Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Sevdet Demira dayik: Hetanî ku kurê min were ez li vê derê me

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

10.04.2020 - Rojanekırın : 11.04.2020
Sevdet Demira dayik: Hetanî ku kurê min were ez li vê derê me

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 221ê da dewam dike.

Sevdet Demira ji bo Fatîhê kurê xwe çalakiyê didomîne got hetanî negihêje kurê xwe ew ê çalakiya rûniştinê bidomîne.

Demirê diyar kir ku hingî kurê wê çûye jiyana wê zor derbas dibe, 5 sal e hesreta kurê xwe maye.

Demirê wiha got: "Kurê zef bi merhemet e, ji min dizîn û birin. HDPyê kurê min bir. Hetanî ku kurê min were ez li vê derê me. Meriv ji bo ewladê xwe tê deriyê dijminê xwe. Kî dizane kurê min di çi halî da ye?"

Emîn Arslanê ji bo Mahmudê kurê xwe yê revandin çiyê li Îdila navçeya Şirnexê hat beşdarî çalakiyê bû got, "HDPyê kurê min xapand û teslîmî terorîstên PKKyî kir."

Arsla bertek nîşanî HDPyê da û wiha axivî:

"Kurê min piçûk bû, nizanibû sîlah çi ye. Kurê min bi zorê li wê derê digrin. Ji me çi dixwazin? Heke bi destê HDPyê nebûya zar ew ê çito biçûna çiyê. HDP me temsîl nake. Em li vê derê li navnîşana rast in. Bi îzna Xwedê em ê bigihêjin zarokên xwe. Kurê min netirse, were teslîmî dewletê bibe. 221 roj e em li vê derê ne, 221 sal jî derbas be em ê li vê derê bisekinin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın