Muxtarên jin serdana Dayikên Diyarbekirê kirin
Seroka Giştiya Komeleya Muxtarên Jin ên Tirkiyeyê Serpîl Erenoglu û muxtarên jin ên ku ji wîlayetên curbicur hatin, serdana dayikên Diyarbekirê kirin.
Diyarbakir
Seroka Giştiya Komeleya Muxtarên Jin ên Tirkiyeyê Serpîl Erenoglu û muxtarên jin ên ku ji wîlayetên curbicur hatin, serdana dayikên Diyarbekirê kirin.
Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên hatien revandin li ber derê avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin bi biryardarî nobeta xwe didomînin.
Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ku ji revandina serê çiyê zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2029an da dan destpêkirin di roja 1022yemîn da dewam dike.
Seroka Giştiya Komeleya Muxtarên Jin ên Tirkiyeyê Serpîl Erenoglu û heyeta pê re ya ku ji 24 muxtarên ji pêk dihat serdana dayikan kirin.
Erenoglu di axaftina xwe ya li wêderê de anî ziman ku ji 4 aliyên Tirkiyeyê muxtar hatine vê serdanê û yên ku nehatine jî silavên xwe şandine.
Erenogluyê îfade kir ku hevparê êşa Dayikên Diyarbekirê ne û têkoşana dayikan a ji bo gihiştina ewladên xwe pîroz kir.
Erenogluyê hêviya wê yekê kir ku malbat di demeke kurt de bigihijin ewladên xwe û got, "Ez dixwazim ji vêderê ve bangawaziyê bikim. Ez hemî saziyên civaka sivîl, hemî Laz, Çerkez, Kurd, Elewî û Sunniyên vî welatî dawetî vêderê dikim."