Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî dewam dike

Mevlude Uçdaga dayik: "Ez ji vir ranabim. Ez ê têkoşînê bidomînim. Ez biryardar im. Lewra min li ber terorê serî hilda"

Mehmet Sıddık Kaya  | 21.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bi biryardarî dewam dike

Diyarbakir

 Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 658em da dewam dike.

Mevlude Uçdaga ku ji bo Ramazanê kurê xwe çalakiya rûniştinê didomîne, diyar kir ku kurê wê 6 sal berê xapandin û birin serê çiyê.

Uçdagê daxuyand ku ew bi salan e hesreta kurê xwe dikişîne û wiha dewam kir, "Ez ji vir ranabim. Ez ê têkoşînê bidomînim. Ez biryardar im. Lewra min li ber terorê serî hilda. Ez heta dawiyê jî dev jê naqerim."

Uçdagê destnîşan kir ku heqê dayik û ewladan wê li ser wan nemîne û rêxistina terorê gelek zilm li Kurdan kir û wiha dewam kir, "Şikir ji Xwedê ra êdî kes zarokên xwe di destê terorê da bernade. Zarokên me êdî naçin serê çiyê, wê herin dibistanê."

Uçdagê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Nurettîn Odumlu jî ji Sêrtê seba Yusufê kurê xwe yê ku 7 sal berê di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike û Odumlu jî diyar kir, heta ku ew kurê xwe hilnede, wê çalakiyê bidomîne.

Odumlu diyar kir ku bi salan e haya wî ji kurê wî tuneye û ew nizane bê ka kurê wî dijî an na.

Odumlu destnîşan kir, ji bo ku ew bigihêje kurê xwe, beşdarî çalakiyê bûye û wiha dewam kir, "Kurê çawa birin serê çiyê, bira wisa jî bînin. Em êdî tamîş nabin. Kurê min, were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.