Hedefên Ukraynayê yên derbarê şer mezin dibin
Prof. Dr. Yaşar Sari ji bo AA Analîzê êrîşa dawîn a Rûsyayê ya dijî bajarên Ukraynayê û nirxandina der barê boçûna şer ya ji hêla Ukraynayê va nivîsand.

Istanbul
***
Êrîşa ku Rûsyayê dijî hikûmet û axa Ukraynayê da destpêkirin kete meha 9emîn. Hedefa hikûmeta Rûsyayê ya di destpêka şer da ew bû ku li Ukraynayê Serokomar Volodimîr Zelenskiy ji îqtidarê dûr bixin û şûna wê hikûmeteke alîgirê Rûsyayê yan jî xwe dispêre piştgiriya Rûsyayê ava bikin. Ji bo ku vê pêk bînin di serî da paytext Kîevê li bajarên Ukraynayê yên wekî Xarkovê yên nêzî sînorên Rûsyayê hedef girtin. Lêbelê ev êrîşên ku rêveberiya Rûsyayê navê "operasyona taybet" lê kir encama ku dihat payîn neda. Sedema vê yekê ya ewil berxwedana Ukraynayê ya nedihat payîn û kêmasiya yekîneyên eskerî yên Ûris ên hem mijara perwerdeyê da hem jî kadroyê da bû.
- Dora hemleyê li Ukraynayê ye
Rûsya herçiqas negihêje hedefa xwe ya ewil û bingehîn di encama ku ji ser herêmên Luhansk û Donetskê ya cudaxwaz ûn ku ji sala 2014an vir va piştgiriyê didê da axên ku yên Ukraynayê ne û bi Qirimê ra peywendiya bejayê pêk tîne dagir kir. Berxwedana ku yekîneyên Ukraynayê di dema van êrîşan da li Marîupolê nîşan dan jî bû yek ji pevçûnên sembolîk. Rûsya herçiqas li herêma ku peywendiya ji bejayê ya bi Qirimê ya kontrolê bi dest bixe jî di vê şerê da gelek zeyîat da. Zafiyeta yekîneyên Rûsyayê û berxwedana yekîneyên Ukraynayê bû sedem ku der barê dahatû û kontrola Rûsyayê ya li van herêman da guman çêbin.
Yekîneyên Rûsyayê ji ji Kîevê vekişiyan, êrîşên ji ser Luhansk û Donetskê hatin kirin hatin rawestandiun, keştiya şer a sîtola Rûsyayê ya bi navê "Moskow" (Moskvya) a ku derfeta wê hebû derkeve lengergehên giring ên ji bo Ukraynayê heyatî ye hat binavkirin û piştî vê yekê serdestiya yekîneyên Rûsyayê ya di eniyê da qismî kêm bû. Yekîneyên Ukraynayê hem bi çekên nû yên ku dewletên Rojavayî dan, piştgiriyên lojîstîk û ragihandinê hem jî serkeftinên li eniyan hat bidestxistin va derfet bi dest xist ku herekata dijber bide destpêkirin. Ev di meneyekî da nîşan dide ku di lîstika santrançê da dora hemleyê ya Ukraynayê ye. Herwiha Ukraynayê îmaja dê li başûr êrîşî bibe ser Hersonê û esker şandin wir derxist lêbelê êrîşê li bakurê rojhilat li dora Harkovê heta ber bi axên Luhanska ku çendî salan di bin kontrola cudaxwazan da ma û herêma Luhanskê da jî tê da bû li dar xist û hin ax paşda hildan ev yek jî nîşaneyeke din e ku Rûsya di eniyê da paş dikeve.
Vladimîr Pûtînê Serokê Federasyona Rûsyayê çar herêmên Ukraynayê yên ku ji hêla yekîneyên Rûsyayê va hatine dagirkirin, bi referandumeke gumanbar a ku tu standartên navneteweyî pê ra tunebû û şikbar e ku daxwazên rastîn ên gelên herêmê nîşan dide va îlan kir ku ev çar herêm tevê Fedarasyona Rûsyayê bûye û seferberiya giştî îlan kir. Ev yek jî ji bo nîşan bide ku destê Rûsyayê çiqas qels bûye giring e. Hikûmeta Rûsyayê bi van hemleyan va hedef kir ku hem raya giştî ya nav welêt tetmîn bike hem jî di pêşerojê da dema bi Ukryanayê ra li ser maseyê rûniştin bila destê wê hêzdar be. Ji xeynî van geşedanan fermandarên herekata dagirkirina Ukraynayê bi rê va dibin guherand, îlan kir ku heke hewce bike dê çekên nukleer jî biemilîne ev yek jî wekî çavtirsiyeke ku hikûmeta Rûsyayê der barê dibe ku şer bi Ukraynayê ra sînordar nemîne da, bê dîtin.
- Serdestiya moralê û teknîka eskerî ya Ukraynayê
Di mehên ewil ên sala 2022yan da Rûsyayê gelek esker şandin sînor û hikûmeta Ukraynayê vê wekî amadehiya dagîrkirinê nedît. Sedemeke vê yekê ew e ku wisa bawer dikir ku Rûsya nikare ku bi yekîneyên li sînor bi cî kirin welatekî mezin ê wekî Ukraynayê dagîr kiriye. Rûsyayê di sala 2014an da bi lez Qirim dagir kir û ev yek ji bo elîtên siyasî û eskerî yên li Ukraynayê bû dersek û bi piştgiriya Rojava jî artêşa Ukraynayê bi lez hat modernîzekirin. Qedemeya qomuta-kontrolê li gor standartên NATOyê hat dîzaynkirin û artêş hat xurtkirin. Di vê şerê da di serî da Amerîka dewletên Rojavayî piştgiriya lojîstîk, îstixbarat û ragihandinê dan Ukraynayê û ev yek jî di nav wan faktorên herî giring da ne ku seyra şer guherand. Herwiha di berxwedana artêşa Ukraynayê û jîriya wê ya operasyonel da ev piştgirî xwedî cihekî giring in.
Ji çavkaniyên cuda tê îdiakirin ku dewletên Rojavayî tenê piştgiriya lojîstîk a eskerî neda di heman demê da du avakirina raya giştî ya dinyayê da rêveberiya wê û heta di pêkanîna hin operasyonên taybet da piştgiriya wan heye. Wek mînak çavkaniyên Rûsyayê îdia kirin ku Rojava jî daxilû êrîşa dijî Pireya Kerçê ya ku Federasyona Rûsyayê û Qirimê digihand hev û di sala 2018an da hatibû vekirin bûye. Herçiqas hûrgiliyên der barê teqînê da tam derneketibin holê jî Ukrayna got ku ji vê êrîşê encamên wê memnûn e. Ji ber ku Rûsyayê pireyekî ku kontrola wî bi temamî destê wî da nekarî biparêze û ev yek jî zafiyeta wî nîşan dide. Herwiha dijî êrîşê wek bersiv şûna eniyên ku şer dewam dikin Kîev jî di nav da êrîşî bajarên Ukraynayê, êrîşî hedefên sivîl (heta nêzî Balyozxaneya Almnayayê jî di nav da) kirin û ev yek jî ji hêla nîşan bide ku alternatîfên di destê Rûsyayê da kêm bûne hêja ne.
- Pêngavên muhtemel ên Rûsyayêû yên ji niha pê va
Rûsyayê seferberiya giştî îlan kir, çar herêmên Ukraynayê îlhaq kir, tehdîda heke dijî axa Rûsyayê êrîşek çêbe dê çekên nukleer bikar bibe da û di şerê ku dijî Ukraynayê tê kirin da qedemeya fermandariyê ya Rûsyayê guherand, ev yek jî dibe ku wekî nîşaneyên zêdebûna rageşiyê û şîdeta şer bê dîtin. Êrîşên dibe ku yekîneyên Rûsyayê yên hatine teqwiyekirin bêyî ku ferqa hedefan bikin li dar bixin dibe ku li Ukraynayê bibe sedema bêhtir mirin û texrîbatan. Wekî tiştên ku di salên 1990î da li Grozniya paytextê Çeçenistanê û dora wê, di sala 2015an da li Sûriyeyê li Heleb û dora wê qewimîn... Pêkan e ku qerektera şer û stratejiya Rûsyayê biguhere. Ev yek jî dibe ku bibe sedem ku şer xirabtir be û bê asta topyekun, mirinên sivîl û eskerî zêde bibin. Jixwe îhtimal e ku şerê ku ji hêla kapasîteyên eskerî va herdu aliyan gelek kes mirin (ferqa herî giring jî morala eskerên Ukraynayê zêde ye û ji Rojava daimî piştgiriya lojîstîk tê) heke wekî Amerîkayê li Vîetnamê jiya dirêj bibe herdu alî jî bikevin nav nabosekî.
Ji hêla din va pêkan e bê pêşbînikirin ku Rûsyayê hedefa xwe biçûk kiriye, bi axa ku hildaye bin kontrola xwe bisekine, bixwaze ku hevdîtinên dîplomatîk bike. Herwiha dibe ku di hevdîtina Putîn a bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra ya li Astanayê da ji nû va destpêkirina pêvajoya dîplomatîk bê rojevê.
- Ukrayna heta axa xwe paşda hilnede dê li ser maseyê rûnene
Rêveberiya Ukraynayê wisa difikire ku seyra şer guheriye û dora hemleyê derbasî wî bûye. Bi piştgirî û rêveberiya dewletên Rojavayî yên ji hêla dîplomatîk, eskerî, lojîstîk û ragihandinê va di rêveberiya Ukraynayê da ew fikr çêbû ku heke şer dewam bike dikarin axê ji dagîrkirinê xilas bikin. ji ber vê sedemê jî Zelenskiy di vê astê da red dike ku bi Pûtîn ra li ser maseyê rûnê û hevdîtinê bike. Herî zêde Amerîka piştgiriyê dide vê helwestê. Pûtînê serokê Rûsyayê Amerîka û welatên din ên Rojavayî wek sersebeb dibîne ku pirsgirêka bi Ukraynayê ra hat vê astê û "mecbûr man ku axa Ukraynayê dagîr bikin". Herwiha Pûtîn wisa difikire ku şer tenê bi mizakereya bi Amerîkayê ra bê kirin tê bê rawestandin.
Ukrayna di mehên ewil ên şer da îlan kiribû ku ji bo Qirim, Luhansk û Donetskê xweserî heta mafê bi îradeya xwe ya azad a gelê ku li van herêman dijî dahatûya xwe tayîn bike jî di nav da ji bo mizakereyê amade ye. Lêbelê hewldanên bi rêya dîplomatîk çareserkirina pirsgirêkê ya ku Tirkiye jî navbeynkar e ji bo niha encama dihat xwestin neda. Herî dawîn Zelenskiy îlan kir ku hemû axa Ukraynayê yên ku bin dagîrkeriya Rûsyayê da paşda neyên hildan dê têkoşîn xilas nebe.
[Hîndekarê Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê ya li Boluyê, Prof. Dr. Yaşar Sari, di heman demê da li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Xebatên Avrasyayê ya Heyder Eliyev a Zanîngeha Îbn Haldun Lêkolînerê Biqidem e]
*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.