyê parvekirin wê civak ji sindoqan pir hêvîdar nebe û zû bi zû wê pesê pê neke.​​​​​​​

- Alîgirên Sadr qezenc kirin, alîgirên Îranê têk çûn

Koma Sadr ya girêdayî serokê Şiî Muqteda es Sadr 73 kursî qezenc kir û di Meclisa ku 329 kursî lê hene bû partiya yekemîn. Îtifaqa Fetîhê ya alîgirê Îranê ye ya di hilbijartina 2018an da bi 48 kursiyan va partiya duyemîn bû cihê xwe bi 37 kursiyan va ji Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Nurî El Malikiyê Serokwezîrê berê ra hîşt. Îtifaqa Fetihê di vê hilbijartinê da ji sê paran du par dengên xwe winda kir û têk çû. Ji ber ku Koma Sadr bi ser ket wisa xuya dike ku di vê heyama nû da rewşeke cuda wê derkeve holê.

Sadr beriya hilbijartinê biryara boykotê dabû, lê paşê ji vê biryarê vegeriya. Sadr ji ber ku mîrateke civakî û siyasî ji malbata xwe dewr hilda, li dijî Îran û Amerîkayê hin fikr û tevgerên wî hene bi ser ket. Sadr li gor berê mesafeyek bi Îranê ra daniye û rojek beriya hilbijartinê cil û bergên Iraqî li xwe kir û tê texmînkirin di heyama nû da ewê bi komên mesafeya wan bi Îranê ra heye ra têkiliyan dayne.

Koma Sadr wê hikûmetê ava bike. Tê texmînkirin PDKya ku serokê wê Barzanî ye û 32 kursî qezenc kir wê bi Sadr ra tev bigere. Partiya Teqeddumê ya Mihemed Helbûsiyê Serokê Meclisê yê berê ya ku bi 38 kursiyan bû partiya duyemîn jî wek partiyeke Sunî dikare beşdarî îtifaqê bibe.

Ji bo avakirina hikûmetê hewcedariya Sadr wê bi hin aktorên din ra jî hebe. Lê wisa tê texmînkirin ku ev ne Fetih û Malikî ne. Ji ber ku encamên hilbijartinan dereng hatibûn eşkerekirin Sadr daxuyaniyek dabû û gotibû midaxeleya hêzên hundir û derva li ser vê yekê heye. Bi vê gotinê tê fêmkirin ku hedefa Sadr Îsmaîl Qaaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê ye. Lewra Qaanî rojek piştî hilbijartinan hatibû Bexdayê û tê îdiakirin ku wî li Bexdayê der barê hilbijartinan da hin hevdîtin pêk anîne.

Sadr û Malikî wek dijminên hevdu ne ku îhtimaleke hevkariyê xuya nake. Komên alîgirên Îranê yên gelek milîsên wan hene ji ber ku di nav refên mixalefetê da cih digirin, dibe ku li welêt der barê ewlehiyê da fikar çêbibin û pergala siyasî bi wan ra mijûl bibe.

- Li Herêma Kurdistanê veguherîna hêzê

Koma Sadrê li tevahiya Iraqê bû partiya yekemîn, her wisa PDK jî bi 32 sandalyeyan va bû partiya herî bihêz a Herêma Kurdistana Iraqê. PDK di hilbijartina 2018an da bi 25 parlamenteran va li herêmê bûbû partiya yekemîn. Di vê hilbijartina dawîn da jî PDKyê li Kerkûk û Mûsilê hêza xwe qewîntir kir û hem li herêmê û hem jî li Bexdayê hêza xwe ya bazariyê zêdetir kir.

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ku duyemîn partiya mezin a HKIyê ye, digel ku bi Tevgera Goran ra Koalîsyona Kurdistanê ava kir û wisa beşdarî hilbijartinê bû, 15 sandalye bi dest xistin. Ji çend sedemên lawazbûna YNKyê hinek ew in ku piştî mirina Celal Talabanî partî ji qeyranan safî nabe, piştî referanduma serxwebûnê ya sala 2017an digel PDKyê rageşî didome û Bafil Talabanî, Lahur Talabaniyê ku mîna wî hevserokê giştî yê partiyê ye, ji nava partiyê dehf da derva. Wer dixuyê ku lawazbûna YNKyê dê hem li herêmê û hem jî di siyaseta Iraqê da PDKyê bihêztir bike.

Di demeke ku YNK lawaz dibe da Goran jî mîna berfa serê çiyayan heliya û adeta dawî lê hat.

Digel vê, Tevgera Nifşa Nû ya ku navenda wê Silêmanî ye, hêza xwe zêde kir. Nifşa Nû ya ku bi mixalefeta xwe ya tund a dijî PDKyê tê naskirin, di serdema nû da bi 9 kursiyan va dê alaya mixalefeta dijî PDKyê bilindtir bike.

Wek encam, li Iraqê hikûmeta nû dibe ku bi pêşengiya partiyên mezin ên Şîe, Sunî û Kurd va ên ku di hilbijartinê da bûn yekemîn, were damezirandin. Sadr di peyama piştî hilbijartinê da sipasiya Ayetullah es-Sîstaniyê rêberê dînî yê Şieyan û her wiha Serokwezîr Mistefa el-Kazimî kir. Di vê çarçoveyê da Sedr dibe ku di serdema nû da jî şans bide Kazimî.

Lêbelê her çiqas nirxandina wê yekê tê kirin ku Sedr dê digel Barzanî û Helbûsî hikûmetê ava bike, lê siyaseta li ser berjewendiyan rûniştî ya Iraqê dibe ku hemû hesaban serûbin bike. Nexasim helwesta Sadrê ku zû çivan dide xwe, dibe ku hemû hesab û planan berevajî bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın