Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Zumrut Salima dayik: Ez jî dixwazim bihihîjim ewladê xwe

Zumrut Salima dayik:"Ligel vîrusa koronayê ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe em çalakiya rûniştinê didomînin. Min zarokên teslîmbûyî dîtin ez kêfxweş bûm. Ez jî dixwazim bihihîjim ewladê xwe"

09.04.2020 - Rojanekırın : 10.04.2020
Zumrut Salima dayik: Ez jî dixwazim bihihîjim ewladê xwe

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 220emîn.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê, diyar kir ku heya ew negihîjin zarokên xwe, ew ê çalakiyê bidomînin.

Salimê diyar kir ku 220 roj e ew çalakiya xwe didomînin û wiha got:

"Ligel vîrusa koronayê ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe em çalakiya rûniştinê didomînin. Min zarokên teslîmbûyî dîtin ez kêfxweş bûm. Ez jî dixwazim bihihîjim ewladê xwe. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Çawa birine, bira wisa jî bînin. Heya kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim."

Salimê herwiha bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Hamza kurê min were, teslîmî dewleta xwe bibe. Netirse were."

Suleyman Aydinê bav ku ji bo kurê xwe Ozkan Aydin ku 5 sal berê gava 15 salî bû hat revandin di çalakiya rûniştinê da beşdar e, diyar kir ku bi rê ya HDPyê zarokan wan hatin revandin û wiha xeberda, "Şewba vîrusa koronayê heye. Li vê derê tiştek bi yekî me were, HDP berpirs e."

Aydin bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Kurê min heger dengê min tê te û heger tu min dibînin were teslîmî dewleta xwe bibe. Kurê min ew we di şikeftan da mehkûmî mirinê dikin. Êdî hişê xwe bidin serê xwe, we diemilînin. Werin teslîm bibin ku ev hesret bi dawî bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.