Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbeteke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Vahîde Çîftçiya ku ji bo keça xwe ya du sal berê revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû: "Keça min 12 salî bû. Min xwest ku destê wê qelemê bigire. Keça min revandin û çek dan destan. Ez heta keça xwe nebim ez ê neçim"

04.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Malbeteke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandin çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina zarokên xwe bo çiyê HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlonê da li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ket roja 93yan.

Vahîde Çîftçiya (36) ku ji Şemzînana navçeya Hekariyê ji bo keça xwe Ozlem Çîftçiya ku 2 sal berê di 12 saliya xwe da revandin çiyê hat Diyarbekirê jî beşdarî çalakiyê bû û jimara malbatên ku çalakiyê dikin derket 58an.

Çîftçiyê got ku terorîstên PKKyî di sala 2017an da ji gundê wan keça wê revandin.

Çîftçiyê qal kir ku dema keça wê hat revandin diçû pola 6emîn û wiha axivî: "Rêxistinê keça min bi zorê revand. Komek hat gund, min got 'Keça min li ku ye?" Gotin 'Me revandiye."

Çîftçiyê diyar kir ku ev du sal e ji keça xwe tu xeber nesitandiye û dixwaze ku bigihêje keça xwe.

Çîftçiyê got "Ez keça xwe dixwazim. Niha li ku ye, nizanim. Ez gelekî mereqa wê dikim, dilê min diêşe." û da zanîn ku di televîzyonê da çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dît û ji bo ku bigihêje keça xwe beşdarî çalakiyê bû.

Çîftçiyê got ku "Keça min 12 salî bû. Min xwest ku destê wê qelemê bigire. Keça min revandin û çek dan destan. Ez heta keça xwe nebim ez ê neçim. Keça min teslîmê dewletê bibe. Min gelekî bêriya te kiriye. Ez her roj ji bo te digirîm."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.