Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Zarokê 16 salî wê ji ku bizanibe biçe Sûriyeyê"

Dayîk Guzîde Demir: "HDPyê sebiyê me xapand wisa nebûya zarokê 16 salî wê ji ku bizanibe biçe Sûriyeyê"

21.01.2020 - Rojanekırın : 22.01.2020
"Zarokê 16 salî wê ji ku bizanibe biçe Sûriyeyê"

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihîjin zarokên xwe bi hêvî nobeta xwe ya li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlona sala 2019an da ji ber îdiaya HDPê zarokên wan bi xapandin revandiye serê çiyê, dest pê kiribûn ev 141 roj in dewam dike.

Guzîde Demira yek ji wan dayika ye ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û li benda wan sekinîne got ku ew jı bo kurê xwe Ezîz tevlî çalakiyê bû.

Demirê destnîşan kir ku çaxa kurê wê bi xapandin revandin serê çiyê lawik hêj 16 salî bû û wiha pê da çû: "Ji wê rojê vir va min tu xeber jê hilneda. Em nizanin sax e yan miriye. Ev 141 roj e em çalakiyê dikin. 141 sal derbas bibe jî em ê li vê derê bin. Kurê min sêwî mezin bû. HDPê kurê min xapand wisa nebe sebiyê 16 salî wê çawa bikaribe biçe Sûriyeyê. Em ji PKKê ji HDPê sebiyê xwe dixwazin."

Remziye Akkoyunê jî got ku kurê wê yê 10 salî bi xapandin birin serê çiyê û wiha pê da çû: "Wîcdana wan tuneye, wan kurê min ê 10 salî xapandin û birin. Heke zalim nebûna sebiyê 10 salî nedibirin. Evana misilman nînin."

- "Bila êdî parlementerên HDPê destê xwe bidin ser wijdana xwe"

Yasîn Kayayê ku ji bo qîza xwe Çîgdemê beşdarî çalakiyê bû got ku ewê sekna xwe bi biryardarî bidomînin û wiha pê da çû: "Heta niha ji HDPê tu daxuyanî nehat dayîn. Bila êdî parlementerên HDPê destê xwe bidin ser wijdana xwe. 5 sal e mala min şewitandine. Rojekê nehatin û bi me ra xebernedan. Heta ez qîza xwe hilnedim ji vê derê naçim 141 sal jî derbas bibe naçim."

Kaya di bangewaziya xwe da ji qîza xwe xwest ku bila ji rêxistina terorê bireve û were teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.