Nûçeyên analîzê

Dîplomasiya Kendavê ya Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê tê çi meneyê?

Armanca Kazimî ew e ku bi mitefîqên Amerîkayê yên li Kendavê ra têkiliyên xwe pêş bixe û hevkêşeya zexta Îranê ya li Iraqê çêbike û plan dike ku hem di qadên aborî da hem jî di vejenê da ji Îran û Tirkiyeyê ra alternatîfan çêke

Shokhan Sherzad Qader-Bekir Aydoğan  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 10.04.2021
 Dîplomasiya Kendavê ya Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê tê çi meneyê?

Istanbul

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî piştî Erebistana Siûdî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) ziyaret kir, berî plana lûtkeya sêalî ya Iraq, Misir û Urdinê ya tê plankirin ku bi beşdariya Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî û Qralê Urdinê Ebdulahê 2yemîn ra li paytext Bexdayê bê lidarxistin li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman es-Sanî ra têkilî danî. Ev yek jî nîşan dide ku Kazimî di demên dawîn da bi welatên Kendavê ra ketiye nav trafîka dîplomasiyê ya giran. Baş e lê divê mirov dîplomasiya Kendavê ya Kazimî ji hêla bandora wê ya li ser polîtîkaya navxweyî û derva ya Iraqê çawa bibîne?

Papa Francîscusê serokê rûhanî yê katolîkan di serê meha adarê da ji bo sê rojan Iraq ziyaret kiribû û di dema ziyaretê da li Necefê bi merciyê dînî yê herî mezin ê şiiyan Ayetullah Elî es-Sîstanî ra hatibû bal hev. Ev ziyaret di nav şiiyan da ji ber ku hember ekola Qûmê ya Tehranê Necefê û nasnameya "Iraqîbûn"ê derxist pêş wekî pêngaveke ku li ser bandora Îranê ya li Iraqê hevkêşeyê çêdike, hatibû şîrovekirin. Piştî ziyareta Papa ya ku ekola şiîtiya Necefê ya hember Îranê bi mesafe ye derket pêş jî li Iraqê vê carê jî trafîka dîplomasiyê ya ku têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên Kendavê û sunî ra hatin kirin û mirov dikare ku vê wekî hemleyeke din a ku tesîra Îranê ya li welêt li hev tîne, binirxîne.

- Gelo lêgerîna xurtkirina sunîtiya Iraqê ye?

Serokwezîr Kazimî bi navbeynkariya heyeteke bin serokatiya Serokê Weqfa Suniyên Iraqê ya ku di hefteya duyemîn a adarê da Qahireya paytextê Misrê ziyaret kir ji bo ku Iraqê ziyaret bike nameyeke dawetê pêşkêşî Şêxê el-Ezherê Ehmed et-Teyîb kir. Ev tevgera Serokwezîr ya ku suniyên Iraqê tevî polîtîkaya derva dike, bal kişandibû. Di hefteya dawîn a adarê da jî Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Mihemed bîn Ebdurehman es-Sanî li Bexdayê bi Serokomar Berhem Salih û Serokwezîr Kazimî ra hat bal hev. Es-Sanî diyar kir ku piştgiriyê didin parastina desthilatdarî û îstiqrara Iraqê. Ev ziyaret ji bo Iraqa ku bûye wekî sehaya pevçûnê ya Amerîka-Îranê û milîsên şiî yên ku Tehran piştgiriyê dide wan û dervayî otorîteya dewletê tevdigerin, hêja bû. Lewra welatekî sunî piştgirî da gotina "desthilatdarî"ya ku Kazimî gelek caran dubare dike.

Lûtkeya sêalî ya dihat plankirin ku di navbera Iraq, Misir û Urdinê da li Bexdayê bê kirin ji ber qezaya trênê ya li Misrê çêbû hat taloqkirin. Kazimî, Sîsî û Qral Ebdulahê 2yemînê ku herî dawîn di tebaxa 2020î da li Emanê hatibûn bal hev. Lûtkeya ewil a di vê çarçoveyê da di adara 2019an da li Qahireyê li dar xistibûn. Wezaretên eleqedar ên hersê welatan du roj berî lûtkeya hat taloqkirin li Emanê hevdîtin kiribûn û li ser mijarên wekî bazirganî, vejen, çandinî û bi taybetî jî projeya neqla xaz û neftê ya tê fikirîn ku ji xeta Iraq, Urdin, Misirê ra derbas bibe sekinîbûn. Piştî van, nirxandinên wekî hedefên Kazimî yên wekî piştî DEAŞa rêxistina terorê di serî da Mûsil ji nû va verastkirina welêt, kişandina sermeyayê û veberhênanên biyanî û bi taybetî jî kêmkirina girêdana bi Îran û Tirkiyeyê va ya di warên vejen û aboriyê da hene, hatin kirin. Kazimî hevdîtinên sêalî yên ku di heyama Adil Ebdulmehdiyê selefê wî da dest pê kiribûn bi navê "Teşebûsa Rojhilat a Nû" hat berfirehkirin û ev yek jî nîşan dide ku Iraq di heyama nû da têkiliyên xwe yên bi welatên Ereb ên cîran ra bigihîne merheleyeke çalaktir.

Kazimî piştî ku hat ser peywirê got dixwaze ku ziyareta xwe ya ewil a dervayî welêt li Erebistana Siûdî bike lê ji ber nexweşiya Qral ziyaret hatibû taloqkirin û ev ziyareta hefteya borî hat kirin. Kazimî armanca ziyaretê wekî "xurtkirina têkiliyên ku di navbera du welatên bira da di asteke gelekî baş da dewam dikin û li herêmê avakirina dostanî û hevkariyê" eşkere kir. Kazimî di dema ziyareta xwe da bi Mîrza Welîehd Mihemed bîn Selman ra jî hat bal hev. Di vê hevdîtinê da hevdîtinên der barê aboriyê da hatin kirin û 5 zeptên mutebeqatên cuda hatin îmzekirin û Kazimî ziyareta umreyê kir. Kazimî destnîşan kir ku dê welatê wî nebe destpêka tu êrîşên dijî Erebistana Siûdî vê êrîşa ÎHAyê ya ku di 23yê rêbendanê da Qesra Qraliyeta Siûdî hedef girtibû û hat diyarkirin ku ji nav Iraqê ji hêla komeke ku Îran piştgirê wê ye va hatiye kirin bi bîr xist. Ev daxuyaniyên Kazimî di mijara Îran û milîsên Iraqî yên alîgirên Îranê da ji bo Riyadê dibe ku wek temînatê bên nirxandin. Ji hêla din va Erebistana Siûdî ya ku piştî Sedam Huseyîn Kuweyt dagir kir bi Bexdayê ra têkiliyên xwe bi temamî qut kir piştî 2015an nîşaneyên vegera Iraqê da, deriyê sînor yê Ararê yê bi Iraqê ra vekir ku di heyama nêz da bi qasî 30 salî ye girtî bû û dema mirov weadên veberhênanê yên dawîn jî dide pêş çav mirov dikare bibêje ku birêvebiriya Riyadê jî ji bo Kazimî krediyeke mezin vekiriye.

Kazimî piştî ziyareta Erebistana Siûdî serê meha nîsanê çû MYEyê û bi Mîrzayê Welîehd ê Abu Dabiyê Mihemed bîn Zayd en-Nahyan û Alîkarê Serok, Serokwezîr û Emîrê Dubaiyê Mihemed bîn Raşîd el-Mektûm ra hat bal hev. Kazimî eşkere kir ku ziyaret parçeyeke polîtîkaya Iraqê ye ku ji bo xurtkirina têkiliyên bi herêma Ereban ra tê kirin. Di encama têkiliyên vir da biryar hat dayîn ku Konseya Iraq-MYEyê bê avakirin, MYEyê ragihand ji bo ku Iraq ji hêla aborî va pêş bikeve û bazirganiya dualî bê pêşxistin dê veberhênana bi qasî 3 milyar dolarî bike û li ser mijarên wekî di navbera herdu welatan da "di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da parvekirina îstixbaratê, xurtkirina hevkariya parastinê û ewlehiyê" sekinîn. Ev hemû digel plana ji bo sermaya Kendavê bikşînin welêt dibe ku wekî hemleyeke dijî milîsên şiî yên ku otorîteya dewleta Iraqê qels dikin jî bê dîtin. Lewra di 15ê adarê da Qays el-Xezaliyê serokê Esaîb Ehlîlheqê koma milîsên şiî ya li Iraqê îdia kiribû ku ekîbeke ji MYEyê serwêsa îstixbaratê ta dewleta Iraqê bi rê va dibe û îstixbarata Iraqê jî ev îdia derewandibû, vê jî nîşan dabû ku hevdîtin û hevkariya Kazimî ya bi Kendavê ra ya di mijara îstixbarat û têkoşîna dijî terorê da milîsên şiî yên Îran piştgirê wan e aciz kiriye.

Ji aliyê din va birêvebiriya Iraqê plan dike ku bi MYEya ku 7 milyar dolar deynê ku di 2007an da ji rejima Sedam Huseyîn ma jê bir û li welêt nêzî 3 milyar dolarî veberhênana vejenê kir ra di 1ê gulanê da seferên rasterast bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê da birêvebirên Iraqî ji bo di serî da Mûsilê ku ji ber dagirkirina DEAŞa rêxistina terorê û pevçûnan xira bû ji nû va vesazkirina welêt girîngiyê didin piştgiriya MYEyê û veberhênan û projeyên wê. Sermayeya Kendavê li Mûsilê piştgiriyê dide ji nû va avakirina avahiyên wekî Minaeya Hadbayê û Mizgefta Nûrê ya Mezin, dixwaze ku têkiliya bi komên sunî yên ku li Iraqê li herêmên ku berê DEAŞê kontrol dikir dijîn û ji hêla hikûmetên şiî yên berê va hatin dûrxistin xurt bike, di heman demê da ev geşedan dibe ku piştgiriyê bidê ku Kazimî bi suniyên Iraqê yên ku çendî salan ji hêla hikûmetên navendî va tune hatin hesibandin ra têkiliyan xurt bike û di hilbijartinên nêz bûne da piştgiriya suniyan a ji bo wî zêde bibe.

Digel vê ji ber îhtimala di heyama Joe Bîde da bi Îranê ra ji ser mizakereyên nukleerê va dibe ku li herêmê ji Tehranê ra ji nû va cî vebe û ev yek bandora welatên Kendavê yên ser Iraqê bêtir sînordar bike Erebistana Siûdî û MYE ji ber îhtimala dibe wekî ku piştî 2003yan qewimî "Iraq Ereb" bi destê Amerîkayê bihêlin bin kontrola Îranê dikevin fikarê dixwazin ku bandora xwe ya li welêt zêdetir bikin.

- Di polîtîkaya navxweyî û derva da lêgerîna hevkêşeyê

Siyasetmedar û milîsên şiî yên ku di şerê Iraq-Îranê da di sefên Tehranê da dijî Sedam şer kirin li welatê ku piraniya serjimara wê şiî ye piştî dagirkeriya Amerîkayê ya sala 2003yan da li kadroyên hikûmeta navendî û dewletê hêzek bi dest xistin. Kazimî ji ber vê yekê armanc dike ku bandora Îranê ya li Iraqa ku rasterast dikeve nav qada nifûzê ya Îranê kêm bike. Kazimî her wiha dixwaze ku polîtîkaya derva ya welatê xwe ji bandora Îranê derxîne û têkiliyên wî yên bi Amerîkayê ra jî baş in di polîtîkaya derva da ketiye nav lêgerîna hevkêşeyê. Ev yek ji têkiliyên wî yên dîplomatîk ên berfireh ên ku Amerîka, Îran, Tirkiye û welatên Kendavê jî dihewinîn, ji hevdîtinên diyaloga stratejîk a Amerîka-Iraqê û daxuyaniyên wî yên wekî naxwaze ku welatê wî bibe sehneya reqabeta Amerîka-Îranê tê fehmkirin.

Kazimî li gor polîtîkaya derva di polîtîkaya navxweyî da jî hewl dide ku komên milîs ên şiî yên ku Îran piştgirê wan e û bin banê Heşdî Şabiya ku hikûmeta navendî ya li Bexdayê jî tehdîd dikin û bi fuzeyan êrîşî mîsyonên Amerîkayê yên li welêt dikin hilde bin kontrola dewletê, di kadroyên dewlet-hikûmetê ji bo zêdekirina otorîteya dewletê tayînan dike, gotina desthilatdariya Iraqê, diyaloga wî ya berfireh a ku bi komên etnîk û dînî û Kurd û suniyên ku ji hêla hikûmetên şiî yên nêzî Îranê hatine vederkirin ra û bi hemleyên xwe yên ku berî hilbijartinên nêz dibin piştgiriya van koman digere va tê fehmkirin ku di hundir da jî hewl dide ku polîtîkayeke ahengê bimeşîne.

Têkiliyên welatên Kendavê yên bi Iraqê ra piştî dagirkirina Kuweytê bi gelemperî qels bibûn û bi polîtîkayên mezhebparêz ên Nûrî el-Malikiyê serokê şiî ku piştî dagirkirina Amerîkayê hat ser peywirê ji gelek aliyan va bêtir xitimîbûn. Kazimî mecbûr ma ku vê barê giran jî hilde ser xwe û mirov ji ser têkiliyên wî yên hewl dide ku bi Kendavê ra pêş bixe dikare diyar bike ku di polîtîkaya derva da curbicuriya aktoran armanc dike. Kazimî armanc dike ku bi mitefîqên Amerîkayê yên li Kendavê ra têkiliyan xurt bike û zexta Îranê ya li Iraqê kêm bike. Kazimî plan dike ku hem di warê aborî hem jî qada vejenê da ji Îran û Tirkiyeyê ra bibe alternatîf, di polîtîkaya navxweyî da jî berî hilbijartinên nêz bûne sermayeyê bîne welêt û gotina nasnameya Ereb derxîne pêş, bi vî awayî hem suniyan bikêşa ba xwe hem jî bandora polîtîkayên mezhebparêz ên milîsên şiî yên Tehran piştgirê wan e kêm bike.

Ji hêla din va li gor nûçeyên çapemeniya Îranê Îsmaîl Qaaniyê Fermandarê Hêza Qudsê yê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê di 4ê nîsanê da ku dê rastî geşta Kendavê ya Kazimî bê ji bo du rojan Bexda ziyaret kir. Ev yek dibe wisa bê dîtin ku berê hevdîtinên diyaloga stratejîk a Amerîka-Iraqê ya ku dê di 7ê nîsanê da dest pê bike peyamên Tehranê pêşkêş bike û di heman demê da wekî nîşaneya Îran naxwaze ku bandora xwe ya li welêt ji welatên Kendavê ra bihêle. Dema mirov dêhna xwe dide ser bingeha îdeolojîk a Îranê ya li Iraqê, çalakiya burokrasî, hêzên milîs û komên siyasî yên di parlementoyê da yên nêzî Îranê mirov dikare texmîn bike ku bi hemleyên Iraqê yên Kendavê ku xwe dispêre aboriyê lêgerîna hevkêşekirina nifûza Îranê ya welêt dê sînordar bimîne. Dijwar e ku kesekî wekî Kazimî yê dixwaze ku ji ser hevkêşeya di polîtîkaya derva û navxweyî da mesafeyê bixe navbera Îranê û welêt li Iraq ku hînî bêîstiqrariyên siyasî bûye îqtidareke mayînde pêk bîne. Dema mirov nediyariya di hilbijartinên pêş da li benda welat e dixe nav hesab jî dijwar xuya dike ku nifûza Îranê ya ser Iraqê ji ser hemleyên ku dê ji welatê Kendavê bên rastî tehdîdeke cidî bê.

(Shokhan Sherzad Qader li Zanîngeha Soranê li Fakulteya Hiqûq, Zanista Siyasetê û Birêvebiriyê da perwerdeya doktorayê dibîne û li Zanîngeha Selahaddîn jî di Fakulteya Zanistên Siyasetê da wek hîndekar û lêkolîner dixebite)


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.