Malbatên Wanî "nobeta ewladan" a li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.
Malbatan banga teslîmbûnê li zarokên xwe kirin.
Nazli Sancara ku beşdarî xwepêşandanê bû, got ku keça wê Şeyma Sancar di sala 2012an da hatiye revandin û birine çiyê.
Sancar diyar kir ku ew 14 sal in ji keça xwe cuda dijî û wiha pê da çû:
"Ez bi hesret û bêrîkirin li benda Şeymaya xwe me. Keça min, heke tu min dibihîzî, heke tu min dibînî, were û teslîmî hêzên dewleta me bibe. Wê derê ne cihê te ye. Were, ji cihê ku tu lê yî jiyana xwe bidomîne. Ev banga li hemû zarokên li çiyê dikim, werin û teslîmî hêzên dewleta me bibin. Li wê derê jiyan tune ye, ew we dixapînin. Heke azadî hebe, ew li Tirkiyeyê ye. Keça min Şeyma, ez li vir bi hesret û bêrîkirin li benda te me. Bes e, ez êdî nikarim tehemûl bikim. Bi salan e ez lê digerim, û ez dev jê bernadim."
Bav Fevzi Yagmur jî diyar kir ku ew 5 sal berê ji bo kurê xwe beşdarî xwepêşandana bûye, got, "Kurê min, heke 10 salên din jî derbas bibin, ez dev jê bernadim. Heke tu min dibînî, were û teslîmî dewletê bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
