Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a "dayikên Diyarbekirê" dewam dike

Dayikên Diyarekirê bi hêviya zarokên wan ên ku revandine serê çiyê bînin û bidin wan, li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobedariya ewladên xwe didomînin

07.11.2019 - Rojanekırın : 08.11.2019
Nobeta ewladan a "dayikên Diyarbekirê" dewam dike

Diyarbakir

Dayikên Diyarekirê bi hêviya zarokên wan ên ku revandine serê çiyê bînin û bidin wan, li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobedariya ewladên xwe didomînin.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin, 66 roj in li ber avahiya bajêr a partiyê çalakiya xwe didomînin.

Dayik çalakiya xwe di destê xwe da bi wêneyên zarokên xwe va didomînin û ji bo ku zarokên wan bînin û bighînin wan çav li rê ne.

Fatma Bîngol seba kurê xwe yê Tuncay ku 5 sal berê ji Stenbolê di 14 saliya wî da revandin û birin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Bîngolê got ku ew dixwaze kurê wê bigihînin wê û wê pir bîra kurê xwe kiriye.

Bîngolê diyar kir ku heta ewladên wan neghînin wan, ew ê çalakiya rûniştinê bidomînin û wiha dewam kir, "Ez dinyayê bibexşînim ji bo ewledê min têrê nake. Îro derketa bihata bira Xwedê wê deqîqeyê ruhê min bistanda. Tenê min carekê ewladê xwe hembêz bikira. Kurê min hê 14 salî bû. Xeyalekî wî hebû, dixwest bibe polês, bi ciwaniya wî lîstin."

Halîme Şehîtogluya ku ji Erziromê hatiye beşdarî çalakiyê bûye got ku ew biryardar in ku çalakiyê bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın