Nûçeyên analîzê

Leza rekor a pêşxistina aşiyên Kovîd-19ê û paşxaneya wê

Di qada navneteweyî da hevkariya hevparan aşiya Kovîd-19ê gihand mirovahiyê. Dinyayê carekê din dît ku heke piştgiriyê bidin zanyaran û ji rîskên fînansî biparêzin dê çi bi dest bixin.

Abdullah Uçar  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 11.06.2021
 Leza rekor a pêşxistina aşiyên Kovîd-19ê û paşxaneya wê

Istanbul

Aşî li tevahiya dinyayê di salekê da nahêlin ku 3 milyon mirov bimirin. Ji ber sedemên nexweşiyên ku bi aşiyan dikarin pêşî lê bigirin salane 1,5 milyon mirov zû ji nav hezkiriyên xwe vediqetin. Dinyayê êdî nexweşiya xurikê ji bîr kir. Wisa ku dema nexweşiya xurikê tê gotin êdî xurikê avê tê hişê gelek mirovan. Mirinên ji ber dîfterî, xeneqûtk yan jî trtanosê êdî ji me ra gelekî biyanî ne. Dinya bi saya aşiyan ji van nexweşiyan xilas dibe. Piştî ku felaketek hat serê mirov paşê hildana tevdîran ji zû hildana tevdîran gelekî bimaliyettir e. Aşî jî dijî nexweşiyan yek ji amûrên tevdîrê yên herî çalak ên di destê mirovahiyê da ne. Dinya bi pandemiya vîrusa koronayê ya cureya nû (Kovîd-19) cardin şahidiyê dike ku aşî çiqas girîng in û dema aşî nebe çi diqewime.

Bi saya aşiyên Kovîd-19ê dawiyê da di tunela reş a ku dinya di dawiya sala 2019an da ketê ronahî xuya kir. Hemû dinya ji bo pêşxistina aşiyên Kovîd-19ê seferber bû û bi rekoreke dîrokî va di demeke ji salekê kurttir da karî ku aşiyan çêbike. Vê rewşê fikarên ewlehiyê jî derxistin holê. Em ê di vê nivîsê da li ser mijarên mekanîzmaya bandora aşiyan, cureyên wanî pêvajoyên pêşxistinê û çawa çêbû ku aşiyên Kovîd-19ê di demeke kurt da hatin pêşxistin bisekinin.

Di qada navneteweyî da hevkariya hevparan aşiya Kovîd-19ê gihand mirovahiyê. Dinyayê carekê din dît ku heke piştgiriyê bidin zanyaran û ji rîskên fînansî biparêzin dê çi bi dest bixin. Hat dîtin ku astengiyên burokratîk dibin sedem ku çi ji destê me biçe û hat tesbîtkirin pêkan e ku aşiyek di nav salekê da bê pêşxistin. Ev tecrube di dahatuyê da ji bo gelek xebatên aşiyê hêviyê dide. Her wiha bi vî awayî jî hat dîtin ku têkoşîna dijî pandemiyê piştî ku pandemî derket holê mimkûn nîne bi xebatên beriya pandemiyê mimkûn be.

- Aşî me çawa diparêzin?

Ji bo ku mirov fehm bike ka aşî me çawa diparêzin divê mirov baş fehm bike ku pergala me ya laşparastinê çawa dixebite. Hedefa bingehîn a vîruseke ku dikeve bedena me ew e ku bi rêya hucreyan va zêde bibe. Pergala me ya laşparastinê fehm dike ku vîrus biyanî ye lê nizane ka dê wê çawa bide sekinandin. Ji bo vê bi lez dest bi analîzan dike û bedena me wekî laboratuvareke mezin dixebite. Proteînên li ser rûyê wê vîrusa ku parçe kiriye analîz dike û piştra dijî proteînan antîkorê derdixîne. Antîkor bi proteînên li ser rûyê vîrusan va dizeliqin û wan îşaret dikin. Vîrusên hatine îşaretkirin ji hêla hucreyên me yên pergala laşparastinê va bi lez tên nasandin û ji holê tên rakirin. Lêbelê wext digire ku beden vîruseke ku berê nas nedikir nas bike, ji bo wê antîkorê çêke û dawî li enfeksiyonê bîne. Di vê heyama derengketinê da av ji pozê me tê, agirê me derdikeve, kuxik dest pê dike. Lêbelê her dem bedena me di vê şerî da bi ser nakeve, dema vîrus bi ser dikeve dibe ku mirin çêbe yan jî xisarên mayînde derkevin holê. Heke em qezenc bikin û baş bibin di êrîşa din a vîrusê da bêyî ku bi analîzkirinê ra mijûl bibin bi lez dikarin ku antîkoran derxînin holê û bi vî awayî vîrus bêyî ku firsendê bibînin belav bibin enfeksiyon bi lez tê rawestandin.

Di pêşxistina aşiyên Kovîd-19ê da ji standartên ewlehiyê tewîz nehatiye dayîn. Hemû xebatên pêşxistina aşiyan wekî berê hatin temamkirin. Lêbelê ji ber bandorên xirabker ên nexweşiyê lez dan pêvajoyê û merhele ne li pey hev her merhele bêyî ku merhaleya pêş bê temamkirin hat destpêkirin û bi temambûna merheleya din ra karî ku dewam bike. Di merheleyên ku heta niha çêbûne da jî her tişt di rê da ye.

Aqilane nîne ji bo ku serî bi vîrusekî ra derxînin li bendê bimînin ku şer derkeve, va ye di vê mijarê da aşî dikevin dewrê. Aşiyên edetî yên ku li laboratuvarê bi qelskirin, kuştin yan jî parçekirina vîrusan tên çêkirin dema didin bedenê pergala me ya laşparastinê firsendê dibîne ku tetbîqatê bike. Vîrus an jî parçeyên vîrusê ên ku bi aşiyê didin nikarin enfeksiyonê çêbikin lêbelê beden ji bo şer analîzên xwe temam dike û hucreyên hafizeyê derdixîne holê, dijî êrîşê amade dibe. Bi vî awayî vîruseke ku hember wê pênegirtina me çêbûye dema dikeve laşê me demildest ji holê tê rakirin. Bi kurtasî aşî pergala me ya laşparastinê dielimînin ka dê vîrusan çawa ji holê rake û pergala me ya laşparastinê perwerde dike.

- Cureyên aşiyê

Ji bo pêşxistina aşiyan rêbazên cuda hene. Rêbazên edetî ji qelskirin, kuştin an jî parçekirina vîrusê pêk tên. Ji bo aşiyên ku bi qelskirina vîrusê tên bidestxistin "aşiyên zindî" tê gotin. Ji bo hilberîna vê şertên taybet hewce dike û dijwartir e. Vîrus her çiqas hatibe qelskirin jî ev aşî dibe ku bi kesên ku pergala wan a laşparastinê qels e bibe sedema enfeksiyonan. Aşiyên ku ji vîrusên mirî yan jî ji parçeyên vîrusê pêk tên da jî xetereya enfeksiyonê tune lêbelê ji ber ku zindî nînin pargala me ya laşparastinê bersiveke xurt an jî demdirêj nikare derxîne holê û nikare ku bi qasî aşiyên zindî antîkoran derxîne holê.

Di pêşxistina aşiyan da jî du teknolojiyên nû aşiyên RNAyê û aşiyên vîral vektor in. Di van aşiyan da rêbaza bingehîn ew e ku genê vîrusa ku li ser rûyê vîrusê ye û proteîna ku pergla laşparastinê bersivê dide kod dike bê tesbîtkirin û ev gen bê parçekirin û genê bişînin hucreyên laşê me û tenê ew proteîn ji hêla hucreyên me va bê hilberîn. Ji bo ku vê parçeya genê bînin hucreyên me du rêbaz hene: Ya yekem mRNAyên ku ji vê parçeya genetîk proteînê çêdikin li laboratuvarê tên çêkirin û didin laş. Ya duyem jî parçeya genetîk bi materyala genetîk a vîrusekî din a ku ji bo laş bê zerar e va dikin û didin laş. Di van herdu rêbazan da jî ji ber ku tenê parçeyên vîrusê hene xetereya enfeksiyonê tune. Ji ber ku teknolojiya rêzkirina genê gelekî pêş ketiye bi lez dikarin hilberînin. Aşiya Pfizer-BioNTech û Modernayê metoda ewil, aşiyên AstraZeneca-Oxford, J&J û Sputnik Vê rêbaza duyemîn diemilînin.

- Aşiyek ji serî heta dawiyê çawa tê pêşxistin?

Ji hêla wext û aboriyê va maliyeta pêşxistyina aşiyê gelekî zêde ye. Di şert û mercên normal da çêkirina aşiyekê çendî salan digire. Aşiya ku heta îro herî lez hat hilberîn (gurep-qebequlax) di çar salan da hat hilberîn. Maliyeta aborî ya hemû pêvajoyê jî dora 500 milyon dolarî ye.

Xebatên pêşxistina aşiyan ji pênc merheleyên li pey hev pêk tê.

Xebatên kifşkirinê yên laboratuvarê: Di vê merheleyê da dijî vîrusan di asta molekuler da rêyên pêkanîna bersiva pênegirtinê tên kifşkirin.

Ceribandinên ser heywanan: Di vê merheleyê da daneyên merheleya din tên emilandin û li ser heywanan tên ceribandin û namzedên aşiyê yên ji bo mirovan tên tesbîtkirin.

Xebatên klînîk: Di vê merheleyê da ceribandinên li ser mirovan dest pê dikin û ji sê fazan pêk tên.

Faza Yekem: Li ser gelek hindik mirovan (10-15 kes) ceribandinên ewil ên bimirov tên kirin. Li serê lêkolîn tê kirin ka aşî ji bo mirovan bizirar e yan na.

Faza Duyem: Aşiya ku di faza yekem da bawerî pê anîn ku ewledar e derbas faza duyem dibe û di vê fazê da tê ceribandin ku bi kêr tê yan na, laşparastin bersivê didê yan na û li ser sedan kesî tê ceribandin.

Faza sêyem: Aşî derdikeve holê ku zirara wê tune û bersiva pênegirtinê jî dide dê vê fazê da li ser bi hezaran kesî (bi qasî 30-45 hezarî) tê ceribandin û tê lêkolînkirin ka ji nexweşiya rastîn diparêze yan na.

Pêvajoyên pesendkirinê yên fermî: Di vê merheleyê da encamên hemû ceribandinên ewlehî, bandoriyê pêşkêşî otorîteyên fermî dikin û serlêdana pesendkirinê tê kirin.

Hilberîna girseyî û pêvajoya belavkirinê: Di vê merheleyê da divê tesîsên dikarin bi milyaran dozî hilberînin bên avakirin, bê kontrolkirin ka li gor standarên kalîteyê ne yan na.

Di xebatên kifşkirinê da heke 100 namzedên aşiyê çêkin jî ji van encax 20 hebên wan dikarin ji merheleya ceribandinên heywanan biborin. Ji van 20 heban 10 heb dikarin faza 1em, ji 10 heb 5 heb faza duyem û ji 5 namzedan jî yek jê dikare faza sêyem temam bike.

- Çi guherî ku karîn di 10 mehan da aşiyê çêbikin? Pêvajoyeke ku di şertên normal da bi salan didome di nav 10 mehan da qediya û ev yek jî bi awayekî tebiî bû sedem ku pêbaweriya ji aşiyê bê jêpirsîn, mînakên neyînî yên berê bûn sedem ku zanyar hevdu hişyar bikin. Wek mînak di sepana aşiya polîoyê (felca zarokan) a ku bi serkeftî ji testan derbas bibû fîrmayekê şaşî kir û bibû sedem ku ji 70 hezarî zêdetir zarok bi şaşî bibin polîo. Di rabirdûyê da xebatên aşîkirinê yên ku ji bo şewba berazan hatin çêkirin û di koma temenê zarokan da têra xwe nehat testkirin di hin zarokan da bibû sedema derketina sendroma Guillan-Barreyê. Ev rewş jî herî zêde kêrî komên dijberê aşiyê hatibû û pêbaweriya civakê zirar dîtibû. Xebatên aşiya Kovîd-19ê di çarçoveya van xebatan da hat sêwirandin.

Mirov dikare faktorên bûn sedem ku aşiya Kovîd-19ê di demeke gelekî kurt da bê çêkirin bi sernavên li jêrê rêz bike.

- Tecrubeyên berê

Ya rast xebatên ji bo aşiya Kovîd-19ê hatin kirin bi pandemiyê dest pê nekirin. Şewbên SARSa ku di sala 2002yan da derket holê û MERSa ku di sala 2012an da derket holê jî bi cureyên vîrusa koronayê bûn û wê demê gelek xebatên aşiyê hatin kirin. Lêbelê ji ber ku şewb bi lez ji holê rabû bêyî ku aşiyek bê dîtin hat rawestandin. Zanyaran ji ber van xebatan berî pandemiyê proteîna li ser rûyê vîrusê nas dikirin û agahiyên me yên der barê vîrusa koronayê da kêm nebû. Teknolojiya der barê mRNA û emilandina vektorên vîral da jî nû derneketiye holê. Ev teknolojî ji 20 sal berê panemiyê va dihatin pêşxistin. Xebatên rêzkirina kodên genetîk jî di 20 salên dawîn da gelekî pêş ketibûn û bi saya van teknolojiyan bi lez rêzkirina materyalên genetîk ên vîrusê hat pêkanîn.

Çêkirina aşiyên RNA û DNAyê da hewce nake ku wekî di rêbazên edetî da çanda bakterî/vîrusê çêbikin û wan zêde bikin û sêwiranên ceribandinê ava bikin. Rasterast materyalê genetîk a vîrusê ya rêzkirî tê emilandin û parçeya genê ya ku proteîna rûxarê ya kod dike tê emilandin. Zanyarên Çînî di roja 11emîn a pandemiyê da materyala genetîk a vîrusê rêz kiribûn û bi dinyayê ra parve kiribûn. Vê lezê xebatên mRNA û aşiyên vîral vektor lezandibûn.

Ango pêkan e bê gotin ku aşiya Kovîd-19ê ne di 10 mehan da 20 sal +10 mehî da hat pêşxistin.

- Hemdemî birêvebirina xebatan

Di şertên normal da ji bo ku merheleyên pêşxistina aşiyê bê kirin divê merheleya borî bihata temamkirin û raporkirin lêbelê di aşiyên Kovîd-19ê da daneyên zû yên merheleya borî hatin emilandin û derbasî merheleya din bûn. Di heman demê da merheleya berê hat domandin û hat temamkirin. Heke merheleya berê neyînî bi encam bibûya dê hemû xebatên merheleya zû jê derbas bûn beredayî biçûna. Lêbelê rastî pirsgirêkeke mezin nehatin û hema bêje ji ber pêvajoyên ku paralel hatin kirin gelek wext hat bidestxistin.

Bi dehan salên ku ji bo pêşxistina aşiyan hewce dikin wek bingehîn ji bo testên ku pêbawerî û bizaviya aşiyê nayên xerckirin. Qismekî mezin a vê maweyê ji ber nivîsên di navbera otorîteyan da derdikeve holê. Di şertên normal da otorîtetên ku destûrê didin merheleyên pêşxistina aşiyê di xilasiya her merheleyê da li ser hemû daneyan lêkolîn dikir li serê nîqaş dikir û ji bo merheleya din û di dawiya dawîn da ji bo lîsansa aşiyê destûr dida. Dema aşiya Kovîd-19ê hat pêşxistin daneyên ceribandinan di heman demê da bi otorîteyên fermî ra hatin parvekirin. Otorîteyên fermî karên ku di demê da pêvajoyên testê bişopînin. Bi vî awayî ji nişka ve pêvajoyên nivîsandin û destûrê yên ku çendî salan dewam dikirin gelekî kurt bûn.

- Zêdehiya jimarên mînakê

Di şertên normal da di faza sêyemîn da mirov wek koma ceribandinê û koma kontrolê dihatin veqetandin û aşî li komekê dixistin û li koma din nedixistin. Paşê ev kom berdidan nav civaka ku tê da enfeksiyon heye û demeke dirêj dişopandin û ji bo ku bikarin muqayeseyê bikin li bendê diman ku têra xwe enfeksiyon çêbe. Vê pêvajo demeke dirêj digirt. Di pêvajoya pêşxistina aşiya Kovîd-19ê da dîzaynên ku ne li ser wext li ser bûyerê disekine hatin kirin û jimara cerbanokan hat zêdekirin. Bêtir çavkaniyên pereyan hatin emilandin û jimara cerbanokan hat zêdekirin. (30 hezar kes). Bi vî awayî gihaştina jimara bûyerê (enfeksiyon) ya ku ji bo muqayeseya zanistî hewce dike û wext hat qezenckirin.

- Berbelaviya enfeksiyonê

Di şertên normal da ji bo pêşxistina aşiyê divê komên ceribandin û kontrolê demekê rastî enfeksiyonê bihatana. Di vê rewşê da li herêmên ku lê enfeksiyon tune çêkirina testan mimkûn nebû. Ev yek jî dibû sedem ku gelek kêm xebat bên kirin û îhtimala çêkirina aşiyeke bitesîr kêm dikir. Pandemî belavî hemû dinyayê bû û ev yek jî ji bo gelek lêkolînerên li erdîngeriyên cuda ji bo pêşxistina aşiyan bû firsendek. Ji ber ku komên ceribandin û kontrolê bi belavbûna bi lez a şewbê va li gelek welatan hatin testkirin.

- Aliyê navneteweyî

Şewbên wekî SARS, MERS, Ebola, Zîka, H1N1 her çiqas tirseke gerdûnî derxistibin holê jî yek ji wan jî bi qasî Kovîd-19ê bandor li dinyayê nekir. Bi taybetî welatên dewlemend wekî di mînaka Ebolayê da ji bo şewbên ku zêde tesîr li ser wan nekir têra xwe fon nedan. Şewba Kovîd-19ê jî li hemû dinyayê tesîr kir û bû sedem ku taybetmendiya giştî û gerdûnî ya van şewban bê dîtin. Ji ber vê yekê jî welatên dewlemend pere xerc kirin û bi budçeya mezin a ku hat dayîn va gelek pêvajoyên ku dibûn sedema wextê bi lez bûn.

- Ji rîskên fînansî parastina lêkolîneran

Ji ber ku pêvajya çêkirina aşiyê gelekî biha hem lêkolîner hem jî veberhêner gelekî baldar bûn û heta merheleyek bi temamî bi se ser nediket derbasî merheleya din nedibûn û vê yekê jî pêvajoya pêşxistinê gelekî dirêj dikir. Wek mînak ji bo ku ji hilberîna girseyî ya aşiyekê milyar dolar bê veqetandin divê teqez li bendê bisekiniyana ku gelo ev aşî bi kêr tê û ewledar e yan na. Lêbelê dema ku aşiya Kovîd-19ê hat pêşxistin zirarên ku civaka gerdûnî rû bi rû man ji ber ku gelekî zêde bû ji bo xebatên aşiyê bi milyar dolaran pere hat veqetandin û pêvajo hat lezandin. Hê ku xebatên fazê dewam dikirin di heman demê da tesîsên hilberîna aşiyê ya girseyî hatin avakirin. Heke aşiya derket holê bi tesîr nebûya yan jî bawerî pêçênebûya dibe ku veberhênana bi milyar dolaran beredayî biçûya. Ji ber ku ev rîsk hat hildan pêvajoya ber bi serkeftinê va bi lez bû.

- Hevkarî

Fîrmayên xwedî kapasîteya dermanên girseyî û hilberîna aşiyê bi zanyaran ra hevkariyên lez danîn û binesaziyên van firmayan bûn wesîle ku aşî bi lez bên hilberîn. Dewlet, sektora taybet, zanyar, saziyên civakî yên sivîl, saziyên navneteweyî di dîrokê da tu carî û ji bo tu bûyerê bi fedakariyeke evqas mezin nehatibûn bal hev û piştevaniya hevdu nekiribûn. Hevkariya hemû paydaran ji bo çareserkirina qeyrana gerdûnî wext da her kesî.

- Optîmîzasyona hedefê

Di pêşxsitina aşiya Kovîd-19ê da hedefa sereke rawestandina belavbûna şewbê nebû. Hedefa bingehîn ew bû ku pêşî li nexweşiyan, razandina li nexweşxaneyan û mirinan bigirin. Ji ber vê yekê Îdareya Derman û Xurekê ya Amerîkayê (FDA) ji bo aşiyan sînora serkeftinê kêm girt û rêjeya bizaviya mînîmum ji sedî 50 qebûl kir. Ev yek jî bû sedem ku namzedên aşiyê zû derkevin holê.

Wek encam di pêşxistina aşiyên Kovîd-19ê da ji standartên ewlehiyê tewîz nehatiye dayîn. Hemû xebatên pêşxistina aşiyê wekî ya berê hatin temamkirin. Lêbelê ji ber bandorên xirabker ên nexweşiyê pêvajo hat lezandin, merhale ne li pey hev her merhale bêyî ku ya berê bê temamkirin dan destpêkirin û bi temambûna merheleya din karî dewam bike. Di merheleyên ku heta niha hatin kirin da her tişt di rê da ye.

Di qada navneteweyî da hevkariya hevparan aşiya Kovîd-19ê gihand mirovahiyê. Dinyayê careke din dît ku heke piştgiriyê bidin zanyaran û ji rîskên fînansî biparêzin dê çi bi dest bixin. Hat dtin ku astengiyên burokratîk dibin sedem ku çi ji destê me here û hat tesbîtkirin pêkan e ku aşî di nav salekê da bên pêşxistin. Ev tecrube di dahatuyê da ji bo gelek xebatên aşiyê hêviyê dide. Her wiha bi vî awayî jî hat dîtin ku têkoşîna dijî pandemiyê piştî ku pandemî derket holê mimkûn nîne bi xebatên beriya pandemiyê mimkûn be.

[Abdullah Uçar doxtorê tibê û hekîmê malbatê ye, di heman demê da Li Makezanista Tenduristiya Gel a Fakulteya Tibê ya Stenbolê da xwendekarê doktorayê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın