Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Serokomar Erdogan digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê teslîm bû axivî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyeke telefonê digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kir, axivî.

Ahmet Kaplan, Ömer Yasin Ergin  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 29.07.2021
Serokomar Erdogan digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê teslîm bû axivî

Diyarbakir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyeke telefonê digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kir, axivî.

Ayşegul Biçer a ku 3yê îlona 2019an beşdarî çalakiya rûniştinê bûye mizgîniya ku ev bi mehan e li bendê ye sitend.

Kurê Biçerê yê bi navê Mustafa ku sala 2018an dema 17 salî bû revandibûn çiyê, ji destê rêxistinê reviya û xwe teslîmî hêzên ewlekariyê kir.

Serokomar Erdogan bi telefonê li Biçerê geriya û bû hevbeşê kêfxweşiya wê.

28.07.2021

Serokomar Erdogan digel Ayşegul Biçer a ji Dayikên Diyarbekirê ku kurê wê teslîm bû axivî


- "Em gelekî kêfxweş in"

Erdogan silav li hemî dayikên Diyarbekirê kir û wiha got, "Ev serfiraziya we ye. Çi Hacîre Akar be, çi jî hûn, hûn tede li wêderê sekinîn û ew sekna we ya bi serbilindî, hemd ji Xwedê re rê vekirin û wisa kir ku ewladên we li we vegerin. 3 Ewladên me jî beşdarî we dibin. Ji ber vê em gelekî kêfxweş in."

Biçerê jî ji Serokomar re wiha got, "Heke hûn li me xwedî derneketana me nikarîbû vê têkoşanê bide."

Erdogan di bersivê de wiha got, "Ew erka me bû, me erka xwe bi cih anî. Lê we jî di vê xalê de em teşwîq kirin. Xwedê yar û yawerê we be, înşaallah."

Biçerê jî wiha got, "Birêz Serokomarê me dema ez nû beşdarî vê çalakiyê bûm jî min gotibû, 'Ezê bi darê zorê kurê xwe ji PKKê bistînim.' Ne tenê kurê min ji vê saetê pê de, hedefa me hemî ewladên me ne. Ezê sibe bi 2 dahol û bi 2 zirneyan biçim devderiyê HDPê. Emê vê serfiraziyê ragihînin. Me gotibû dema dayik bixwazin dikarin çiyayan qul bikin û ewladên xwe vegerînin. Îro serkeftineke din hat tomarkirin. Ezê înşallah silavên we li dayikan bikim. Sibe dê hevdîtina me çê bibe. Xwedê ji we razî be. Înşallah Xwedê emrekî dirêj bide we."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın