Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên zarokên wan hatine revandin çalakiya xwe ya li pêş avahiya HDPê ya Hekariyê domandin

Hikmet Temeş  | 19.08.2022 - Rojanekırın : 21.08.2022
Malbatên zarokên wan hatine revandin çalakiya xwe ya li pêş avahiya HDPê ya Hekariyê domandin

Hakkari

 Malbatên mexdûrê terorê ku ji revandina zarokên xwe ya ber bi çiyê va HDPyê berpirsyar dibînin vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe kirin.

Malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn di dest wan da pankart, alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên wan va heta pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan.

Malbatan bertek nîşanî HDPyê û PKKya rêxistina terorê dan û hewl dan dengê xwe bigihînin zarokên xwe.

Leyla Çîftçiya ku tiyê wê ji alî PKKya rêxistina terorê va hatiye revandin li ser navê malbatan daxuyanî da û got ku jin û dayikên Hekariyî ji bo bigihêjin zarokên xwe tên bal hev û hewl didin.

Çîftçiyê bangî zarokên bi xapandin revandine serê çiyê kir û got: "Werin, netirsin û em bigihîjin hev. Werin em zarokên xwe ji çiyê bînin xwarê. Em wia bawer dikin ku heke em dayîk dengê xwe zêdetir bilind bikin wê zarokên me yên di destê rêxistina terorê da ne xilas bikin. Em tevlî hemû dayikên ji bo ewladên xwe di nobetê da ne dibêjin ku êdî bese ji destê terorê û lenet lê be."

Di berdewamiya axaftina xwe da Çîftçiyê ragihand ku wê PKK têk biçe û dayîk wê biserkevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.