Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Were keça min bila ev hesret bi dawî bibe"

Nazli Sancara dayik:"Ez naxwazim vê cejnê bêyî te derbas bikim, were keça min bila ev hesret bi dawî bibe"

12.07.2020 - Rojanekırın : 13.07.2020
"Were keça min bila ev hesret bi dawî bibe"

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 314emîn.

Nazli Sancar a ku ji Wanê bo qîza xwe Şeymaya 9 sal berê hêj 15 salî xapandin û birin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku heta ew ewlada xwe hilnede, ew ê ji ber avahiya HDPyê neçe.

Sancarê wiha xebera, "Dest û milê keça min girê dan û bi darê zorê revandin çiyê. Yên ku keça min revandin diyar in, HDPyî ne, hemû di girtîgehê da ne."

Sancarê wiha bangî keça xwe kir, "Şeyma keça min, diya te qurban, heger tu min dibînî, dibihîzî derkeve were, netirse. Ew we dixapînin. Eyda Qurbanê hat, êdî sebra me nemaye. Were teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Ez naxwazim vê cejnê bêyî te derbas bikim, were keça min bila ev hesret bi dawî bibe."

- "Ji ser xwîna zarokên me ji xwe ra li pey rantê ne"

Şevket Bingolê bav ku ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bibin serî.

Bingol diyar kir ku 314 roj e HDPyiyan daxuyanî nedane wan û wiha dewam kir, "Lewra ev ji ser xwîna Kurdan rantê bi dest dixin. Naxwazin zarokên Kurdan bixwînin û ji xwe ra bibin xwedî kar. Dixwazin wan timî bibin çiya û terkî mirinê bikin. Ji ser xwîna zarokên me ji xwe ra li pey rantê ne."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.