Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Turkan Mutluya ji dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê da

Turkan Mutlu ya ku ji bo keça xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê bû ku li Stenbolê 8 sal berê xapandin û birin çiyê, lanet li rêxistina terorê kir.

Cem Şan  | 19.04.2021 - Rojanekırın : 20.04.2021
Turkan Mutluya ji dayikên Diyarbekirê bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê da

Bursa

Turkan Mutlu ya ku ji bo keça xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê bû ku li Stenbolê 8 sal berê xapandin û birin çiyê, lanet li rêxistina terorê kir.

Turkan Mutluya diya Şeyma Ceylan Tekînê ku sala zanîngeh qezenc kir birin çiyê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wekî dayik ev 1,5 sal e ew li Diyarbekirê têdikoşin.

Mutluya ku li Bursayê dijî û çar zarokên wê hene, diyar kir ku rêxistina terorê PKKyê vîdeoya 4 ciwanên ku bi zorê birine çiyê weşand û herî dawî jî dîmena keça wê Ceylanê weşand û wiha got, "Rêxistinê ewladên me ji me sitnadin. Cegera me ji me sitand û bir. Niha jî mêjiyên wan jehrî dikin û li dijî me û dewletê diemilînin."

Mutluyê diyar kir, wê şeva înê dîmena keça xwe temaşe kir û her wiha ew kêfxweş e ku keça wê ya ku ev bi salan e xeber jê tune, sax e û wiha dewam kir:

"Ez kêfxweş bûm ku keça min got 'diya min'. Keça min di vîdeoyê da dibêje 'ez zehf ji diya xwe hez dikim'. Keça min gava diaxive, timî li aliyê xwe yê rastê dinihêre û wisa diaxive. Hevokên di wê vîdeoyê da ne yên Ceylanê ne. Zarokên dayikên din jî dan axaftin. Wan hîn dikin, bi wan didin gotin û li dijî me wan diemilînin. Ji bo ku çalakiya me (dayikên Diyarbekirê) bela bibe, loma dikin. Ez peyê ewladê xwe me. Ez ji HDPyê heqê xwe, ewladê xwe dixwazim. Heta ku negihêjim ewladê xwe, ez li ber wî derî ranabim. Ewladê min ji min qetandine. Ceylana min di 17 saliya wê da xapandin. Keça min li gor xwe perwerde kirine. Teqez ew gotin yên Ceylana min nînin. Dest û lingên wê diricifin. Ew zarok di binê tesîrê da ne. Wan bi zorê didin xeberdan. Şertê wê derê wisa ne. Zarokên me li dijî me bi kar tînin. Naxwazin ku em werin rojevê. PKK jî HDP jî dixwazin em dev ji peyketina ewladên xwe berdin. Heta xweş bim ez peyê ewlada xwe bernadim. Ceylana min wê bixwanda û bûbûya mamoste. Wê xêra wê ji malbat û civakê ra çêbûbûya."

- "Ez dev ji Ceylana xwe bernadim, ez ê keça xwe ji wan bistînim"

Mutluyê diyar kir ku wê piştî salan keça xwe dît û wiha got, "Ceylana min li Balikesîrê zanîngeh qezenc kiribû, wê bixwanda. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Zarokên me ji me diqetînin. Dikevin binê wan û wan dixin dijminê me, welat û dewletê. Ez dev ji Ceylana xwe naqerim. Ez Ceylana xwe dixwazim, ez ê keça xwe ji wan bistînim."​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.