Nûçeyên analîzê

Di protestoyên li Îranê da bandor û potansiyela rêxistinên terorê

Çagatay Balci ji bo AA Analîzê nivîsand ku protestoyên li Îranê dewam dikin ji hêla rêxistinên terorê va çawa tên birêvabirin.

Çağatay Balcı  | 29.09.2022 - Rojanekırın : 02.10.2022
 Di protestoyên li Îranê da bandor û potansiyela rêxistinên terorê

Istanbul

Li Îranê piştî ku Mahsa Emînî dema hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da xwepêşandanên protestoyê dest pê kirin ê di demek kurt da belav bûn û guherî tevgereke gel. Tevgera gel a navborî ya ku belavî gelek bajar û herêmên Îranê bûn bû mînaka rojane ya meyla protestoyên girseyî yên ku di civaka Îranê da di van salên dawîn da bêtir derdikevin. Li tevahiya welêt belavbûna protestoyan di heman demê da bû sedem ku bingehên etno-polîtîk ên bûyera navborî li paş bimînin. Lêbelê li Îranê xwepêşandan bêtir herêm û bajarên ku Kurd lê dijîn hatin kirin û bi taybetî tevgerêm tundiyê li herêmên navborî zêdetir derketin û ev yek jî nîşan dide pêkan nîne ku aliyê etno-polîtîk a xwepêşandanan bê înkarkirin. Di vê çarçoveyê da heke ji aliyê peywendî û rikaberiyê va têkiliya di navbera rêxistinên terorê yên li Îranê fealiyetê dikin û protestoyên Mahsa Emîniyê da bê nirxandin mimkûn e ku bigihêjin encamekê û projeksiyonên giring.

- Daxila protestoyan a rêxistinên terorê yên li Îranê

Di serê hêmanên ku bingeha etno-polîtîk a tevgera gel a li Îranê pêş ket pêk tînin ew e ku Mahsa Emînî jineke Kurd e û li bajarê Saqizê ya li Kurdistana wîlayeta Îranê hatiye dinê. Ev rewş bû sedem ku gelê Kurd ê li Îranê yê ku halêhazir ji ber dijwariyên aborî, xîzanî û nêrînên cudakariyê potansiyela wan a polîtîzasyonê heye bi mirina Mahsa Emîniyê ra bi pirsgirêkên navborî ra bên têkildar kirin. Di vê çarçoveyê da mirina Mahsa Emîniyê li Îranê nêrîna "pêkêtî û şîdeta dijî Kurdan" xurt kir û bi vî awayî li Îranê bajar û herêmên ku piranî Kurd lê dijîn bûn wekî navendên tevgerên protestoyê. Vê pêvajoyê di navbera tevgerên protestoyê û rêxistinên terorê yên li Îranê da derfet çêbû ku tesîrî hev bikin.

Di çaçroveya hevbandoriya navborî da tevgera gel a "bêpêşeng" a ku li herêmên Kurd ên Îranê li ser zemîna ku tevgera sosyo-polîtîk derxist holê û li ser bingeha nêrîna "cudakarî û êrîşa nasnameya etnîk" derket holê ji hêla rêxistinên terorê va wekî zemîneke bi avantaj tê nirxandin. Di encama vê da hat dîtin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î), Komele û PJAKa şaxa Îranê ya rêxistina terorê hewl didin ku daxilê pêvajoya tevgera gel bibin. Pêvajoya protestoyê wekî nîşaneyeke der barê temambûna pêvajoya "avakirina hişmendiya siyasî" ya ku armanca sereke ya van rêxistinên terorê ye hat fehmkirin û wek aliyê duyemîn a vê hevbandoriyê lêgerîna rêveberiya xwepêşandanên protestoyê xwe da der.

- Rêveberiya protestoyan

Di çarçoveya van lêgerînan da ji hêla rêxistinên terorê yên navborî va bi diruşmên "rasan û serhildan"ê bangewaziyên grevê hatin kirin û ji bo ku xwepêşandanên protestoyê biguherin çalakiyên tundiyê encam dan. Komên terorîst digel vê rewşa "bêpêşengiyê" ya ku di tevgera gel da xwe nîşan dide jî wekî "valahiyek" dîtin û ketin nav hewldana bidestxistina pozîsyona "pêşîkêşê girseyê". Ev lêgerîn di heman demê da di sazûmanên Ewropayê yên rêxistinên navborî da jî xwe da der û di çalakiyên protestoyê yên li welatên Ewropayê hatin kirin da jî hedefa pêşengiyê wekî di nav Îranê da derket pêş.

Aliyekî din a pêvajoya protestoyên ku li ser mirina Mahsa Emîniyê derketin a ji hêla rêxistinên terorê yên li Îranê rikaberiya di navbera koman e. Li Îranê rikaberiya di navbera PDK-Î û PJAKa rêxistina terorê ku xwedî îdiaya nûnertî, pêşîkêşî û parêzvaniya civaka Kurd in bi bûyera Mahsa Emînî û pêvajoya tevgera gel a ku piştî wê derket holê va diyartir bû. Di vê çarçoveyê da PJAKa ku bi argumanên "tevgera azadiya jinan" va ji hêla îdeolojîk va nêz e di vê pêvajoyê da bêtir derket pêş û cî girt. PJAK a ku konsepta "rêxistinên jinan ên siyasî ê çekdar" ên ku PKKyê ji sala 1993yan va pejirandiye û bi YJAK (Yekîneyên Jinên Azad a Kurdistanê) û PAJK (Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê) di sazûmana xwe ya rêxistinî da bi cî anî ji damezrîna xwe vir va sazîbûneke li gor vê konseptê nîşan daye û cara ewil yekîneyeke jinan a bi navê HJRK (Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê) ava kiribû.

Piştî vê di encama 4emîn Kongreya PJAKê ya ku di sala 2014an hat kirin da ev yekîne guherî û pêkhateyên "HPJ (Hêzên Parastina Jinan) û wek sazûmana aliyê siyasî jî "KJAR (Komeleya Jinên Azad a Rojhilat) hatibûn îhdaskirin. Di encama vê pêvajoya îhdasê ya ku di sala 2014an da pêk hat da tesîra îmajên "hêza parastina jinan" û "azadiya jinan" a ku YPJya şaxa jinan a YPGya rêxistina terorê hewl dide ku li Sûriyeyê bi fealiyetên propagandayê tesîs bike heye.

Ev rewş li Îranê çarçoveyeke ku PJAK hem di "tevgerên Kurdan" da hem jî di tevgerên gel ên bi mijara "tevgera azadiya jinan" da dikare bêtir cî bigire, derdixîne holê. PJAK hedef dike ku herdu mijarên navborî bixe nav hev û bi vê rêyê bi îmaja "tevgere jinan" va hem li herêmên Kurdan ên Îranê hem jî li tevahiya Îranê sempatiyê hilde û balê bikşîne ser xwe. PJAK hêvî dike ku di çarçoveya vê armancê da bi tevger û komên femînîst ên ku li Îranê pêş ketin û piranî welatên Rojavayî piştgiriyê didinê ra bingeha hevkariyê bi dest bixe. PJAK bi vê rêyê di heman demê da dê bikare ku wekî YPJyê bikeve lêgerîna meşrûiyet û piştgiriyê. Herwiha ev rewş di pêvajoya hereketa girseyî ya berdest a li Îranê da jî xuya kir, di protestoyan da xwepêşandêr dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" a ku ji hêla PKKyê va tê emilandin derdixînin pêş û pankart û nivîsên dîwaran ên gotinên PKK/PJAKê tê da ne ji bo tesîr û potansiyela PJAKê ya di vê pêvajoyê da nîşaneyek e.

- Balyozxaneya Îranê ya li Yûnanistanê rastî êrîşê hat

Ji hêla din va bandora ku PJAKa rêxistina terorê di vê pêvajoyê da derxist holê û potansiyela bi dest xist lderxist holê ku piştgiriya derva ya ji bo terorîzmê ji hêla welatê çavkanî va encamên negatîf ên çawa derdixîne holê. Di vê çarçoveyê da mimkên e ku mirov pê derdixîne ku di çarçoveya nêzbûna Îran-PKKyî ku bi taybetî di salên dawîn da zêde bûye da PKKya rêxistina terorê bi navbeynkariya PJAKê va li ser Îranê keysa "şantaj"ê bi dest xistiye. Pêkan e bê pêşbînîkirin ku PKK bi navbeynkariya PJAKê vê keysa ku bi dest xistiye bêtir zorê bide Îranê ku piştgiriyê bidê û di heman demê da stratejiyeke xwe dispêre hevkariya welatên Rojavayî û PJAKê jî bipejirîne. Ev rewş dibe ku Îranê bixe nav nederekî ewlehiyê.

Bi awayekî manend êrîşa bi molotofan a dijî Balyozxaneya Îranê ya li Yûnanistanê ya roja 25ê îlonê jî mînakeke cuda ya vê rewşê ye. Ev çalakiya ku li Yûnanistana ku wekî Îranê ji bo gelek rêxistinên dijî Tirkiyeyê fealiyetên terorê dikin derfeta hêwirînê dide nîşan dide ku piştgiriya ji derva ya ji bo terorîzmê bi awayekî mîsiger ji bo ewlehiya welatê çavkanî dibe tehdîdek. Di vê çarçoveyê da pêkan e bi awayekî eşkere bê peytandin ku rêxistinên terorê yên ku Îran û Yûnanistan di rikaberiya herêmî ya bi Tirkiyeyê ra da wekî hêmaneke şerê ji quwetxistinê bikar tîin ji bo ewlehiya wan jî guheriye tehdîdekî.

[Çagatay Balci, Di Bernameya Ewlehiya Navneteweyî û Terorîzmê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî da namzedê doktoriyê ye]

*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryel a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.