Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Taşçi: Heta ku ewlad hemû ji serê çiyê neyên, em ê çalakiya xwe bidomînin

Mehmet Sıddık Kaya  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 12.10.2021
Taşçi: Heta ku ewlad hemû ji serê çiyê neyên, em ê çalakiya xwe bidomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.

Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 769em da didome.

Rahîme Taşçiya dayik ji bo Farukê kurê xwe yê ku revandine serê çiyê ji Qersê hat û çalakiyê dike. Taşçiyê got ku ew heta negihêje ewladê xwe, wê çalakiyê bidomîne.

Taşçiyê daxuyand ku ev 8 sal e ku ew hesreta ewladê xwe dikişîne û wiha got, "Heta ku ewlad hemû ji serê çiyê neyên, em ê çalakiya xwe bidomînin. Înşeallah wê vegerin."

Taşçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Abdullah Demirê ku seba Fatîhê kurê xwe çalakiyê dike jî got ku heta ew negihêjin zarokên xwe ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ranebin û neçin.

Demir got ku ev 5 sal e ew li ewladê xwe digere û wiha dewam kir, "Em ewladê xwe dixwazin. HDPyê zarokên me çawa biribin, bira wisa jî bînin. Heta ku zarokên me neyên, em ji vê derê ranabin. Bira her kes were û zarokê xwe bixwaz."

Demir bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın