Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Piştî ku kurê wê lê vegeriya, revî cem dayikên di çalakiya rûniştinê da ne

Ceylanê: "Xwedê vê kêfxweşiyê bide her kesî. Min hevalên xwe yên li vê derê ji bîr nekirin, ez ê ji bîr nekim"

Önder Beyter  | 10.12.2019 - Rojanekırın : 10.12.2019
Piştî ku kurê wê lê vegeriya, revî cem dayikên di çalakiya rûniştinê da ne

Diyarbakir

Li Diyarbekirê Hatice Ceylana ku ji bo kurê xwe Cafer Ceylanê di 15 saliya xwe da hatibû revandin li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê çalakiya rûniştinê kir, çû ziyareta dayîkên di nobeda ji bo ewladan da ne.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, 99 roj e dewam dike.

Hatice Ceylan ji bo kurê xwe Cafer Ceylanê 4 sal berê di 15 saliya xwe da hatibû revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû û herwiha nîvê şevê xeber jê ra hat ku kurê wê lê vegeriya. Hatice Ceylan ji bo ku kêfxweşiya xwe bi dayikên Diyarbekirê ra parve bike, çû pêşiya avahiya HDPyê ya parêzgehê. Ceylana ku bi tilîliyan hat pêşwazîkirin, dayikên di çalakiyê da hembêz kirin û moral da wan. Di hevdîtina hestiyar da Ceylanê û dayikên di nobeda ji bo ewladan da giriyan.

- "Xwedê vê kêfxweşiyê bide her kesî"

Ceylanê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e, lêbelê wê hê kurê xwe nediye.

Ceylanê wiha axivî, "Malbatên li vê derê bira ranebin û rûniştina xwe bidomînin. Dê û bav bira netirsin, hemû bira rabin û werin vê derê ji bo zarokên xwe. Tu tişt bi qasî zara mirov biqîmet nîne. Herwiha Serokomarê me li min geriya, me zindî xeberda. Got 'kurê te hat, serê sibê kurê te dê were cem te'. Malbat bira bêhêvî nebin. Xwedê vê kêfxweşiyê bide her kesî. Min hevalên xwe yên li vê derê ji bîr nekirin, ez ê ji bîr nekim."

Ceylanê bal kişand ku gava mizgînî danê, ew gelekî kelecanî bû û wiha dewam kir, "Hindik mabû têlefon ji destê min bikeve. Dest û lingê min dicirifîn, heta min nikaribû biaxivim, gava ku kurê min got 'ez hatim'. Xwedê vê hestê bide her kesî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.